Ehmedê Xanî (jdb.
1650 gundê Xanê, Colemêrg − m. 1707 Bazîd, Agirî), helbestvan, dîroknas, astronom, erdnas û fîlozofê mezin ê kurd e.
Ehmedê Xanî | |
---|---|
Jidayikbûn | 1650 an jî 1651 |
Mirin | 1707 (56-57 Salî) Agirî / Bazîd |
Esil | Kurd |
Bernav | Xanî |
Hevwelatî | Împeratoriya osmanî |
Perwerde | Medreseyên Kurdistanê Medreseyên Sûriyê Medreseyên Îranê |
Destûrname | Mele Camî |
Pîşe | Wêje, Dîrok, Fiqih, Astronomî, Erdnîgarî û Felsefe |
Serdem | Sedsala 17an (Serdema Nû) |
Bandorbar | Aristoteles, Hîpokrat, Farabî, Eliyê Herîrî, Şihabedînê Suhrewerdî, Îbn Erebî, Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran |
Bandorker | Mehmûdê Bazîdî, Îsmaîlê Bazîdî, Miradxan, Hecî Qadirê Koyî, Ebdurehmanê Axtepî, Hejar, Hêmin, Qanatê Kurdo, Mele Ehmedê Namî, Seîdê Nûrsî, Xelîfe Yûsif, Martin van Bruinessen û Wêjeya Kurdî |
Dîn | Îslam |
Dê û bav |
|
Malbat | Xaniyan |
biguhêre |
Ehmedê Xanî di sala 1650 yan jî 1651ê de li bajarê Colemêrgê li gundê Xanê hatiye dinyayê. Di sala 1707an de li Bazîdê wefat kiriye. Navê bavê wî Şêx Îlyas e, navê kalikê wî Eyaz e û ji eşîra Xaniyan e. Di derbarê zewaca wî de agahî tuneye lê tê gotin ku bi xwe qet nezewiciye.
Jiyana Xanî di nav perwerdehiyê de derbas bûye. Xanî perwerdehiya xwe ya pêşîn Quran û fiqihê li cem bavê xwe Şêx Îlyas digire, piştî xwendina li cem bavê diçe di medreseyên Bidlîs û Xelatê de dixwîne, xwendina xwe li Bexda, Şam, Heleb û di medreseyên Îranê de jî pêş ve dixe. Di medreseyên Îranê de hînê felsefeya îslamê, astronomî û fîlolojiyê dibe. Di medreseyên Sûriyê de jî hînî felsefeya yewnanê dibe. Xanî piştî demekî diçe bajarê Mekeyê heca xwe dike, ji wê şûn de diçe Misirê jî digere û dizivire Bazîdê.
Xanî bi xwe di bin bandora fîlozofên weke Arîstotelês, Farabî, Şihabedînê Suhrewerdî, Muhyedîn ibn Erebî, Eliyê Herîrî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û gelek fîlozofên din de dimîne û bi fikir û ramanên xwe ve rê li pêşiya fîlozofên dû xwe vekiriye. Ehmedê Xanî di dîroka kurd û Kurdistanê de bi nav û deng e. Derbarê pêşveçûna çand, huner, wêje û zimanê kurdî de cihê wî cuda û pir girîng e. Xanî di 14 saliya xwe de dest bi nivîsandinê dike, piraniya pirtûkên xwe bi kurdî bi zaravayê kurmancî nivîsandine. Xanî bi taybetî, ji bo ku zarokên kurda baş dîn û zimanê xwe hîn bibin pirtûkeke bi navê Nûbihara biçûkan dinivîse û nîvê pirtûkê jî dike ferhenga kurdî-erebî û ev ferhenga wî di dîroka kurdan de bûye ferhenga herî pêşîn û bi sed salan ve di Medreseyên Kurdistanê de tê xwendin.
Xanî tevê kurdî, çar ziman (tirkî, erebî û farisî) dizanî bû. Ehmedê Xanî ji bona perwerdehiya zarokên kurdan medrese jî vekiriye û li wir ders daye telebeyan. Di medresa Ehmedê Xanî de dersên olî fiqih û hedîs û dersên zanistê yên weke felsefe, dîrok, wêje, erdnîgarî, astronomî û hwd. dihatin dayîn. Helbestvanê binavûdeng Îsmaîlê Bazîdî û gelek wêjevanên kurd di bin bandora Xanî de mane. Ehmedê Xanî di sala 1707an de li Bazîdê diçe ber rehma Xwedê û tirbeya wî li Bazîdê ye.
