Lêker: Cureyê peyvê

Lêker anku kirde di rêzimanê de ji bêjeyên ku xebatê, kar û lebatê diyar dikin re tê gotin.

Rêziman
Navdêr (substantîv)
Lêker (verb)
Rengdêr (adjektîv)
Daçek (prepozîsyon)
Cînav (pronav)
Hoker (adverb)
Veqetandek
Jimarnav
Baneşan
Gihanek
Kitêbên rêzimanê
Zimannasî
Bêjenasî
Lîsteya zimannasan

Mînak, kirin, rabûn, çûn û hwd.

Lêkerên kurdî

Lêker (kirin), di nava hevokê de an jî bi serê xwe lebatê nîşan dide. Lêker di nava xwe de du cure ne: xwerû yan nexwerû [çavkanî hewce ye].

Lêkerên xwerû

Ev cure lêker ji hêmanekê tenê pek hatine. Dema li gorî dem û kesan neyên kişandin, qertafên raderan digrin.

Mînak: alastin, angaştin, anîn, guvaştin, hatin, lîstin, spartin, qewaztin û hwd.

Dema qertafên raderan bên avetin, rayê lêkeran alast, angaşt, anî, guvaşt, hat, lîst, spart, qewazt bi tenê dimînin û ji wê zedetir nayê parçekirin.

Lêkerên nexwerû

Lêkerên nexwerû, ji lêkerên xwerû, navdêr û hevalnavan bi alîkariya qertaf, daçek, û lêkerên din têne bidestxistin. Lêkerên nexwerû jî dibin du cure: hevedudanî û pêkhatî.

Lêkerên hevedudanî

Lêkerên hevedudanî ji çend hêmanên serbixwe pêk hatine. Her hêmanek bi serê xwe xwediyê wateyekê ye. Bi alîkariya lêkera kirin lêkerên hevedudanî yên gerguhêz û bi lêkera bûn jî lêkerên hevedudanî yên negerguhêz têne bidestxistin.

Mînak: olandan, diyar kirin, danzanîn, baş bûn, delal bûn, hêvî şikestîn, sor kirin, top avêtin, bêhn vedan, biryar dan, cihêrengî kirin û hwd.

Lêkerên pêkhatî

Lêkerên pêkhatî ji lêkereke xwerû û qertafekê pêk tên 1) bi pêşgiran: pêşgirên lêkersaz ev in: ve-: vexwarin, vedan, verisîn; hil-: hildan, hilanîn, hilbijartin; wer-: werkirin, wergirtin; ra-: rakirin, rabûn, radan, rabûrîn; da-: dadan, daketin, daxistin, danîn, ro-: rokirin, rû-, rûniştin, çê-; çêkirin…

Paşgirên lêkerçêker

Di kurmancî de bi paşgirên /-în/, /-andin/ lêkerên pêkhatî çêdibin. Ji wan /-în/ lêkerên negerguhêz, /-andin/ jî yên gerguhêz çêdike.

Mînak : Belişandin, belişîn, bihurandin, bihurîn, kelîşandin, kelmişîn, kefandin, mijandi, nalîn, nalandin ...

Kok Negerguhêz Gerguhêz
rev revîn revandin
fir firîn firandin
bez bezîn bezandin
êş êşîn êşandin
kel kelîn kelandin

Ji bilî van çend heb paşgirên din jî hene, wekî /-ijîn/, /-ijandin/, /-isîn/, /-isandin/.

Nimûne :

                     germ                germijîn                germijandin                      kel                    kelijîn                   kelijandin                      rep                    repisîn                   repisandin 

Hin lêkerên din jî guherîne û ketine dirûvê van lêkerên pêkhatî .

                      Heristin         herifîn        herifandin                       lîstin              --------         lîstandin 

Pêşgirên lêkerçêker

Hinek qertaf têne ber lêkeran û wateyeke nû li wê lêkerê bar dikin û lêkereke nû pêk tînin.Ev qertafên lêker çêker yên pêşgir ev in : /wer-/, /da-/, /ra-/, /ve-/, /hil-/.

             /wer- /         
            Gerîn                      wergerîn             girtin                       wergirtin             dan                          werdan               pêçan                     werpêçan               guhartin                 werguhartin                   
              /da-/ 
                dan                        dadan                            ketin                     daketin                           xistin                    daxistin                          weşandin              daweşandi        n                  beşandin               dabeşandin                      /ra-/                kirin                     rakirin                             bûn                       rabû            n                xistin                    raxistin                            kişandin               rakişandin                            hejandin               rahejandin                           hiştin                    rahiştin                           /ve-/ ev pêşgira tevgera dubarebûnê û ji hev vebûnê dide lêkerê.                         dan                        vedan               bûn                        vebûn               kirin                       vekirin               girtin                      vegirtin               şuştin                    veşuştin               lîstin                       velîstin 
                /hil-/ ev pêşgir bizaveke berbijor dide lêkerê. 
                Kirin                    hilkirin                 anîn                      hilanîn                 girtin                    hilgirtin                 hatin                     hilhatin                 weşandin              hilweşandin                  pekîn                    hilpekîn 

ji bilî vana du pêşgirên din jî hene ku zêde nayên bikaranîn. Ew jî /ro-/ û /çê-/ ne.

