Agirî (bi tirkî: Ağrı) navê parêzgeheke bakurê Kurdistanê ye.
Navenda navçeyê Qerekose ango Agirî ye
Parêzgeha Agiriyê | |
Koda parêzgehê: 04 | |
Nexşeya navçeyan | |
Kargêrî | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Serbajar | Qerekose |
Walî | Musa Işın |
Demografî û erdnîgarî | |
Gelhe (2015) - Gelhê bajaran - Gelhê gundan | 549.435 kes 299.628 kes 249.807 kes |
Rûerd | 11.376 km2 |
Berbelavî | 46,7 kes/km2 |
Binebeş | |
Hejmara navçeyan | 8 navçe |
Hejmara bajarokan | 12 bajarok |
Hejmara gundan | 566 gund |
Agahiyên din | |
Dem | UTC+2 |
Koda telefonê | (+90) 472 |
Parêzgeh navê xwe ji Çiyayê Agirî digre. Navê çiya, yê herî kevn bi farisî "Kuhî Nûh" yanî çiyayê Nûh bû. Ararat jî navek wî yê herî kevn e. Bi zimanê Ermenî " Masîs", bi zimanê erebî jî jê re "Cebel el Haris (Agirî ya mezin) û Cebel el Havayrîs (Agirî ya biçûk) dihat gotin. Kurd ji vî çiyayî re Grîdax jî dibêjin. Navê bajêr bi kurdî Agirî ye (ji ber ku çiyayê Agirî çîyayekî etunîye yanî berê volkanek bû . Kurdan jê re Agirî digotin). Nav ji alî tirkan ve wek "Ağrı" hatiye guhertin.
Bajarê Agirî li ser Deşta zêdka, li rex çemên Mûrad û Sînegê, li jêra Girê Qijik Tabo ava bûye. Agirî ji çend bajaran yek e ku bi destê gelê kurd ve hatiye avakirin. navê vî bajarî yê herî kevn jî mîna navê Agirî kurdî ye. navê Agiriyê yê herî kevn Şarbilax e. wateya şarbilax ê ev e: Şar (bajar) bilax (cîhê avî, an jî çavkaniya avê) dema şar û bilax têne ba hev, dibe dibe çavkaniya ava bajêr. Hin kal û pîrên herêmê ji vî bajarî re Çolereş jî dibêjin.
Berî Îsa (Zayîn)
Pishtî Îsa(Zayîn)
Bajar di nav paralelên 39° - 05´ û 40°- 07´ bakûr û merîdyenên 42°-20´ û 44°- 30´ rojhilat de ye. Bajar li bakûr bi Qersê, li rojava bi Erziromê, li bakûrê rojava bi Bîtlîs û Wan û li rojhilat jî bi hudûdê bajarê Mako ve tê girêdan.
Pîvana erdê bajar 11.066 km2 ye. Şiklê erda bajêr % 46 wê ji mêrg û merayan,% 3 ji golan, % 25 deşt û zozanan û %25 wê jî ji çiya û zinaran pêk tê. Li heremê genim, ceh, kixsên şekir û keten tên çandin.
Li heremê klîmek reshayî hukum dike. Bajarek herî sar ji yên Kurdistanê ye. Salê şeş mehan berf li erdê ye. Dawiya meha nîsanê berf destpêdike dihele. Havînan jî herêm hênik derbas dibe.
Deşta Zêdkan û Qerekose yên herî mezin in li herêmê (341 m2), deştek din jî Deşta Patnos û Giyadînê ye. Bilind bûna zozanên herêmê digîhîjên heta 2000 m yî. Li wan zozanan kanî yên ku ava wan cemîdî û mêrgên şîn jî hene. Ji zozanên Agiriyê yên herî bi nav û deng jî zozana Sînegê ye. Devîdevî sê sed û çar sed êl lê datînin. Hewa vê zozanê pir xweş e. Li vê zozanê herî zehf pez tên xweyî kirin, lê belê ligel wê dewarjî tên xwedî kirin. Gola sînegê jî gelekî mezin e û gel jê giha diçine.
