Zazakî wekî dimilî, kirdkî û kirmanckî ji tê zanin, yek ji zaravayên kurdî ye ku ji aliyê kurdên zaza ve tê axaftin
Zaraveya Zazakî | ||
---|---|---|
Welatên lê tê axaftin | Kurdistan | |
Herêm | Anatolya Diyasporaya kurdan | |
Axiverên zimanê zikmakî | 1.700.000 - 2.300.000 | |
Malbata zimanî | Zimanên hind û ewropî
| |
Şiklê kevn | ||
Sîstema nivîsê | Tîpên latînî, erebî | |
Kodên zimanî | ||
ISO 639-2 | zza | |
ISO 639-3 | zza | |
Cihê zazakî di nav zaravayên kurdî de |
Li gorî fîlolognin rojavayî dimilkî ne zaravayê kurdîye, lê zimanekî kurdî ye. Ango li gorî wan zazakî jî mîna kurmancî zimanekî kurdan e.
Zazakî bi piranî li bakurê Kurdistanê tê axaftin, lê ji aliyê hejmareke biçûk ve li hinek herêmên başûrê Kurdistanê û Anatolyaya Navîn jî tê axaftin. Wekî din ji ber sedemên koçberiyê di van dehsalên bihurî de, hejmareke mezin ji zazakîaxêfan li gelek bajarên Tirkiyeyê û rojavayê Ewropayê belav bûne. Parêzgeh û bajarên ku li wan zazakî tê axaftin ev in:
Li derdora sê-çar milyon kes hene ku xwe wek kird, kirmanc, dimilî yan jî zaza dibînin.
Kesên zazakîaxêv zimanê xwe bi hin navên cuda-cuda nav dikin.
Di encama xebata standardîzekirina vê zaravayê de, ji van navan kirmanckî hatiye tercîhkirin û niha di warê nivîsînê de bi pirranî ev nav tê bikaranîn.
Zazakî yek ji zimanên kurdî ye ku ev jî zimanê îraniya bakurê rojavayî ye.
Li ser cihê zazakî di nav zimanzanan de du nêrîn hene. Piraniya zimanzanan dibêjin ku zazakî yek ji zimanên kurdî ye. Li gor Peter Lerch (1856-57), Friedrich Müller (1864), Albert van Le Coq (1903), Ely Bannister Soane (1913), K. R. Ayyoubi, I. A. Smirnova (1998), M. J. Kenstowicz (2004), Gülşat Aygen (2010) zazakî yek ji zimanên kurdî ye. Her wiha li gorî piraniya kurdan zazakî yek ji zaravên zimanê kurdî ye. Li gor hin zimannasan jî zazakî-goranî ne zimanên kurdî ne. Cara yekem Oskar Mann û şagirtê wî Karl Hadankî îdîa kirine ku zazakî ne zaraveyekî kurdî ye. Ji ber vê yekê heta îro jî hin zimannas zazakî wekî zimanekî cihê qebûl dikin.
Di sala 1985an de Zanîngeha Michiganê (DYA) Terry Lynn Todd lêkolîna bi navê A Grammar of Dimli (Also known as Zaza) pêşkêş kir; Dr. Ludwig Paul ji Zanîngeha Giessenê (ew alman e û niha li Zanîngeha Hamburgê ye) û Dr. Zülfü Selcanî jî ji Zanîngeha Berlînê li ser zazakîya Dêrsimê kitêb der anîne. Dîsa, zimannas û kurdnas K. R. Ayyoubi û I. A. Smirnova jî li ser zazakîya Dêrsimê kitêbek amade kirine. Zimannas Gülşat Aygen jî li ser zazakî kitêbek amade kiriye û ji aliyê zimannasiyê ve zazakî analîz kiriye. Hinek zimannasên mîna kurdnas Prof. Qanatê Kurdo ji zanîngeha Zanîngeha Lênîngradê (Saint Petersburg), Prof. Dr. D. MacKenzie ji zanîngeha Giessenê[çavkanî hewce ye] û Prof. Dr. Jost Gippert ji Zanîngeha Frankfurtê jî li ser zazakî meqale nivisandine û lêkolîn jî çêkirine.
Ji aliyê tarîxa zimên ve zazakî zêdetirîn bi zimanê partî nêzikî nişan dide[çavkanî hewce ye]. Ango, zazakiya wê demê bi partî re pirr nêzîk bûye[çavkanî hewce ye], lêbelê partiya ku hat nivîsandin, bi xwe nebûye. Lê halê îro jî zazakî ji hêla gramer û peyvan, mînak sazkirina dema nihayîn û gelek jî guharina dengên îraniyên kevn xwe kefş dike[çavkanî hewce ye]. Di nav zimanên kurdî de zazakî û goranî gelek nêzikê hev in.[çavkanî hewce ye]
Di warê zanistî de jî nêzîkbûnên cihê hene. Mirov dikane bi pîvanên xwerû zimannasî nêzîk bibe, an jî li gor pîvanên civakî û zimannasî bi hev re. Kesên ku zimên ji civakê bi tevahî îzole dikin meyla wan ew e ku zazakî weke zimanekî serbixwe nîşan bidin. Kesên ku zimên weke endakî zînde yê civakî dinirxînin, meylan wan ew e ku divê civaka axaftvanên vî zimanî xwe çawa bi nav dike, nasnameya wê û zimanê wê jî weha be.
