Selahattin Demirtaş: Parêzer û siyasetmedarekî kurd

Selahattin Demirtaş, (jdb.

10ê nîsana 1973an, Palo, Xarpêt (parêzgeh) li Bakurê Kurdistanê) parêzer, nivîskar û siyasetmedarekî kurd e ku ji sala 2014an heta sala 2018an li gel Figen Yüksekdağ wekê hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan hevserokatî kiriye.

Selahattin Demirtaş
Selahattin Demirtaş: Salên destpêkê û xwendina wî, Kariyera siyasî, Hilbijartinên serokkomariyê
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan
Wezîfedarî
22ê hezîrana 2014an – 11ê sibata 2018an
BerêErtuğrul Kürkçü
PaşêSezai Temelli
Serokê Partiya Aştî û Demokrasiyê
Wezîfedarî
1ê sibata 2010an – 22ê nîsana 2014an
BerêMustafa Ayzit
Demir Çelik
PaşêPartî hat girtin
Binêre Partiya Herêmên Demokratîk
Parlamenterê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê
Wezîfedarî
22ê tîrmeha 2007an – 7ê tîrmeha 2018an
Herêma
hilbijartinê
Diyarbekir (2007)
Hekarî (2011)
Jiyan
Jidayikbûn10ê nîsana 1973an
Palo, Xarpêt, Bakurê Kurdistanê
Partiya siyasîPartiya Civaka Demokratîk
(Bêriya 2008)
Partiya Aştî û Demokrasiyê
(2008–2014)
Partiya Demokratîk a Gelan
(2014–didome)
Hevjîn
(z. 2002)
Zarok2
XizmNurettin Demirtaş (bira)
PerwerdeFakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê
Malperdemirtasinfo.com/ku
biguhêreBelge

Demirtaş di hilbijartina serokomariyê ya sala 2014an da dibe berbijarê serokomariyê ya HDPê û di rêza sêyem de cih girtiye. Di hilbijartinên parlamenê yên hezîrana sala 2015an de HDP ji sedî 13,1 û di hilbijartinên pêşwext ên mijdara sala 2015an de jî ji sedî 10,7 li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê deng wergirt. Selahattin Demirtaş ji 4ê mijdara sala 2016an ve girtî ye. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo hilbijartinên serokomariya sala 2018an Demîrtaş wek berbijarê xwe nîşan da û Selahattin Demirtaş ji girtîgehê kampanyaya xwe ya hilbijartinê bi rê ve biriye.

Di biryareke ku di kanûna sala 2020an de hat dayîn, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar da ku "dema girtina [Demirtaş] berdewamiya girtina (hevdem digel referandûma girîng a makezagonê û hilbijartinên serokatiyê)" û "meyla sîstematîk a "qirkirinê" ya muxalefetê ya Tirkiyeyê. dengan", berdewamkirina girtina Demîrtaş, armanca siyasî ya sereke ye."

Salên destpêkê û xwendina wî

Selahattin Demirtaş di sala 1973an de li navçeya Palo ya bi ser parêzgeha Xarpêtê ve jidayik bûye.

Demirtaş, dibistana seretayî û dibistana navîn li Amedê xwend û di ciwantiya xwe de li dikana a bavê xwe Tahir Demirtaş bi bavê xwe re karê tesîsatiyê dikir. Piştî ku di sala 1990an de dibistana navîn xilas dike beşdarî ezmûna zanîngehê ya sala 1991an bû û Zanîngeha 9 Eylül a Îzmîrê Beşa Birêvebiriya Karsaziya Deryayî qezenç kir. Demirtaş di sala 1993an de dîsa ket ezmûna zanîngehê û vê carê jî Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê qezenc kir.

Sedema xwendina wî ya hiqûqê, piştî vedîtina cesedê Serokê partiya HEPê ya bajarê Amedê Vedat Aydın û piştre di pêvçûnan de piştî 3 rojan birayê wî Nurettin Demirtaş di dema xwendina zanîngehê de li Zanîngeha Mûglayê dixwend, hate binçav kirin û 22 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Demirtaş aniye ziman ku jiber derfetên tineyiyê malbata wî nekarî jibo ku beşdarî doza birayê bibe, parêzer bigire.