Çiyayê herî bilind ê Kurdistanê li Agirî yê ye. Çiyayê Hama (3243 m), Çiyayê Kosedax (3433 m), Tendûrek (3542 m), Agiriya biçûk (3925 m), Agiriya Mezin (5137 m). Çiyayê zore(3573 m) Çiyayê Agiriya mezin, çiyayê herî bilind yê Kurdistanê ye.
Çemê herî mezin ê herêmê, çemê Mûradê ye. Wekî din çemê biçûk jî li heremê peyde dibin. Hinek ji wan ev in; Şêriyan, Zêdkan, Gelûtan. Li herêmê du golên biçuk jî hene.Gola Masiyan (Balixgol) û Saz.
Gola Masiyan (bi tirkî: Balık Gölü), gelê herêmê Gola Kuştiyan jî dibêje. Gol, 60 kîlometre li aliyê Bakurê Rojavayê navçeya Bazîdê a ku li Agiriyê ve ye. Bilindahiya wê ya ji deryayê 2.245 metre ye, qada wê 34 kîlometrekare û yek ji cureyên golê ku ji benda lawê çê bûye ye.[1]
Gola Masiyan yek ji cihên turîstîk û seyranê ye. mirov dikare du rêyan xwe bighîne golê. Riya herî kurt a diçe golê riya Avkevirê a 27 km ye. Ev riya 27 km ye bi rêya Bazîdê a 60 km temam dibe. Li dora Golê saziyên mêvanxaneyan ên ku di sala 1985an de hatiye avakirin û xizmetê didin gel hene. Ava vexwarinê ya navçeya Bazîdê ji vê golê tê.
Li Agirî nifûsek pir bilind bi xwedîkirina heywanan mijûl dibin. Ji bilî heywanên kedî li heremê li çayir û golan ordekên kovî, qaz, kew û li alî çiya jî gur û rûvî peyde dibin.
Tevahiya ya serjimara herêmê (tevli gundan) 549.435 e. Pir serjimarekî giran ji bajarên din koçberî kirin hatin. (neziki 500.000 mirov bajaren din dijî)
Ji welatên cuda cuda her sal pir turîst tên herêmê ji bo ku hilkishin ser Çiyayê Agirî. Qesra Îsaq Paşa jî ciyek e ku ji alî turîstan ve tê zêwî kirin. Tirbê Ahmedê Xanî jî li navça Bazîdê ye û ji alî kurdan ve tê zêwî kirin. Germavên Giyadîn û Dambat jî ciyên vehêsanê ne.
Li Giyadîn kukurt, li Bazîdê kevirê ponz, li Tûtaxê xwê, li Avkevirê ava maden û li Zêdkanê jî lînyît ji bin erdê derdikeve.
Serjimara bajar tevahiya Misilman in, hejmara Xiristiyanan pir kêm in. Piraniya serjimarê ji kurdan pêk tê, Azerî jî wek ciwaka duyem li herêmê hene.
Xwarina herî meşhûr qelî ye. Kufteya Evdîgor, xîngel, mertoxe, xaşîl, savara bigoşt, helîse, karêberg, keşk û girar xwarinên mehelî ne ku li herêmê tên xwarin.
Zilam kefî (pûşî) didin serê xwe. îşlig û êleg (oyma) li xwe dikin, di binî de jî şalwar (qadi) li xwe dikin. Li ser şalwar kefiyek li pişta xwe girê didin. Pêlavek ku li heremê ji re dibêjin, "yemenî" û gorên bi desta çêkirî ku heta çongê dirêjin li nigê xwe dikin. Jinên Agirî fîstanek ku ji re dibêjin "entarî" li xwe dikin. Carna jî çarşefa reş li xwe dikin. Di nigan de gorên ji hirî çêkirî hene.
Rastî li navenda Agiriyê û navçeyên mîna Bazîd û Dutaxê zêde eşîrtî tune ye. Gelek kes nizanin ku ji kîjan êlê ne jî. Lê navçeyên mîna Panos, Giyadîn, Avkevir û Hewaran (Xamûr) eşîrtî gelekî zêde ye û gelek caran şer di navbera êlan de jî dertên.
navên rastî (kurdî) û navên tirkî
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Agirî (parêzgeh), which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.