Ji bo standartkirina zazakî di sala 1996'an de li Stockholmê Grûba Xebate ya Vateyî hat avakirin. Di sala 2004'an de li Frankfurtê Enstîtuya Zazakî hat avakirin. Ji bo rojanekirina zazakî di sala 2010'an de Ziwan-Kom hat avakirin.
Di zazakî de gelek devokên biçûk hene. Li gor zimannas û nivîskarên ku li ser zazakî dixebitin, meriv dikane bi giştî zazakî bike du devokên mezin:
Li gor hin zimannasan û nivîskaran jî di zazakî de sê devokên sereke hene.
Bakur | Başûr û Navendî | Kurmancî |
---|---|---|
doman | qeçek, qij, tût, gede, leyîr | zarok |
nas kerdene | şinasnayîş, nas kerdiş | nas kirin |
niya dayene, qayt kerdene | ewnîyayene, ownîyayîş | nihêrîn, qeyd kirin |
werte (< Trk.) | mîyan | navber, mîyan |
thal | veng | vala, tal |
kepûge | vinî, zince, pirnike | bêvîl, poz, kepû |
kemere | kerra, sîye | kevir |
Bakur û Başûr | Navendî | Kurmancî |
---|---|---|
kerd-ene | kerd-iş | kirin (lêker) |
kerd-iş | kerd-iş | kirin (nav) |
Bakur | Başûr | Navendî | Kurmancî |
---|---|---|---|
kî | jî | zî | jî |
Bakur (giştî) | çê | çêna | cên- | cêra(y)ene | cî |
Bakur (hindikahî) | kê | kêna | gên- | gêra(y)ene | gî |
Başûr û Navendî | keye | keyna | gên- | gêrayene, geyrayene, geyrayîş | gî/gi |
Kurmancî | xanî | keç | girtin (dema nika) | gerîn | gû |
Başûr û Navendî | roc/roj | zewac/zewaj (< Ar.) | lac/laj | vac-/vaj- | dec/dej | poc-/pewc-/pewj- |
Bakur | roz | zewez | laz | vaz- | dez | poz- |
Kurmancî | roj | zewac | law | bêj- | êş | pijandin (dema nika) |
Hemî peyvên zazakî di halê xweser de yan nêr û yan mê ne. Di rengdêr û lêkeran de jî ev taybetmendî wisa ye. Çend îstisna hene, lê peyvên mê bi giştî di dawiyê de dengê "-e" digrin, peyvên pirjimar jî di dawiyê de dengê “-î” digrin. Mînak:
Yekjimar | Pirjimar | ||
---|---|---|---|
nêr | mê | netewandî | tewandî |
golik | golike | golikî | golikan |
merdim | merdime | merdimî | merdiman |
Ev peyv li her sê halan jî di kurmancî de mîna “golik” tê nivîsîn. Yanî, di kurmancî de heta ku peyv di nav hevokê de neyê xebitandin, diyar nabe ku gelo ka peyv nêr, mê yan pirjimar e. Lê di zazakî de peyv bi tena serê xwe jî taybetiya xwe nîşan dide. Ev taybetmendî di zimanê kevnare de heye. Di rewşa tewandî de qertafa pirjimarîyê "-an" e.
