Ertoşî yek ji eşîrên mezin ên kurda ye ku li gelek deverên Kurdistanê belav bûne.
Endamên eşîra ertoşiyan li bajar û bajarokên wek Colemêrg, Çelê, Wan, Elbak, Elkê, Şax, Payîzava, Gever, Dihok, Zaxo, Sêmêl, Şirnex, Şêxan, Panos, Melezgirt, Elcewaz û Xelat belav bûne.
Eşîra Ertoşî | |
Agahiyên gelemperî | |
Hoz | Gewdan Hacan Zewki Mamxuran Qeşûrî Şerefan Şîdan Xawiştan Xelîlan Zêdik |
Ziman | Kurdî (kurmancî, |
Herêmên dîrokî | Colemêrg, Wan, Şirnex, Agiri, Bedlîs û Mûş |
Demografî | |
Gelhe | ~ 7 milyon[çavkanî hewce ye] |
Bawerî | |
Dîn | Îslam (sunîtî) |
biguhêre |
Bi dûçûna çavkaniyên herêmî bingeha vê eşîr-konfederasyonê li gundê Ertoş ê ku bi Çelê ve girêdayî ye. Li vir belavî deverên din bûye. Bi dûçûna Martin van Bruinessen di dema mîrektiya Hekarî de du baskên civakê hebû, yek baska çep yek jî baska rast bû. Baska çepê aligiriya mîrê hekarî dikir û Pinyanişî bûn. Baskê rastê jî mixalifên mîrê hekarî bûn û ertoşî bûn.
Konfederasyona Ertoşiyan ji du baska pêk tê. Ji her du baskan re jî bi giştî 12 bab derketine. Baskê yekem mendkan e ku ji eşîrên alan, êzdînan û xelîlan pêk tê. Baska duyem hacîmendan e ku ji eşîrên şîdan, şerefan, hacan, gewdan, mamxuran, jirkî, qeşûrî û zêdikan pêk tê.
Ji van eşîran gewda îdîa dikin bingeha wan digehe xelîfeyê duyê yê îslamê Emer
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Ertoşî, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.