Lîza Xanim an jî Lîza Xanima Caf helbestvaneke kurd bû ku di qada wêjeya kurdî de cihekî girîng di dîrokê de digire .
Lîza Xanim | |
---|---|
Jidayikbûn | sedsala 11an Şehrezûr |
Pîşe | Helbestvan |
biguhêre |
Liza Xanim di sedsala 11an de jiyaye. Ew bi eslê xwe ji bajarê Şehrezûrê ye . Lê belê demek dirêj a jiyana xwe li Luristanê derbas kiriye. Di pirtûka Serencamê de tê gotin , ku Lîza Xanim yek ji alîgirên Şaxweşîn tê pejirandin yê ku rêbazê yariyan bi rê ve dibir . Lîza Xanim, hin helbestên dumalik ên gelek xweş û balkeş li pey xwe hiştine. Ew di lêdana tembûrê de jî şareza û hoste bû. Wê helbestên bi awaz û bi lêdana tembûrê li civatan û diwanxaneyan digotin.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Lîza Xanim, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.