Çemê Dunayê, Danûb, piştî çemê Volgayê li Ewropayê çemê herî mezin ê duyem e.
Ew weke rêava navneteweyî ye. Duna ji başûrê Almanyayê, herêma Daristana Reş (Schwarzwald), bi yekbûna çemên Breg û Brigach ên li navçeya Donaueschingenê destpê dike. Piştî vê navçeyê weke Duna tê binavkirin. Bi dirêjbûna 2860 kîlometre, di nava Ewropayê re (Almanya (7,5%), Awistirya (10,3%), Slovakya (5,8%), Mecaristan (11,7%), Kroatya (4,5%), Serbistan (10,3%), Bulgaristan (5,2%), Moldova (1,6%), Ûkrayna (3,8%) û Romanya (28,9%)) ber bi Deryaya Reş ve diherike. Deltaya Dunayê berî ku Duna tevlî Deryaya Reş bibe, di navbera Romanya û Ûkraynayê de pêk tê.
Duna Danûb, Dunaî, Dunav, Donau | |
Duna di navbera tixûbên Mecaristan û Slovakyayê de | |
Cih | |
Herêm | Ewropa |
---|---|
Dewlet | Almanya, Awistriya, Slovakya, Kroatya, Serbistan, Bulgaristan, Romanya, Moldova, Ûkrayna |
Taybetî | |
Dirêjayî | 2.860 km km |
Tejane | 817.000 km2 |
Debî | 6.500 m3/s |
Robar | |
Milên wê | Morava, Drava, Tisa, Sava, Olt, Siret, Prut |
Cihderk | Almanya (ji Brege û Brigach) |
- Cih | Donaueschingen |
- Bilindayî | 678 m |
- Koordînat | 47°57′03″Bk 8°31′13″Rh / 47.950833°Bk 8.520278°Rh |
Dev | Deryaya Reş |
- Cih | Deltaya Duna (Romanya û Ûkrayna) |
- Koordînat | 45°13′03″Bk 29°45′41″Rh / 45.2175°Bk 29.761389°Rh |
Nexşe | |
Hewzeya Çemê Duna | |
biguhêre |
Hewzeya çemê Dunayê 817.000 çargoşe kîlometre ye û heta ku ji jêderka xwe ber bi Deryaya Reş ve diherike 120 robarên bi dirêjbûnên cuda tevlî Dunayê dibin. Ji van çeman yên dirêj ev in: Drava (707 km), Tisa (965 km), Sava (947 km), Morava (354 km), Olt (615 km), Siret (706 km) û Prut (953 km).
Navê Dunayê di çavkaniyên latînî de weke Danubius, Danuvius, Ister û di dema Yewnanistana kevnare de weke Ἴστρος (Istros) tê zanîn. Bi trakî peyva Donaris ji bo Dunaya jor û Istros ji bo Dunaya jêr dihate bikaranîn.
Tê gotin ku peyva Dānuvius ji zimanên keltî yan jî ji îranî tê. Di zimanên proto Hind û Ewropî de peyva dānu ji dêla robarê dihate bikaranîn. Mîna vê peyvê gelek peyvên ji hevdu (Don, Donets, Dnieper û Dniestr) ji bo robarê tên bikaranîn. Di zimanê gelê îranî, îskîtan, de *Dānu apara "rûbara paş" û *Dānu nazdya- "rûbara pêş" dihate bikaranîn.
Navên vê robarê bi hinek zimanan li jêr in.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Çemê Dunayê, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.