Şerê Rûsya-Ûkraynayê pevçûneke çekdarî ji sibata 2014'an de di navbera Federasyona Rûsyayê û Ûkraynayê destpê kiriye û Rûsya êrîşa dawî ya li ser Ûkraynayê di 24ê sibata 2022an de pêk anî.
Di serî de Rûsya û hêzên alîgirên Rûsyayê ji aliyekî tê de beşdarê hemberî Ûkraynayê bûne. Destpêka şer li ser rewşa Krîmê û beşên Donbasê xurt buye, li ser vê esasê helwesta Rûsyayê û alîgirên Rûsyayê di qada navneteweyî de wekî beşek Ûkraynayê têne naskirin. Bi taybetî aloziyên di navbera Rûsya û Ûkraynayê ji sala 2021 heta 2022'an de derketin, dema ku Rûsyayê li ser destpêkirina êrişa leşkerî ya li Ûkraynayê difikire, eşkere bûn. Di sibata 2022'an de, krîz bi têkçûna danûstandinên dîplomatîk ên bi Rûsyayê re kûrtir bûye û ji ber ku Rûsyayê di 22'ê sibatê 2022'an de hêzên xwe derbasî herêmên di bin kontrola cudaxwazan kiribû. Di 24'ê sibatê de, Rûsyayê dest bi dagirkirina berfireh ya li Ûkraynayê kir.
Şerê Rûsya û Ûkraynayê | ||||||||
---|---|---|---|---|---|---|---|---|
Rewşa leşkeriyê piştî di 24'ê sibatê 2022'an de êrîşên dagirkirina Rûsyayê li ser Ûkraynayê Ji aliyê Ûkraynayê ve tê kontrolkirin Ji aliyê Rûsya û hêzên alîgirên Rûsyayê ve tê kontrolkirin Ji bo nexşeya berfireh a Şerê Rûs-Ukraynayê binêre. | ||||||||
| ||||||||
Aliyên şer | ||||||||
Ûkrayna | Rûsya Komara Gel a Donetskê Piştgirî:
| |||||||
Fermandar | ||||||||
Volodîmîr Zelenskî (ji 2019) Petro Poroshenko | Vladîmîr Putîn Mikhail Mishustin Sergey Shoygu | |||||||
Yekîne | ||||||||
Yekîneyên dilxwaz
|
| |||||||
Hêz | ||||||||
209,000 leşkerên çalak (2020)
| 900,000 leşkerên çalak, tevî leşkeriya neçar (2020)
Ji van, 28,000 li Krîmê hatine piştrast kirin, 3,000 li Donbasê hatine ragihandin û ji hêla Rûsyayê ve heya 22'ê Reşemî 2022'an de hatine red kirin.
| |||||||
Windayî | ||||||||
4,619 kuştî 9,700–10,700 brîndar 70 wenda 2,768 girtin 9,268 piştî dagirkirinê tevlî hêzên Rûsyayê bû 300+ T-64 tank | 5,768 kuştî [*] 12,700–13,700 brîndar |
Piştî xwenîşandanên Ewromaydan û Paşeroja Serokê Ûkraynayê Viktor Yanukovych di 22'ê sibatê 2014'an de û di nav nerazîbûnên alîgirên Rûsyayê li Ûkraynayê, leşkerên rûsî yên bêyî nîşanan cihên stratejîk û binesaziya di nava xaka Ûkraynayê ya Krîmê xistin bin kontrola xwe. Di 1'ê adarê 2014'an de, Meclîsa Federasyonê ya Federasyona Rûsyayê bi yekdengî biryarek ji bo daxwaznameya Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn daxwaz kir ku li Ûkraynayê hêza leşkerî bikar bîne. Ev biryar piştî çend rojan, piştî destpêkirina operasyona leşkerî ya Rûsyayê ya li ser "Vegera Krîmê" hat qebûlkirin. Paşê Rûsya pêvekirina Krîmê piştî rexneyek berfirehiya giştpirsiya herêmî ji hêla Rûsyayê ve hate organîze kirin û piştî girtina Parlemena Krîmê encama Komara Xweser a Krîmê bibe endamê Federasyona Rûsyayê.
