Dîrok: Lêkolîna zanistî ya demên berê

Dîrok an jî tarîx lêkolîna zanistî ya zemanê berê ye ku bûyerên berê li gorî konteksta kronolojiyê û çavkaniyan bi sedem û netîceyên xwe bi awayekî rexneyî tên nirxandin.

Pisporên dîrokê dîroknas (dîrokzan, dîrokvan) in. Dîroknas di lêkolîna zemanê berê de çavkaniyên tarîxî yên wekî belgeyên nivîskî, tecribeyên devkî, nîşanên xwezayî û objeyên maddî wekî berhemên hunerî bi kar tînin.

Dîrok: Etîmolojî, Tarîf, Dîrok û pêşdîrok
Herodot (nêzîkî  484 b.z — nêzîkî 425 b.z.), gelek caran wek "bavê dîrokê" tê nasîn

Ên ku demên berê bi bîr nayînin, mecbûr in ku serpêhatiyên berê dubare bikin.

—George Santayana

Dîroknas bi riya vegotinan hewl didin ku zemanê berê fêm bikin û pêşkêş bikin. Bi gelemperî li ser kîjan vegotin bûyerekê herî baş rave dike û li ser muhîmiya sedem û netîceyên wan yên cuda nîqaş dikin.

Herodot, dîroknasekî yewnan ê sedsala 5an, di nav tradisyona rojavayê de wek "bavê tarîxê" tê nasîn, tevî ku carinan jê re "bavê derewan" jî hatibe gotin. Li gel Tûkûdîdesî, wî bingehên lêkolîna tarîxa mirovahiyê ya modern damezrand.

Etîmolojî

Kelîmeya "dîrok" herî pêşî di salên 1930î de wekî neolojîzmekê ketiye edebiyata kurdî. Du teorî li ser etîmolojiya vê kelîmeyê hene, li gorî yekê ji wan kelîmeya dîrok ji gotina "dûr" tê ku di hin devokên kurmancî de wek "dîr" yan "dwîr" tê gotin. Teoriya din bawer e ku "dîrok" ji gotina "çîrok" hatiye. Kelîmeya "hîstorî" di gelek zimanên ewropî de hem tê maneya dîrokê û hem jî çîrokê.

Tarîf

Dîrok: Etîmolojî, Tarîf, Dîrok û pêşdîrok 
Wênenîgariyeke Pirtûkxaneya Îskenderiyeyê

Dema dîroknas zemanê berê îzah dikin û tarîxê dinivîsin, çarçoveya dema xwe û fikrên serdest ên wê demê ber bi çav digirin. Carinan jî ji bo ku civaka xwe dersan peyda bikin dinivîsin. Bi hilberîna vegotin û analîzkirina bûyerên berê yên têkildarî mirovahiyê di zanista dîrokê de "vegotina rast a zemanê berê" tê çêkirin. Dîsîplîna dîrokê ya modern ji bo çêkirina vê vegotinê hewl dide.

Adeten, dîroknasan bûyerên berê yan bi nivîskî yan jî bi devkî tomar kirine û hewl dane ku bi riya lêkolîna belgeyên nivîskî û vegotinên devkî cewaba pirsên tarîxî bidin. Ji destpêkê ve dîroknas çavkaniyên wekî abîde, kîtabe û resman jî bi kar anîne. Bi gelemperî, çavkaniyên tarîxî dikarin di nav sê kategoriyan de werin veqetandin: ên hatine nivîsandin, ên ku hatine gotin û ên ku hatine parastin. Dîroknas bi gelemperî her sêyan didin ber çavan. Lê nîvîs nîşanek e ku dîrokê ji pêşdîrokê vediqetîne.

Dîrok û pêşdîrok

Tarîxa cîhanê hemû bîra tecrûbeyên Homo sapiens sapiens ên berê ye, ku ew tecrûbe bi piranî di qeydên nivîskî de hatine parastin. Lê belê pêşdîrok di deverên ku li wir qeydên nivîskî yan kultura nivîsînê hîn tinebû dikole. Bi xwendina nîgar, resm, neqş û objeyên din ên hunerî re, mirov dikare hin agahî li ser jiyana berî nivîsandinê jî peyda bike.

