Makeqanûna Yekîtiya Ewropayê anku Qanûna Bingehîn ya Yekîtiya Ewropayê anku Destûra Yekîtiya Ewropayê qanûnek e di navbera welatên Yekîtiya Ewropayê de lê hê nehatiye pejirandin.
"Makeqanûna Yeketiya Ewropayê" bi rastî ne makeqanûn e lê peymanek navneteweyî ye di navbera welatên endamên YEyê. Ew ne makeqanûn e ji ber ku, berevajî ku perlemanên welatan dikarin makeqanûnên wan biguherrînin, dezgehên YEyê nikarin "Makeqanûna YEyê" biguherrînin. Tenê perlemanên welatên endam yan jî gel bi referanduman dikarin wê biguherrînin.
Ger Makeqanûn wek hatî plankirin bêt pejirandin, ev guhartinên jêrîn dê di pergala YEyê de bi cih bên.
Li gor Makeqanûnê dê serokek bo Yeketiya Ewropayê bêt hilbijartin. Hêza wê / wî dê pirr sinorkirî be. Heyama serokatiya wê / wî dê ne ji pênc salan dirêjtir be. Karê wê / wî dê berdevkiya civînên bilind (zîrweyan) be.
Tê xwestin ku kesek ji hemî karûbarên YEyê yên bi hêzên derve re berpirs be. Wezîra/ê derve dê karûbarên niha yên nûnerê siyaseta derve Javier Solana bi cih bîne û di komisyonê de jî berpirsa/ê karûbarên derve be.
Karê komisyonê amadekirina pêşniyar-qanûnan û çavdêrîkirina bicihanîna qanûnan e. Niha her welatek endam maf heye komîserek xwe di komisyonê de hebe. Ji ber berfirebûna YEyê, belkî komisyon bêt bertengkirin û postên komîseran li welatên endam dorê bikin. Nûkirina komisyonê yek ji dijwartirîn arîşeyên Makeqanûnê ye.
Makeqanûn dê zêdetir mafê qanûndanînê li ser mijarên cuda-cuda bide perlemana YEyê.
Makeqanûn dê derfetên zêdetir bide bo biryardana bi dengdanê. Li gelek biwaran êdî mafê vetoyê di destê welatên endam de namîne. Armanc asankirin û lezandina biryardanê ye. Ev yek ji dijwartirîn xalên Makeqanûnê ye.
Welatên endamên YEyê dikarin bi biryarek yekdeng Dozgeriya Ewropî damezrînin. Dozgera/ê ewropî dê maf hebe dozan li dijî wan tawanan veke yên ku li herêma YEyê dijî berjewendiyên aborî yên YEyê ne, yan sinorên welatên endam derbas dikin, yan jî bazirganiya tilyakê ne.
Hêza biryardanê ya dezgehên YEyê li ser mijarên bazirganî dê zêde bibe. Ew dê xwe bigihîne bazirganiya eşyayî, xizmetguzariyê, bazirganiya mafên samanê giyanî û razemeniyên yekser yên derveyî. Anku YE dikare peymanan li ser van mijaran li gel hêzên derve, wek Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, girê bide.
Siyaseta derve ya hevpar dê bêt xurtkirin. YE dê ji berê zêdetir xwe bo karûbarên kontrolkirina krîzan amade bike. Bi taybetî Hêzên (leşkerî yên) Xebata Lezgîn dê bên afirandin. Welatên di YEyê de dê soz bidin ku hev dijî êrişên derve biparêzin. Herwa welatên endam soza alîkariyê dijî belayên mezin û êrişên teroristî didin hev.
Nirxên bingeha YEyê rêzgirtina li nirxê mirovî, azadî, desthilatiya gel, wekhevî, serdestiya qanûnê, mafên mirovan û yên endamên kêmeneteweyan in. YE dikare xwe bispêre van nirxan ger welatek endam wan binpê bike. Herwa dema welatek dixwaze bibe endam, dê jê bêt xwestin ku van nirxan bi cih bîne.
Welatvaniya YEyê welatvaniya li welatên endam temam dike. Her welatvana/ê YEyê maf heye li her welatê endam bijî yan bixebite û li kîj welatî be, li wir di hilbijartinên YEyê û yên deverî de deng bide.
Mafname beşek ji Makeqanûnê ye û mafên bingehîn yên welatvanên YEyê diyar dike.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Makezagona Yekîtiya Ewropayê, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.