Garis, gilgil, garisê misirî, garisê stenbolî, lazût, zalût, zurrat an jî genimeşamî (navê zanistî yê latînî: Zea mays) ji riwekên ku zad didî ye.
Garis, lazût | |
---|---|
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Plantae |
Parçe: | Magnoliophyta |
Çîn: | Liliopsida |
Kom: | Poales |
Famîle: | Poaceae |
Cins: | Zea |
Cure: | Z. mays |
Navê zanistî yê latînî | |
Zea mays L. |
Toximên xwe dibin ard û nan jê çêdibe. Garis tê kelandin jî. Garisî kelandin xayinê pê werdikin û dixwin.
Tê gotin ku bingeha vê giyayê navenda parzemîna Amerîkayê ye. Li Kurdistanê li gelek deveran tê çandin. Ji 50 hezarî zêdetir cureyê garisê hene. Li Kurdistanê "Garisê Ûris", "Garisê Kambaxrojê", "Garisê Romê" hwd hin cure tên bikaranîn. Mixabin di zimanê zanistiyê de navê wan çi ne, lê nehatiye kolîn.
Peyv garis û peyva pehlawî gawars ji yekpeyvekê tên[çavkanî hewce ye].
Li Kurdistanê pirranî garis wekî arvan tê bikaranîn lê di kulîna kurdî de jî cihekê wê yî mezin heye. Ji arvanê garis cureyên xwarin hene.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Garis, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.