Ely Bannister Soane (jdb. 16ê tebaxa 1881ê li Kensington, Brîtanya – m.
24 sibat 1923, li deryayê ber bi Londonê ve) serdar, zimannas, ajanê îstîxbaratê û nivîskarekî brîtanî bû ku herî zêde bi gerên xwe yên li dora Kurdistan û Mezopotamyayê tê naskirin û li ser kurdan xebitî bû.
Mîcer Ely Bannister Soane | |
---|---|
Jidayikbûn | 16 tebax 1881 |
Mirin | 24 sibat 1923 |
Hevwelatî | Keyaniya Yekbûyî Brîtanî |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Soane di 16ê tebaxa 1881ê de li Kensington ji dayik bû û çû dibistana Bishop Latymer û dibistana amadeyî ya Latymer ku ew di 1898 de mezûn bû. Paşê wî salekê li Banka Şahî xebitî û piştre hate şandin Persiya ku ew li dora Tehran, Şîraz, Bûşehr û Yezd, ku ew li wir fêrî zimanên herêmî bû û misilman bû. Di sala 1906an de, wî li Kirmaşan dest bi xebata Banka Şahî kir ta ku ew di sala 1907an de vegeriya Îngilistan. Piştra wî rêwîtiyek bi navê Mirza Gulam Hüseyin Şirazî li Kurdistanê û Mezopotamyayê kir û pirtûka xwe ya To Mesopotamia and Kurdistan in Disguise nivîsand ku serpêhatiyên wî yên dema gerên xwe ku di 1910 de hate weşandin tê de hene. Ji 1909 heya 1913 ew li Anglo-Persian Oil Company xebitî û di destpêka Şerê Cîhanî yê Yekem de li Bexda dijiya. Piştî ku bi kurtî hate zîndanîkirin, wî berî ku di 1916an de li Îranê bibe Alîkarê Konsolê Dezfûl-ê, û ji bo brîtanan li ser şandên veşartî xebitî. Ew piştî ku bandora Brîtanya li herêmê ji encama têkçûna Osmaniyan di şer de zêde bû, di 1919 de bû şîretkarê Keyaniya Kurdistanê, lê ew ê piştî Konferansa Qahîreyê di 1923 de vegere Îngilistanê. Dema ku li Kurdistanê wekî nûnerê Brîtanya bû, di navbera wî û serwerê herêmî Şêx Mehmûdê Berzencî de alozî derket. Soane bi Kurdî dizanî û edîtorê rojnameya Têgeyştinî Rastî bû ku netewperestiya û çanda Kurdî pêşdixist.
"Major Soane in Sulaimaniyah". Journal of The Royal Central Asian Society (bi îngilîzî). 10 (2): 145–148. 1923. doi:10.1080/03068372308724835. ISSN 0035-8789.
"Current affairs in 'Iraq: From a Correspondent in Baghdad". Journal of The Royal Central Asian Society (bi îngilîzî). 10 (2): 139–144. 1923. doi:10.1080/03068372308724834. ISSN 0035-8789.
Fraser, Theodore (1923). "Correspondence: Major Soane in Sulaimaniyah". Journal of The Royal Central Asian Society (bi îngilîzî). 10 (3): 263–263. doi:10.1080/03068372308724846. ISSN 0035-8789.
Edmonds, C. J. (1936). "Soane at Halabja: An echo". Journal of The Royal Central Asian Society (bi îngilîzî). 23 (4): 622–625. doi:10.1080/03068373608730766. ISSN 0035-8789.
Tejel Gorgas, Jordi (7 tîrmeh 2008). "Urban Mobilization in Iraqi Kurdistan during the British Mandate: Sulaimaniya 1918–30". Middle Eastern Studies (bi îngilîzî). 44 (4): 537–552. doi:10.1080/00263200802120608. ISSN 0026-3206.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Ely Bannister Soane, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.