Qehwe, qawe (bi inglîzî: coffee; bi farisî û erebî: قهوة) navekî giştî ji bo nivşekê malbateke daran e ku dibêjinê rûnas.
Fêkiyê wan daran jî her bi vî navî tê binavkirin.
Kurdên YKSSê, bêjeya kofî û li hin deverên Kurdistanê kafê bi kar tînin. Lê ji ber asîmîlasyon û bandora zimanên serdestên Kurdistanê, bêjeya qehwe bêhtir tê zanîn.
Tiraş anko dara qehweyê bi qasî 4 heta 6 metiran (12-20 pêyan) dirêj dibe û kulîlkên spî yên gelek bêhnxweş dide ku tenê çend rojekan dimînin. Fêkiyê dara qehweyê ku wekî helalokan şirîn e wîşî-wîşî şîn dibe û du dendik têda hene. Du cureyên berniyasên qehweyê hene: Qehweya Erebî (Coffea arabica) Qehweya Lîberyayî (Coffea liberica).
Dara qehweyê gelek baş li gizirtên Cava û Somatrayê, li Nîvgizirta Erebistanê, Hindistanê, Afrîkayê û parzemîna Amrîkaya Başûr şîn dibin.
Dendik an hema yekser li zeviyê yan jî li meştelekê tên çandin. Du şêwazên dirûnê hene. Yek ji wan çinîna bi dest e û ya din jî hejandina daran û vewerandina qehweyê ye.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Qehwe, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.