Dîroknivîsî

Dîroknivîsî yan hîstorîografî tê çend maneyên ku têkildarî hev in. Ya yekem, tê maneya dîrok çawa hatiye hilberandin: çîroka pêşxistina metodolojî û pratîkan (nimûne, çûyîna ji vegotina biyografîk a demkurt ber bi analîzeke tematîk a demdirêj). Ya duyem, tê maneya çi tişt hatine hilberandin: beşeke taybet a nivîsandina dîrokê (nimûne, "Dîroknivîsiya çaxa navîn di salên 1960î de" de tê maneya "Berhemên dîroka çaxa navîn ên di salên 1960î de hatine nivîsandin"). Ya sêyem, tê maneya çima dîrok tê hilberandin: felsefeya dîrokê.

Rêbazên dîrokî

Rêbaza dîrokî ji wan teknîk û rêgezan pêk tê ku dîroknas ji bo lêkolînê û paşê jî ji bo nivîsandina dîrokê jêderên pileya yekem û delîlên din bi kar tînin. Herodot (484 b.z. — nêz. 425 b.z.) bi gelemperî wekî "bavê dîrokê" tê pejirandin. Lê belê Thukîdîdes (nêz. 460 b.z. — nêz. 400 b.z.) kesê yekem e ku di xebata xwe ya bi navê History of the Peloponnesian War (Dîroka Şerê Peloponnesî) de rêbazeke dîrokî ya pêşketî bi kar aniye. Berevajiya Herodotî, Thukîdîdesî dîrok wekî encama bijarde û kiryarên mirovan hesiband, û li sedem û encamên bûyeran nêrî.

Di destpêka serdema navîn de Augustînus li ser ramana xiristiyanî û ewropayî bibandor bû. Di serdema navîn û ronesansê de dîrok bi nêrîneke dînî dihat lêkolandin. Li dora 1800an, fîlozof û dîroknasê alman Georg Wilhelm Friedrich Hegel awireke laîk, û felsefeyê anî xebatên dîrokî.

Dîroknas û civaknasê ereb Îbn Xeldûn di pêşgotina pirtûka xwe ya Mûqadîme (1377) de dîqatê dane heft xeletiyên ku li gorî wî dîroknasan gelek caran dikirin. Di vê rexneya xwe de, Xeldûnî gotiye raborî tiştekî ecêb û hewcedara şirovekirinê ye. Xeldûnî digot ku divê nirxandina materyaleke dîrokî li gorî cudahiya çandî ya serdema xwe were pêkanîn, divê ji bo nirxandinê hin prensîb werin bijartin, û di dawiyê de, ji bo ku çandeke raboriyê binirxînin divê hewcedariya tecrûbeyan û herwiha prensîbên maqûl hebin. Îbn Xeldûnî gelek caran "xurafeyên batil û pejirandina daneyên dîrokî bêyî tenkîdê" rexne kiriye. Di encamê de Xeldûnî rêbazeke zanistî ya lêkolîna dîrokê pêşkêş kiriye û bi gelemperî jê re "zanista min a nû" gotiye. Rêbaza wî ya dîrokê bingehek ji bo çavdêrîkirina rola dewlet, ragihandin, propaganda û pêşhikûma sîstematîkî amade kiriye. Lewra ew wekî "bavê dîroknivîsînê" an "bavê felsefeya dîrokê" tê hesibandin.

Li Ewropayê, dîroknas di sedsalên 17 û 18an de, nemaze li Fransa û Almanyayê, rêbazên nûjen ên dîroknasiyê bi pêş xistin. Di xebatên nûjen de pirsên li jêr ên ku ji aliyê Gilbert J. Garraghan û Jean Delanglez ve wek rexneya çavkaniyê hatiye pêşkêşkirin tên bikaranîn:

  1. Kengî jêder hatiye nivîsandin an hilberandin (tarîx)?
  2. Li ku derê hatiye hilberandin (herêmîkirin)?
  3. Ji hêla kê ve hatiye çêkirin (nivîskarî)?
  4. Ji kîjan materyala berê heyî hatiye hilberandin (analîz)?
  5. Di kîjan forma orîjînal de hatiye hilberandin (yekpareyî)
  6. Nirxa eşkere ya naveroka wê çi ye (pêbawerî)?