               Kirin                        rokirin                niştin                        rûniştin                kirin                         çêkirin                bûn                           çêbûn 

tê-,pê-,lê-,jê- dema tên pêş lêkeran wateyeke nû didin wan lêkeran samî tan dibêje ku ne pêşgir in ,daçek in lê hê li ser vê yekê yekkirinek tuneye.

Berdan,beranîn,deranîn,têgihîştin,lênihertin,lêxistin, pêvedan, jêbirin. Hinek lêker jî tevî daçekan têne bikaranîn,bêyî daçekan wateya wan lêkera temam nabe.Lê nihertin,lê dan,pê zanîn, lê xistin

Lêkerên alîkar

Di kurmancî de lêkerên alîkar ev in : bûn, kirin, dan , hatin, karîn/şiyan, vîyan/xwestin,zanîn, wêrîn.

Bûn

Di pêkanîna hinek deman de kar digre ser xwe.

Mînak :

              Zarokên me zû mezin bûn.               Ez bi dîtina te kêfxweş bûm.               Divê em hinekî bêhnfireh bin. 

Çîrokiya dema boriya têdeyî de

                Ez çûbûm.                 Min dîtibû.                 We nan firotibû. 

Di çîrokiya dema boriya dûdar de :

                 Ez hatibûme.                  Ew çûbûne.                  Kulîlk nehatibûye. 
Di raweyên daxwzî de jî xwedî erk e. 
                  Heke ez çûbim.                   Xwezî ew hatibûye.                   Ezê çûbim. 
                   KIRIN              Dema bê ya nêzik de alîkare.                   Ez dikim herî ba wî.                    Hevalê erkan dike ku xwe bikuje ji bo kompîturê. 
             Mi xwîn jê berz kir.              Te ji wan pirs kir. 
                      HATIN              Lêkerên  lebatî bi alîkariya vê lêkerê dibin tebatî. 
             Ji min re hate gotin.              Ji wî tê pirsîn.              Dê ji wan were xwestin.                        Bi navekî din dihat nasîn. 
              viyan/xwestin 
              Divê ez werim.               Vîyabû me xwestibû. 
              Ez dixwazim tu herî.               Min xwest tu werî. 
            şiyan/karin 
           Mirov dikare têrêkirina hêza xwe bi riya van lêkeran dîyar dike. 
           Ez dişêm  wî hevalî bi xwe re bibim.            Tu karî aliyê min bikî? 
         ZANÎN              Lêkera zanîn di pêkanîna hevokên hevedudanî de dibe alîkar. 

Ez dizanim vî karî bikim.

         WÊRIN 
           Di hevokên ku ev lêker  hatiye bikaranîn de hem lêkera wêrîn hem jî lêkera bingehîn li gorî kes û cîh têne kişandin u kesandin. 
           Ez diwêrim herim ber wan. 

Di lêkeran de avanî

Avanî ev tişt e ku avasaziya lêkeran nîşan dide.di tirkîde jê re çati tê gotin.di zaravayê kurmancî de ji aliyê avaniyê ve lêker dibin pênc bir : Gerguhêz-Negerguhêz, Lebatî-Tebatî û dançêker .


Gerguhêzî û negerguhêzî

Gerguhêzî û negerguhêzî li gorî bireser dîyar dibe.Heke lêkerek bi bireser be ,ew lêker gerguhêz e, lê heke bê bireser be negerguhêz e.di kurmancî de bireser û kirde bi riya tewangê ji hev têne veqetandin.di hevokê de dema mirov ji lêkerê pirsa çi bike,heke bersiv ji kirde cudatir be, ew lêker gerguhêz e,heke bersiva pirsa çi dîsa li kirde vegere,ew lêker negerguhêz e. Mînak :

                       Me şîv xwar.                        Kê çi xwar.                        Me şîv xwar.               Ji vê yekê diyar e lêkera xwarin gerguhêz e. 
                        Bêrîvan ji dibistanê hat.                         Kî ji dibistanê hat?                         Bêrîvan hat.                         Çi hat?                          Bêrîvan.                Lewre jî ev lêker negerguhêz e. 
               Lêkerên hevedudanî ku bî alîkariya /kirin/ pêk hatine gerguhêz in, ên ku bi lêkera /bûn/ pêk hatine, negerguhêz in. 
               Mînak :                            Ez ji bo xebatê  amade bûm .Kî ji bo xwendinê amade bû?Ez amade bûm.(negerguhêz)                             Wê lawik amade kir. Kê amade kir? Wê lawik amade kir.(gerguhêz)                   Di lêkerên pêk hatî de paşgira /-în/ lêkerên negerguhêz , paşgira /-andin/ jî lêkerên gerguhêz pêk tîne. 

