Bêhawayiya bêhawayî (bi erebî: تهافت التهافت, lat. Tahâfet et-tahafah) an jî Bêvaciya bêvacî, berhemeke fîlozofê Endulusî ya Îbn Ruşd (1126 - 1198) e.
Ew wê pirtûka li ser berhema Xezalî ya bi navê Bêvaciya fîlozofan (Bêhawayiya fîlozofan) (bi erebî: تهافت الفلاسفة, Tahâfet el-falâsifiyah) dinivîse û tê de lênêzbûna Xezalî ya fikrên fîlozofan rexne dike û fikrên Aristoteles û fîlozofên din li hembera Xezalî diparêze.
Wî di pirtûka xwe de ji berhema Xezalî de jêgirtin kirina û li ser wan jêgirtinan wek diyalogan pirtûka xwe bi zimanê erebî nivisandî ye. Kitêb ji hêlekê de jî gengeşiya navbera fîlozofên îslamê yên neoplatonîstên wek Farabî, Îbn Sîna û nimînerê Eşarîyan îmamê Xezalî ye.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Bêvaciya bêvacî, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.