Şirnex bajarekî li bakurê Kurdistanê li Botanê û herweha navenda parêzgeha bi heman navî parêzgeha Şirnexê ye.
Wate ya wî navê "Bajarê Nûh" e . Bajarê Şirnexê di şerê sala 2016an de bi destê hêzên leşkerî yên dewleta tirkî bi temamî wêran bûye.
Navçeya Şirnexê Şırnak | |
Navçe | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Şirnex |
Serbajar | Şirnex |
Hejmara nahiyan | 2 nahiye |
Hejmara bajarokan | 4 bajarok |
Hejmara gundan | 14 gund |
Gelhe (2013) | 87.187 kes |
Rûerd | 1.864 km2 |
Berbelavî | 44,5 kes/km2 |
Bajarê navendî | |
Gelhe (2013) | 87.187 kes |
Koordînat | 37°31′11″Bk 42°27′34″Rh / 37.51972°Bk 42.45944°Rh |
Bilindayî | 1.385 m |
Koda postayê | 73000 |
Koda telefonê | (+90) 486 |
Di ser wateya navê Şirnex de fikrên cuda hene. Gora fikrê ku xelk bawer dike, navê Şirnex ji Şehr-î Nûh (bi erebî: Bajarê Nûh) tê. Gora fikrê din, navê eşîrek bûye navê bajar jî.
Berî Zayînê:
Piştî Zayînê:
Bajar di nav parelelên 42° 54´ û 40° 59´ bakûr û merîdyenên 38° 34´ û 37° 22´ rojhilat de ye. Li rojhilat bi Colemêrgê ve, li bakur bi Sêrtê ve, li başûr bi Dêrika bin xetê û Zaxo ve li rojava jî bi Mêrdînê ve tê girêdan.
Erda herêmê ji %75,7 ji çiyayan pêk tê. Pîvana zozan û deştan jî ji % 24,3 e. Li herêmê, deşta Silopî û Cizira Botan genim, kuncî, genimê şamî û pambû te çandin. Li Şirnex bi xwe nîsk û tûtin cihê giring in. Her wusa fêkiyên wek sêv, hinar, hêjîr, gûz, tirî, hirmî, qeysî û xox qasi têra hêremê tê çandin û li gundên ser qonaxa çîyayê Cûdî zeytûn jî tê çandin.
Li heremê avhewayeke reşahiyê heye. Havînan germ û zuha, zivistanan jî pir sar û şil û şilope derbas dibe.
Gabar (2.838 m), Cûdî (2.114 m), Mirgomar (1.807.m), Deşt, gelî û zozan: Li herêmê deşt û zozan ji ber çiyayîbûna heremê kêm in, lê ji ber ku li heremê pir çiya hene, gelîyên mezin li herêmê hene. Wekî; geliyê Dicle, gelîyê Botan û hwd.,kelê mêmo(qilaban,1924
Di navbera Silopî, Cizîr û Dêrika bin xetê de, di geliyê çemê Dîcle de ye. Dirêjbûna deştê 40 km û firehbûna wê jî 10 km ye.
Botan, Dîcle û Xabûr çemên herî mezin ên ku li herêmê diherêkin. Gol li herêmê tune ne.
Li herêmê babetên teyrên kovî yên li çiya dijîn pir in: pezê kovî, qertel, kew, baz û qajik hinek ji wan in.
Tevahiya sermijarî herêmê (tevî gundan) 475.255 e.
Li herêmê sereke dewlemendiya bin erd Komure. Wusa kû, komura ji derdora sêrgirê li başûrê Şirnex der tê, têri enerjiya hereme giş diki. Weke din nişanen neft, (petrol) hebi ji, ji aloziya li Kurdistan hêzên ser dest naxwazin û nahêlin lêgerin u derxistina dewlemendiyên bin erdiyen heremê çê bibe.
Li Cizîra Botan tirba Mem û Zînê, Medresa Sor taybetî ji alî gelê Kurd û turîtan ve tê ziyaretkirin
Muslumantî piraniya nifûsê pêk tîne. Li gundên Elkê û Qilava hinek Xirîstiyan jî hene. Piraniya civakê ji kurdan pêk tê. Û li Elkê (Beytüşebap), Tirba Sê Birayan jî ji aliyê gel ve tê ziyaret kirin.
Keşkek, penîr û Sîrik xwarênên naskirî yên herêmê ne. Lazime meriv xwarinên germ ên tam xweş jî ji bîr neke. Ser u pê, gutilk, serbidew, suryaz xwarnen herêmê ye cihegiringin.
Şal û şapik cilên herî naskirî ne ku li herêmê ji alî zilaman ve tên lixwekirin. Bi ser de jî îşligekî ku milên wî dirêj û nexşkirî (celehu) tê lixwekirin. Di lingan de goreyên ji hiriyê çêkirî û pêlavên ku jê re dibijin "reşik" tên lixwekirin.
Jinên herêmê fîstanên hevrişim ê rengîn ku dibiriqin li xwe dikin. Şalwarekî fireh û goreyên ji hiriyê li xwe dikin. Kefî an jî pûşiyê didin serê xwe. Pêlavên lastîk an jî çaroxê jî li werdigirin.
Li heremê cilên modern jî, bi taybetî van salên dawî tê lixwekirin.
Di 13ê adara 2016an de li Şirnaxê qedexeya derketina kolanan hat ragihandin û dorpêç û êrîşên li dijî Şirnexê dest pê kirin. Hêzên leşkerî yên dewleta tirkî piştî 246 rojan taxên Gazîpaşa, Yeşîlyurt, Îsmetpaşa, Dîcle, Cumhuriyet û Bahçelîevler bi temamî wêran dikin.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Şirnex, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.