Siyaset an polîtîka (ji yewnanî: Πολιτικά, politiká, 'karûbarê bajaran') an jî ramyarî komek çalakiyan e ku bi girtina biryarên di koman de, an celebên din ên têkiliyên hêzê di nav kesan de, wek dabeşkirina çavkaniyan an statûyê ve girêdayî ne.
Beşa zanista civakî ku li ser siyaset û hikûmetê lêkolîn dike, wekî zanista siyasî tê binavkirin.
Siyaset di çarçoveya “çareseriya siyasî” de dikare bi awayekî erênî were bikaranîn., ku ji lihevhatin û bêşiddetiyê pêk tê an jî dikare wekî "huner an zanista hukûmetê" bê binav kirin, lê bi gelemperî têgînek neyînî jî hildigire. Têgeh bi awayên cûrbecûr hatiye pênase kirin, û nêzîkatiyên cihêreng di bingeh de jî dihewîne, digel pirsa ka divê ew bi berfirehî an sînordar, bi ezmûnî an normatîf were bikar anîn, û ka nakokî an hevkarî jê re girîngtir e.
Siyaset bi taybetî qada jiyana giştî, lê beşek jî qada jiyana taybet (bihevrejiyan) a welatiyan, kiryar û xebatên ji bo rêvebirina civakê li hundir û derve û her wiha avakirina îrade û biryargirtinê di derbarê mijarên civakê de bi rê ve dibe. Bi awayên razber, di zanista siyasî de behsa "belavkirina nirxan (madî, wekî pere, an ne-madî, wekî demokrasî)" jî tê kirin.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Siyaset, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.