Îbn Sîna an jî Ebû Elî el-Huseyn ibn Ebdullah ibn Sîna (bi latînî: Avicenna, bi farisî û erebî: ابو علی الحسین ابن عبدالله ابن سینا Abū Alī al-Husayn ibn Abdullāh ibn Sīnā) fîlozofekî navdar di beşên, felsefe, matematîk, astronomî, fizîk, kîmya, bijîşkî û muzîkê de xebatên girîng kiriye.
Wî hewl daye ku felsefeya Arîstotelês di çarçoveya misilmantiyê de şîrove bike.
Ebû Elî el-Huseyn ibn Ebdullah ibn Sîna | |
---|---|
Navê rastî | ابو علی الحسین ابن عبدالله ابن سینا |
Jidayikbûn | 980 |
Mirin | 21ê hezîrana 1037an Îran / Hamedan |
Esil | Faris |
Pîşe | felsefe, matematîk, astronomî, fizîk, kîmya, bijîşkî û muzîk |
Serdem | Serdema Zêrîn a Îslamê |
Bandorbar | Arîstoteles, Hîpokrat, Dînewerî, Bîrûnî, Kîndî |
Bandorker | Şihabedînê Suhrewerdî, Omer Xeyam, Nesîredînê Tûsî, Albertus Magnus |
biguhêre |
Li Ewropayê bi navê Avicenna (Avîsena) tê naskirin.
Îbn Sîna di tirmiha 980an de li Afşena gundekî Herîsa, li herêma Xorasanê hatiyê dinê û li 21 hezîranê sala 1037an de li Hamedanê çûye ber dilovaniya xwedê. Bavê wî ji bajarê Belxê bû ye û di dema Keyetiya Nûh Mansûr çûye Buxarayê.
Îbn Sîna, pêşî ji bavê xwe û şûnde jî ji zanistên navdar Natîlî û Îsmaîl dersên mentiq, matematîk û astrolojiyê girtine. Wî di 7 saliya xwe de, pirtûka misilman an Quranê ji ber kiriye. Ew demekê di beşa bijîjkiyêde li ser sedemên belavbûna naxweşiyan xwebitî û li ser tedawiya wan sekinî.
Pirtûkên Îbn Sîna yên dinê jî li ser metafizîk, matematîk û astronomiyê ne.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Îbn Sîna, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.