Nûh ankû Nebî Nûh (îbranî: נֹחַ, נוֹחַ, Noaẖ; tîberî: Nōăḥ; erebî: نُوح, Nūḥ; yewnanî: Νῶε, Noe), di her çar olên mazin ên yek-xwedayî (dînên îbrahîmî) de kesê sereke yê efsaneya tofanê ye.
Li cîhanê rojava, xiristiyanî ola ku herî zêde pê tê bawerkirin. Xiristiyanî, bi sereke, ku çend mezhebên wê hebin jî, mezhebên sereke ên katolîk, protestan, û her wusa, li welatên weke Rûsya û hwd jî ortodoksî pêşketiye û heye. Hemû mezhebên wê de jî navê Nûh pîroz e. Li gorî îslamê jî Nûh pêxember e.
Dibêjin Nûh ji dûndana kurê Adem Sêt bû, navê bavê wî Lamex e. Li gorî efsaneyê, Nûh bû bavê çar kuran: Sam, Ham, Yafet û Kenan (Yam). Li gorî Tewratê sê kurên Nûh hebûn û Kenan kurê Ham e (Destpêkirin 9:19). Li gor efsaneyê diya kurên Nûh Waliye bû. Li gor Tewratê di dema tofanê de Nûh 600 salî bû û di 950 saliya temenê xwe de miriye (Destpêkirin 7:11; 9:29). Li gor Muhemmed pêxember (Al-Ankabut, 14) Nûh pêxember di destpêka tûfanê de 950 salî bû û li gor Kitab al-muamarîn a ji Abû Hatîm al-Sicistanî, Muhemmed pêxember bi tevahî 1450 sal kir û mir
Mehneya peyva Nûh bi îbranî ev e: "rehet" an jî "teselî". Bi zimanê îbranî dibêjin Noa'h. Bı goreyî zimanê Kurdî 'Nû' yani "teze" yani "nûha" dema ku mirov têde.
Çavkaniyên herî kevin ên li ser jiyana Nûh, kitêbên Tewratê ne. Du pêxemberên din jî, Îşaya pêxember û Hezekiyêl pêxember behsa serhatiya wî kirin.
Li gorî hin arkeologan Nûh keyekî sumerî yê bi navê Ziusudra bû ku di periyoda mezopotamî Cemdet Nesr (Jemdet Nasr) a salên 3100-2900 ên berî zayînê de li bajarê Shuruppak (îro girekî nêzîkî Bexdayê ye û bi navê Girê Fere (Tell Fa'rah) tê naskirin) jiya.
Li Wiki Commons medyayên di warê Nûh de hene
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Nûh, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.