Avhewa an jî Avûhewa, nîvekiya bûyerên meteorolojîk ên wekî germahî, xenam (nem), pestoya mehwayî (pestoya atmosferîk), ba, şilî ye ku li cihekî bi salan tê çavdêrîkirin.
Avhewa ji rewşa hewayê cuda ye. Hewa di nava hefteyek de diguhere belam avhewa bi salan nayê guhertin.
Hêlîpan, cih û bilindayî avhewaya cihekî karin biguherînin. Okyanûs û qadên ava mezin jî di nîşankirina avhewaya cihekî de roleke girîng digire. Avhewa bi giştî li gorî germahî û şiliyê tên senifandin. Senifandina herî pir tê bikaranîn, senifandina avhewayê ya Köppen e ku cara yekem ji aliyê Wladimir Köppen ve hatiye çêkirin.
Avhewa piştî demeke dirêj karin biguherin. Îstatîstîkên îroyîn didin xuyakirin ku di van salên dawî de cîhan ji berê germtir bûye. Bi vî awayî jî avhewa diguherin. Sedema vê guhertina germahiyê jî li gorî naseran germbûna kadî (global warming) e.
Ji avhewaya herêmekê re navên wekî hênkayî, dihm, sar, ziwa, tundra, tropîkal, ekvatoral, savan û hwd tê dayîn.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Avhewa, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.