Di meha nîsanê de, xwenîşandanên komên alîgirên Rûsyayê li herêma Donbasê ya Ûkraynayê veguherî şerekî di navbera hikûmeta Ûkraynayê û hêzên cudaxwazên alîgirên Rûsyayê yên Donetskê û Luhanskê. Di meha tebaxê de, wesayîtên leşkerî yên Rûsyayê li gelek cihên herêma Donetskê sînor derbas kirin. Dagirkirina artêşa Rûsyayê wekî berpirsê têkçûna hêzên Ûkraynayê di destpêka îlonê de dîtin.
Di mijdara 2014'an de, artêşa Ûkraynayê ragihand ku tevgereke tundî ya leşkerî û alavên ji Rûsyayê ve ber bi deverên di bin kontrola cudaxwazên li rojhilatê Ûkraynayê ye. Associated Press ragihand ku 40 wesayitên leşkerî yên bênav diçin nava herêmên di bin kontrola serhildayan. Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê li Ewropayê (OSCE) Mîsyona Taybet a Çavdêriyê li herêmên di bin kontrola KGD'ê bêyî nîşanên çavdêriya karwanên çekên giran û tankan kir. Çavdêrên OSCE'ê herwiha diyar kirin ku wan wesayitên cebilxane û leşkerên cesedên mirî di bin navê alîkariya mirovî yên konvoyan ji sînorê Rûsyayê û Ukraynayê derbas dibûn, dîtin. Di destpêka tebaxa 2015'an de, OSCE zêdetirî 21 wesayîtên bi koda leşkerî ya Rûsyayê ji bo leşkerên di çalakiyê de hatine kuştin, çavdêrî kirin. Li gorî The Moscow Times, Rûsyayê hewl da ku xebatkarên mafên mirovan bitirsîne û bêdeng bike ku behsa mirina leşkerên rûsî di şer de dikin. OSCE'yê ragihand ku çavdêrên wê ji çûna wan herêmên di bin kontrola "Hêzên Hevgirtî yên Cudaxwazên Rûsî" de ne.
Piştî nîqaş ên çend roj berê amadekirina dagirin a axa Ûkraynayê di roja 24'ê sibata 2022'an de berê sibê rêveberiya Rûsyayê diyarkir ku dest bi operasyona leşkerî ya li ser axa Ûkraynayê kirine. Her çend Rûsya vê hewildanên wek dagirkirin bi ziman neke û li dijî peyva dagirin ê be jî, ev êrîş li gelek welatên cîhanê ve wekî dagirkirin hate pênasekirin.
Bi despêkirina êrîş a dagirkirinê re êrîş ji aliyê gelek dewletên wekî DYA, Brîtanya, Almanya, Fransa bi awayekî tund hate şermezar kirin.
Hate ragihandin ku jiber êrîş ên Rûsyayê di nava 48 saetên dawiyê de 50 hezar welatiyên Ûkraynayê welatê xwe terikandine. Li gorî Neteweyên Yekbûyî di 48 saetên dawî de zêdetirî 50 hezar welatiyên Ûkraynayê welat terikandine. Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî, Filippo Grandi jibo penaberan anî ziman ku piraniya wan ber bi Polonya û Moldovayê ve diçin.
DYA: Serokê Dewletên Yekbûyî ya Amerîka Joe Biden ragihand ku ew fînansekirina artêşa Rûsyayê asteng bikin û ragihand ku li Rûsyayê bazirganiya bi dolar, euro û yenê were astengkirin. Biden diyar kir ku dê li ser 4 bankên Rûsyayê ku VTB jî di nav de ye, muyîde bên bikaranîn.
Keyaniya Yekbûyî: Serokê Keyaniya Yekbûyî Boris Johnson anî ziman û got Rûsya bê sedem welatekî aram dagir dike. Erka me diyar e, em ê bi awayekî dîplomatîk cezayên aborî jibo Rûsyayê pêk bînin. Ev êrîş ne tenê li ser Ûkraynayê, li dijî demokrasiyê ye. Brîtanya dê parastina Ûkraynayê berdewam bike.
Ev gotara têkildarî Ûkraynayê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
Ev gotara têkildarî Rûsyayê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Şerê Rûsyayê li ser Ûkraynayê, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.