Şerê Cîhanê yê Yekem pevçûneke çekdarane ya mezin bû ku piraniya welatên Ewropayê û cîhanê tê de pişikdar bûn.
Ew şer ji sala 1914an heta 1918an berdewam bû. Pevçûn di çiriya paşîn a 1918an de bi dawî bûn, lê şer li Xêveya 1919an bi Peymana Versayê bi awayekî fermî bi dawî bû. Di vî şerî de bi milyonan mirov hatin kuştin û ruxsara siyasî ya cîhana nûdem hat guhertin.
Şerê Cîhanî yê Yekem | |
---|---|
Dema destpêkirinê | |
Dema bidawîbûnê | |
Beşdar |
|
Hejmara miriyan | |
Pêk tê ji |
|
| |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Şer di navbera hêzên hevalbend (Fransa, Brîtanya, Rûsya, DYA û paştir Îtalya) û Hêzên Navend (Împeratoriya Almanyayê, Împeratoriya Awistirya-Mecaristanê, Bulgaristan û Împeratoriya Osmanî) ve pêk hat. Serkeftiyên şerî welatên hevalbend bûn, lê jihevnegirtinên piştî dawîbûna şerî, nemaze nerazîbûna Almanyayê li ser hindek bendên Peymana Versayê, rê li himberî hilbûna agirê Şerê cîhanî yê duyem xweş kir.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Şerê Cîhanî yê Yekem, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.