Latvijas Republika | |||||
Komara Letonyayê | |||||
Letonya | |||||
| |||||
Sirûda netewî: Dievs, svētī Latviju | |||||
Zimanên fermî | Letonî | ||||
Paytext | Rîga | ||||
Sîstema siyasî | |||||
- Serokdewlet - Serokwezîr | Egils Levits Arturs Krišjānis Kariņš | ||||
Rûerd - Giştî | 64.589 km2 | ||||
Gelhe - Giştî - Berbelavî | 1.920.000 (2019) kes 36 kes/km2 | ||||
Serxwebûn | 18.11.1918 | ||||
Dirav | Euro | ||||
Dem | UTC+2 | ||||
Nîşana înternetê | .lv | ||||
Koda telefonê | +371 |
Letonya an jî Komara Letonyayê (fermî bi letonî Latvijas Republika, lîvonî Leţmō Vabāmō) welateke li Bakurê Ewropayê ye. Letonya ew yek ji welatên baltîk (Estonya, Letonya, Lîtvanya). Paytexta Letonyayê Rîga ye.
Letonyayê di 18ê çiriya paşîn 1918an de serxwebûna xwe îlan kir. Letonya di navbera salên 1940 û 1945an de ji aliyê Yekîtiya Sovyetê û Almanyaya Nazî ve hat dagirkirin. Piştî şer Letonya ket bin serweriya Sovyetê. Di 1991ê de Letonya serxwebûna xwe bi tevahî nû kir. Letonya di 2004an de bû endameke tam a Yekîtiya Ewropî.
Firehiya xakên Letonyayê li derên herî fireh bakur başûrî de 210 km û rojava rojhelatî de jî 450 km e. Rûerda wê 64.589 km² ye û tixûbên wê bi temamî 1.370 km ye. Tixûbên Letonyayê bi çar welatan re hene: Estonya li bakurê (333 km), Rûsya li rojhilatê (332 km), Belarûs li başûrê rojhilat (161 km) û Lîtvanya başûrê (544 km) wê dikevin. Ew bi Deryaya Baltîkî li rojavayê (498 km) dorpêçkirî ye. Cihê herî bilind ê Letonyayê Gaiziņkalns e, bilindahiya wî 312 metre ye. 54% ji axa Letonya daristan in û 29% ji axa wê kêrî çandiniyê tê.
Çemên mezin ên Letonyayê ev in: Daugava, Gauja, Venta û Lielupe. Gola wê ya herî mezin Rāznas e.
Letonya bi 10 bajarên dewletê (valsts pilsētas) û 33 herêm (novadi).
Li Letonya bi gelemperî zimanên letonî û rûsî tên axaftin. Letonî zimanê dewletê yê welêt e û zimanê lîvonî li hin deveran zimanek fermî ye.
Li Letonyeyê 62% letonî, 27% rûsî, 3% belarûsî, 2% ûkraynî û polandî dijîn.
Derbarê ayîna gelê Letonyayê de 80% xiristiyan (2011: protestan 35%, katolîk 24%, ortodoks 19%) ne; 19% ateîst û agnostîk in.
|
|
Li Letonyayê werzişa herî giring hokeya ser cemedê û basketbol in. Futbol û tenîs jî giring in.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Letonya, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.