Kes | Kirdkî | Kurmancî | Soranî | Kelhûrî | Lekî | Hewramî | ||
---|---|---|---|---|---|---|---|---|
Netewandî | Tewandî | Netewandî | Tewandî | |||||
1. Yekjimar | ez | mi(n) | ez | min | min | min | mi | min |
2. Yekjimar | ti | to | tu | te | to | tu | tu | to |
3. Yekjimar (nêr) | o | ey | ew | wî / ewî | ew | ew | iw | ad |
3. Yekjimar (mê) | a | aye | wê / ewê | ade | ||||
1. Pirjimar | ma | em | me | ême | îme | îme | ême | |
2. Pirjimar | şima | hûn | we | êwe | îwe | hume | şime | |
3. Pirjimar | ê | înan | ewana | wan | ewan | ewan | iwin | adî |
Bireser | Zazakî | Zazakî | Kurmancî | Soranî |
---|---|---|---|---|
sêv,saye (mê) Goşt (nêr) | ||||
min goşt werd | min saye werde | min sêv/goşt xwar | (min) xwardim | |
to goş werd | to saye werde | te sêv/goşt xwar | (to) xwardit | |
ey goşt werd (nêr) | ey saye werde | wî sêv/goşt xwar(nêr) | (ew) xwardî | |
aye goşt werd (mê) | aye saye werde | wê sêv/goşt xwar(mê) | (ew) xwardî | |
ma goşt werd | ma saye werde | me sêv/goşt xwar | (ême) xwardiman | |
şima goşt werd | şima saye werde | we sêv/goşt xwar | (êwe) xwarditan | |
înan goşt werd | înan saye werde | wan sêv/goşt xwar | (ewan) xwardiyan |
Kirdkî | Kurmancî | Kurmanciya anadola navin | Hewramî | Soraniya Erdelanî | Soraniya hewlêrî | Kelhûrî |
---|---|---|---|---|---|---|
ez şina | ez diçim | ez terim | emin/min lû/milû | min eçim | min/emin deçim | min/mi çim/diçim |
ti/tu wenî/wena | tu dixwî | tu tuxî | to/etu/tu werî/morî | to exweyt | to/eto dexoy | tû/to/ti xwey/dixwey |
o/a keno/kena | ew dike | ew tike | ad kero/mikero | ew/o ekat | ew dekat | ew/o keyd/dikey |
ma zanê/zanîme | em dizanin | em tizaninî | êma/ême zanime/mizanime | ême ezanîm | ême dezanîn | îme zanîm/dizanîm |
şima rişnenê | hûn/hing dirijînin | ûn tirijînin | şima/şime rişîd/merişîd | êwe erêjnin/erêşnin | êwe derêjnin | îwe/yûwe rişnin/dirişnin |
ê vînenê | ew dibînin | ewna toynin | ed wînên/moynên | ewane ewînin | ewane debînin | ewane diwînin/dînin |
Kirdkî | Kurmancî | Hewramî | Erdelanî | Soraniya hewlêrî | Kelhûrî |
---|---|---|---|---|---|
şo! | biçe! / here! | bilû! | biço! ço! | biço! | biço! |
bê! | bê! / were! | borê! | bê! bêre! | bê! were! | bew! |
bike! | bike! | kere! | bike! | bike! | bike! |
biwere! / bûre! | bixwe! | were! | bixwe! | bixo! | bixwe! |
bivîne! | bibîne! | biwîne! | biwîne! | bibîne! | biwîn! / bîn! |
vaje! / vace! | bêje! | waçe! / baçe! | bêje! | bile! | bîj! |
bivare! | bibare! | biware! | biware! | bibare! | biwar! / bar! |
Xebata standardîzekirina zazakî di sala 1996an de li Swêdê bi avakirina Grûba Xebate ya Vateyî destpê kir. Vê koma xebatê serê pêşî encamên kombûnên xwe wekî broşur belav kir, lê dû re kovareke bi navê Vate derxist. Ev koma xebatê heta niha 22 caran bona standardîzekirina vê zaravayê kom bûye. Vê xebatê pêşî li nivîsîna vê dîyalektê û geşbûna edebiyata wê vekiriye. Ev xebat bi awayekî biîstîqrar her berdewam e.
Di standardîzekirina kirmanckî (zazakî) de ji krîterên hilbijartin an jî tesbîtkirina forma peyvan yek jê ev e ku, divê diyalektên kurdî nêzî hev bibin.
Di çarçeweya xebata standardîzekirinan zaravayê zazakî de kovara Vateyê ku dengê Grûba Xebate ya Vateyî ye û xwerû bi kirmanckî (zazakî) diweşe, heta niha 39 hejmar weşiyaye. Ferhenga tirkî-kirmanckî (zazakî) ku ji peyvên standardkirî pêk tê û ferhenga kirmanckî (zazakî)-tirkî ku ji peyvên standardkirî û versiyonên wan pêk tê. Grûba Xebate ya Vateyî, Ferhengê Kirmanckî (Zazakî)-Tirkî/Kırmancca (Zazaca)-Türkçe Sözlük, Weşanxaneyê Vateyî, Îstanbul, 2009 cara sisêyan wekî çapa firehkirî hatin weşandin. Dîsa, kitêba rastnivîsa zazakî ya bi navê Rastnuştişê kirmanckî (zazakî)) ji aliyê vê komê ve amade bû û hat weşandin. Ev xebatên hanê yên organîzekirî pêşî li geşedana nivîsîna zazakî vekirin ku bi dehan kitêb li gor standardê Vateyî hatin weşandin.
Hejmarên kirdkî | |||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
|
Demsal | ||||||||||||
|
Mehên kirdkî | ||||||||||||||||||||||||||
|
Navên rojan | ||||||||||||||||
|
Navên rengan | |||||||||||||||||||||||||||
|
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Zazakî, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.