Ehmedê Xanî netewperwerekî kurd bû û xwestiye ku yekitiya kurdan çê bike. Îxtîlafên di nava kurdan de ji bo wî, pirsgirekeke mezin bûye. Ji ber hindê ye ku wî di helbestên xwe de hertim qala yekitiya kurdan kiriye û li ser mijara pirsgirêka perçebûna civak û erdnîgariya Kurdistanê sekiniye û di berhema xwe de çareseriyê wisa nîşan dike;
|
|
Li gor Xanî, kêmasiya kurdan ji ereb, tirk û farsan nebûye, tenê kêmasî bêrêzanî û neyekbûna kurdan e. Bi kurtasî Xanî xwestiye ku gelê kurd ji binê mêtingeha ereb, tirk û farsan rizgar bikin. Helbesteke Xanî ya li dewletiyê:
Ez mame di hîkmeta Xwedê da Kurmanc di dewleta dinê da Aya bi çi wechî mane mehrûm? Bîlcumle ji bo çi bûne mehkûm? |
Lê di berhemên Ehmedê Xanî de, nijadperestî li dijî tirk, ereb û farisan tuneye. Ji xwe di hinek helbestên xwe de bi tirkî, erebî û farisî jî nivîsiye. Berî Ehmedê Xanî helbestvanên wek Eliyê Herîrî, Baba Tahir Hemedanî , Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran jî bi zimanê kurdî berhemên hêja afirandine, ango Xanî ne kesê yekemîn e ku bi kurdî helbest nivîsîne, lê ferqa wî ji wan helbestvanên kurdî yên berî wî ev e ku wî doza azadiya gelê kurd wek mijara sereke daye ber xwe. Berhema wî ya menzûm "Mem û Zîn" wek sertaca wêjeya kurdî ya klasîk tê pejirandin. Ew ji bo gelê kurd bûye çavkaniyeke netewî ya giranbiha. Xanî ji bo afrandina nasnameya netewî, ji bo bilindkirina alaya yekitî û azadiya kurdan ev berhem nivîsiye. Herçend ew destan-çîrokeke evînî be jî, hozanê mezin xwestiye bi riya wê çîrokê fikr û ramanên xwe, daxwaz û pêşniyazên xwe pêkêşê gelê xwe bike. Di xebat û fikir xwe de Firdewsî ji Îraniyan, Platon ji bo yewnaniyan, Rûstavelî ji bo Gurciyan çi be Ehmedê Xanî jî ji Kurdan ew e.
Dema kû mirov, li şexsiyeta Xanî mêze dike, bi hêsanî dikare bibêje: Kû Xanî jî dara Tûba ya Kurdistanê ye. Pir şaxên wê yên pîroz û bi xêr û bêr jî hene, ku ne bi tenê gelê Kurdistanê, belkî hemû gelê cîhanê dikarin ji wan fêkîyên wî yên ezîz û lezîz îstîfade bikin. Ew şaxên wî yên pîroz kû ez bikarim bihejmêrim eve; helbest û wêjê tesewuf û qeder felsefe û wehdetil-wucûd millet û welatparêziye.
Tê pejirandin ku Ehmedê Xanî di nav zanistvanên dinyayê de bi fikr û ramanên xwe mamosteyê sêyemîn e. Yê yekemîn Arîstoteles, yê dûemîn Farabî yê sêyemîn jî Ehmedê Xanî ye.
Ehmedê Xanî di 14 saliya xwe de dest bi nivîsandinê dike, heta dawiya temenê xwe gelek pirtûk bi zimanê kurdî nivîsand, pirtûkên wî yek a helbestan e, yek li ser astronomî û erdnîgariyê ye, yek li ser eşqa Mem û Zînê ye, yek ji bo zarokên kurda ye ku navê Nûbihara biçûkan lê kiriye, yek li ser felsefeyê ye, yên din jî pirtûkên îslamîne. Lê tenê çend pirtûkên wî xwe gihandine destê me ên dinê wendakirî ne.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Ehmedê Xanî, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.