Farabî, an jî Ebû Nesr Muhemmed ibn el-Ferex el-Farabî (farisî û erebî: Abū Nasr Muhammad ibn al-Farakh al-Fārābi) fîlozof û stêrnasê fars e.
Farabî | |
---|---|
Navê rastî | Abū Nasr Muhammad ibn al-Farakh al-Fārābi |
Jidayikbûn | 872 |
Mirin | 950 Şam |
Esil | Fars |
Hevwelatî | Tirkmenistan |
Pîşe | Fîlozof, Stêrnas û Muzîkvan |
Serdem | Serdema Zêrîn a Îslamê |
Bandorbar | Arîstotelês, Platon, Betlemyûs |
Bandorker | Şihabedînê Suhrewerdî, Îbn Sîna, Kîndî, Îbnî Ruşd, Îbn Bace, Ehmedê Xanî |
biguhêre |
Di sala 872'an li Farabê (Otrar) ya Tirkmenistanê ji dayîk bûye û di sala 950'an de li Şamê jiyana xwe ji dest daye. Navê wî yê rastî Muhemmedê kûrê Tahran kûrê Uzlug e û li rojava jî ew bi navê Alpharabius, Alfarabi û Abunaser tê naskirin. Ji bona ku ew li bajarê Farabê yê Qazaxistanê hatiyê dinê jê re dibêjin Farabî. Wî perwerdeya xwe ya serata li Farabê dest pê kir û bi şûnde jî li Rey û li Bexdayê xwend.
Dema ku wî li Haranê lêkolîn li ser felsefê dikir wî Yûhana bin Haylan naskir û rêgezên dibistana nepen fêr bû. Li Helebê ew bû mêvanê hukûmdarê Hamedanan Seyfûdewlet. Digel pir zimanên ku baş bi wan dizanibû; ji suryanî, erebî, farisî û tirkî û baş bi kurdî jî dizanibû.
Farabî di dema piştî mirina Pêxember Muhemmed û rewşa polîtîk a ku piştî wî re di navbera xelîfeyande derketiye jiyaye û ev rewş çavdêrî kirye. Ew bi giranî li ser têkiliyên olî û polîtîk sekiniye û ji bona ku şîroveyekî li vê rewşê bîne, ew li ser nivîsên Platon û Arîstotelês xebitiye. Gerek mirov vê rewşê bîne ber çavên xwe û nivîsên Farabî li gor vê yekê şîrove bike.
Farabî wek mijîyekî ensîklopedîk, bi taybetê bala xwe daye birêvebiriya polîtîk. Ji ber vê yekê gelek nivîsên wî şîrove û sentezên şexsî li ser felsefa Platon û Arîstotelês in.
Wî pirtukek bi navê "Lihevhatina fîlozofan Arîstotelês û Platon" nivîsand. Ev pirtuk bahsa "ramanên şêniyên siteya dilpak" dike. Wekî din wî kurtebirek li ser zagonên Platon jî nivîstiye.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Farabî, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.