Sedrenc (ji sanskrît catír anga, ji çar parçeyan pêkhatî anku, ji çar parçeyên leşkerî pêk tê: fîl, erebe, siwar û piyade) , bi erebî û farisî: shatranj) kişik, şetrenc an jî şaxmat lîstikeke gelek kevn a ku ji Hindistanê hatî di sedsala şeşan de ji aliyê faris û ereban ve li Kurdistan û Ewropayê hate belavkirin.
Ev lîstik ji bo du kesan e û her yek ji yarîkeran bi 16 keviran li ser texteyekî çargoşe dilîzin.
Sedema vê lîstikê ev e ku yarîkerek şahê yarîkerê din kiş bike heya ku şah nekaribe bi cih bike. Lê belê, koka lîstikê pir remzî ye: şerê di navbera yê spî û yê reş de, ronahî û tarî, roj û şev...
Di lîstika sedrencê de 16 kevirên spî û 16 kevirên reş tên bikaranîn. Yarîkerê ku bi kevirên spî dilîze lîstikê destpê dike. Navên keviran ev in:
Texteyê sedrencê çargoşe ye û ji 64 kareyên spî û reş pêk tê.
Mîrê Botan, di dema Mem û Zînê de, bi sedrencê dileyize û Ehmedê Xanî wê tîne ser zimên.
Li Kurdistanê gelek yaneyên sedrencê hene. Du ji wan Yaneya Gare ya Dihokê û Yaneya Pêşmerge ya Silêmaniyê ne .
Yaneyeke sedrencê li Dihokê ye. Çend ji endamên vê yaneyê ev in: Karîn Kemal, Çinar Wirya, Zuha Mihemed û Mihina Se'ed.
Yaneyeke sedrencê li Silêmaniya Başûrê Kurdistanê ye. Beşdarên di hinde qehremaniyên sedrencê de Îmam Hesen, Dilpak Îsma'îl, Rena Se'ed û Zeyne Basil in.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Sedrenc, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.