Çar ji yên pêşîn wekî rexneya bilind; pêncem, rexneya jêrîn; û bi hev re wekî rexneya derveyî tên zanîn. Ji lêpirsîna şeşem û ya dawîn a derbarê çavkaniyekê de re rexneya navxweyî tê gotin. Bi hev re ev lêpirsîn wekî rexneya çavkaniyê tê zanîn. Rexneya çavkaniyê (an nirxandina agahiyê) pêvajoya nirxandina kalîteyên çavkaniyeke agahiyê ye, wekî rastî, pêbawerî û pêwendiya wê bi mijara di bin lêpirsînê re.

Zanistên alîkar ên dîrokê

  • Arkeolojî, lêkolîna çalakiya mirovahiyê bi riya vejandin û analîzkirina çanda maddî
  • Arşîv, lêkolîn û teoriya afirandin û domandina arşîvan
  • Dîplomasî, lêkolîn û analîzkirina metnî ya belgeyên dîrokî
  • Epîgrafî, lêkolîna nivîsarên li ser kevir û mermeran
  • Fîlolojî, lêkolîna zimanê çavkaniyên dîrokî
  • Heraldî, lêkolîna alavên zirxî
  • Numîzmatîk, lêkolîna pereyên kevn
  • Sîcîlografî, lêkolîna mohran

Senifandina beşên dîrokê

Ji ber ku dîrok zanisteke pir berfire ye

Ji ber ku dîrok zanisteke pir berfireh e, piraniya dîroknasan û berhemên wan li ser beşeke dîrokê radiwestin.

Dîrok dikare li ser van beşan were parvekirin:[çavkanî hewce ye]:

  • kronolojî (li gor serdeman yan demê)
  • cografî (li gor herêman)
  • welatî (li gor welatan an dewletan)
  • neteweyî (li gor gelan an miletan)
  • mijarî (li gor mijarekê)

Çavkanî

Girêdanên derve

Tags:

Dîrok EtîmolojîDîrok TarîfDîrok û pêşdîrokDîrok nivîsîDîrok Rêbazên dîrokîDîrok Zanistên alîkar ên dîrokêDîrok Senifandina beşên dîrokêDîrok ÇavkanîDîrok Girêdanên derveDîrokDîroknasHunerKronolojî

🔥 Trending searches on Wiki Kurdî / كوردی:

18ÛrartûBakur-amerîkiyên resenWanÛgandaElîf BiyanîLeyla û Mecnûn A Mele Mehmûdê BazîdîC (zimanê bernamesaziyê)SwîsreDîrokBraderAlî BaranÇadZimanê portûgalîIPhoneKînşasaMelayê CizîrîZimanê taylendîQoserŞahin DönmezMehMeryem XanKim KardashianPatîleBêgirîHozan AydinSimkoyê ŞikakKomara Afrîkaya NavendSkotlendaÇînAwistralyaHejmara Çapik ên Standardî yên NavneteweyîÛsame bin ZeydKoma Qamişlo - DayêKomara DomînîkKomara AgiriyêXetay (parêzgeh)Xelîkan (eşîr)Gîneya RojbendîSerhildana Şêx Seîdê PîranîTara MamedovaZimanê bav û kalanMunîhKamerûnDestperîHeştMiradxanê BazîdîMalbata ResûlkêJava (zimanê bernamesaziyê)FînlendaGûrizRobotÎnternetKurdîyi BaşûrîEbdilqehar ZaxoyîCristiano RonaldoKurdiya jêrînKomara Demokratîk a KongoKeleHerêma KurdistanêKalîforniyaPêgeh (înternet)ZerdeştîDaryûsê MezinPêncşemKenyaDîcleNasname🡆 More