Serhed herêmeke Bakurê Kurdistanê ye.
Bajarên Çewlîg, Erzirom, Mûş, Agirî û Qers (Serhed) li Bakûrê Kurdistanê û herêma sersînorî ya li parêzgeha Azerbaycana Rojava dikevin nav tixûbe vê herême. Navê xwe ji “serxet“ê digre.
Gelê Serhedê di pirraniya xwe de Kurd in, belê hin komên ecem (azerî), terekeme (qerepapax), romî û ereb (li Mûşe) jî li herême dijîn. Zêdeya kurdên serhedî misilman in, gelek gundên kurdên qizilbaş jî li Wan, Erzîrom, Erdêxan, Mûş û Çewlîgê hene. Kurd bi devoka Serhedê ya kurmancî û kirmanckî diaxivin.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Serhed, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.