LEBATÎ Û TEBATÎ

               Dema ku yek rasterast karekî bike, lêkera wî karî lêkereke lebatî ye. Mînak :  Min nan xwar. Lêkera xwarin lebatî ye. Tê de kirde dîyar e. Lê dema ku mirov bibêje : Nan hate xwarin. Di vir de kirde ne dîyar e. Di vê hevokê de karê ku tê kirin ango bireser  li pêş e.  Lêkerên  tebatî bi alîkariya lêkera hatin  tên bidestxistin. 
           Mînak : 
                             Lebatî :Min kevir avêt.                              Tebatê : Kevir hate avêtin. 
                  Avaniya lêkerên tebatî bi lêkerên gerguhêz tên çêkirin. Mînak : Çûk hate firîn.divê pêşî mirov lêker bike gerguhêz,piştre bike tebatî. Çûk hate firandin. 



        AVANÎYA DANÇÊKER                     Dema mirov karekî bi yekî din bide kirin , divê mirov avaniya dançêker bi kar bîne.Avaniya dançêker bi alîkariya lêkera /dan-/ tê pê.                      Mînak :                                    Bozo xanî  da çêkirin.                                   Zînê kinc dan şûştin.                                   Yên desthilatdar in  mûxalîfan didin kuştin. 
                       Di zimanê gelêrî de avaniya dan çêker bi awayekî din jî tên çêkirin.                                    Wan ew bi kuştin da. 

Li aliyê din lêkerên gerguhêz bi paşgira /-andin/ dibe dançêker; lîstandin, axivandin, nijandin...


RAYÊN LÊKERAN

       Di kurmancî de lêker wekî rader têne bilêvkirin û di hevokê de ev awayê raderî wekî navdêr têne bikaranîn.Di  kurdî de du cure rayên lêkeran hene;  raya dema borî û  raya dema niha. 

RAYA DEMA BORÎ

               Raya dema borî ya lêkeran , dema ku ji lêkeran qertafên raderîn têne avêtin, tê bidestxistin. Raya dema borî ya  lêkeran dema boriya têdeyî nîşan dide. 
            Mînak :  
                          Lêker                                 raya dema borî                           alastin                                   alast                           anîn                                       anî                            guhartin                                guhart                            hiştin                                     hişt                            pêçan                                    pêça                            stran                                      stra                            mijiyan                                  mijî                            kirîn                                       kirî                            reviyan                                   revîya                            kişandin                                 kişand                            qelişandin                              qelişand  

Raya dema niha

Ev li gorî her lêkerê diguhere.pişti ku lêkerek li gorî dema niha hate kişandin û qertafên dem û kesan hatin avêtin, tişte ku li holê dimîne raya dema niha ye.

                Mînak :                               Lêker                                  raya dema niha 
                              alastin                                  di-alês-e                               anîn                                      di-hîn-e                               avêtin                                    di-avêj-e                               hejmartin                               di-hejmêr-e                               gerîn                                      di-ger-e                               mijîn                                      di-mij-e                               şewitîn                                   di-şewit-e                               gerandin                                 di-gerîn-e                               rijandin                                   di-rijî-ne                               firandin                                   di-firîn-e                                

Rayên ku dibin paşgir

Her wekî ji hin mînakên li jor jî tên dîtin,raya dema niha ya hin lêkeran wekî paşgir tên bikaranîn. Her wiha hin caran bi xwe paşgiran digire û peyveke nû tîne.

Çavkanî

Tags:

Lêker ên kurdîLêker Paşgirên lêkerçêkerLêker Pêşgirên lêkerçêkerLêker ên alîkarLêker Di lêkeran de avanîLêker Gerguhêzî û negerguhêzîLêker Raya dema nihaLêker Rayên ku dibin paşgirLêker ÇavkanîLêkerRêziman

🔥 Trending searches on Wiki Kurdî / كوردی:

AlxasîHerêma KurdistanêZazaQamişloPartiya Demokrat a Kurdistanê li SûriyêNîsanMele Ehmedê NamîWelatê BaskîXinûsSelcûqîBeskanArtêşa Parastina ên Şoreşa ÎslamîTebax18Zimanê latînîAndorraAbdullah ÖcalanKerkûkLîstika vîdyoyêAlfabeya tirkî ya kevnAlbistanDêrika AnêrêAlmanyaDêsimanDestperîÛrmiyeBaşûrê KurdistanêBarbadosFidel CastroSándor FerencziHeyderîBirîmîHarûniyeWiki CommonsAhmet KayaPartiya Doza AzadîTirkmen (gel)Mehmet KarasungurEsat Oktay YıldıranHesenanBankZeugmaBakurê KurdistanêZimanê yewnanîŞemzînanMisirÎslahiyeBerxwedana Wanê 2024Klavyeya kurdîRojavaya KurdistanêFehmiyê BîlalEhmed bin YûsifAzîzîXanedana HemdaniyanÇiyayên QendîlêElektronîkTülay Hatimoğulları OruçCemîlê HoroFrancesca FelucciHeval ÎbrahîmJava (zimanê bernamesaziyê)HernepêşHozan SerhadSipkîTahmasp IŞewaqûpCejna RemezanêWîkîpediyaRedkî🡆 More