Kariyera siyasî

Serokatiya komeleya ÎHDê

Piştî mezûnbûna beşa hiqûqê, di sala 2000an de, dema ku Osman Baydemir dibe serokê Komeleya Mafê Mirovan (İHD) ya şaxê Amedê, Selahattin Demirtaş jî di wî demê de beşdarî rêveberiya İHDa ya Amedê dibe. Di vê heyamê de, wî li ser gelek dozên binpêkirina mafên mirovan xebitî. Demirtaş anî ziman ku bûyera herî pê bi bandor dibe wê demê de windabûna Serokê Partiya Demokrasî ya Gel (HADEP) ya Navçeya Sîlopiyê , Serdar Tanis û Wekîl Ebubekir Deniz bû, û piştî encamên neyênî yên lêkolînan li Silopî û Şirnexê, wî ani ziman ku wî jibo dîtina cendekên wan wesaîta xwe hêdî hêdî di rê de heta Amedê ajotinbûn. Di sala 2004an de, Osman Baydemir di hilbijartinê de wek şaredar hate hilbijartin û Selahattin Demirtaş bû serokê İHDê ya şaxa Amedê.

Di axaftina xwe de ku wî di 2006an de, Demirtaş, ku bi têlefonê beşdarî bernameyek nîqaşê ya Roj TV bû û jiber " jibo serokê PKKê Abdullah Ocalan anî ziman "divê rola wî di çareserkirina pirsgirêka kurd de were nirxandin" lêpirsîn hate vekirin.  Doz di 2010an de hate bidawîkirin û 1 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn, lê dadgehê "bi biryara taloqê çevderiya ya 5 sala" da Demîrtaş ji vê dozê taloq kir.

Demirtaş di sala 2006an bi alîkariya malbata xwe nivîsgehek dadrêsî vekir, lê belê bi biryara hilbijartinên pêşwext ên sala 2007an û jiber qedexeya siyasî ya Parlamenterê berê yê DEP'ê ya Amedê Hatîp Dîcle, bi pêşniyara nasên Demirtaş jibo namzetiya "Bi Hezaran Namzetên Hêviyê" ku DTP û EMEP, ÖDP û SDP tevlî bûn, Demirtaş bû namzetên serbixwe yên parlamenteriyê û wek parlamenter hate hilbijartin.

Serokatiyên Partiyên DTP û BDPê

Selahattîn Demîrtaş dema 34 saliya xwe de wekî Serokê Koma Partiya Civaka Demokratîk (DTP) hat hilbijartin. Di sala 2009an de piştî ku Dadgeha Bingehîn tirk partiya (DTP) girt Demirtaş beşdarî partiya avakirî Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) bû

Di 1ê Sibata 2010an de ji ber qedexeya 5 salan a li ser sîyaseta ku li ser damezrêner û kesatîyên pêşeng ên DTP'ê hatibû danîn, di 1ê Sibata 2010an de di kongreya BDPê de Selahattin Demirtaş ji 288 dengan, 288 deng wergirt û Selahattîn Demîrtaş ku wek Serokê Giştî yê BDP'ê hate hilbijartin. Demirtaş di destpêkê ve di Pêvajoya Çareserîyê de ku destpêka hevdîtinên Osloyê yên sala 2009an de hatin dîtin, rolekî çalak girt ser xwe. Bi awayekî çalak tevlî doza Komkujiya Roboskî û dozên KCK'ê bû. Di nava 5 salên darizandinên KCK'ê yên li ser mijarên weke serbestberdana parastina Kurdan û kurtkirina dema dirêj a binçavkirinê de, bû dengê pêşeng. Di hilbijartinên 2011an de weke namzetê serbixwe yê Colemêrgê ku partiya wî û Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê piştgirî dida wî, weke parlamenter hat hilbijartin.

Hevserokatiya HDPê

Selahattin Demirtaş: Salên destpêkê û xwendina wî, Kariyera siyasî, Hilbijartinên serokkomariyê 
Dema hevserokatiya HDPê, Hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag

Di sala 2012an de bi kadroyên BDPê yên derbasî HDPê bûn re jibo ku avabûneke siyasî ya berfirehtir pêk were Di 22ê Hezîrana 2014an de tevî Fîgen Yuksekdag ji bo Hevserokatiya HDPê hat hilbijartin. Dema hevserokê HDPê de bû namzet ji aliyê partiya xwe ve ji bo Hevserokatiyê hate hilbijartin. Di 7ê Hezîrana 2015an de ji aliyê partiya xwe ve weke berbijêrê parlemana Stenbolê bo hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê hate hilbijartin.

Hilbijartinên serokkomariyê

Hilbijartina sala 2014an

Selahattin Demirtaş: Salên destpêkê û xwendina wî, Kariyera siyasî, Hilbijartinên serokkomariyê 
Selahattin Demîrtaş di sala 2015an de dema ku di mîtînga "Em ê aştiyê ava bikin" ya Bloka Aştiyê ya Stenbolê de diaxive.

Selahattîn Demîrtaş, yek ji 3 berbijarên ku di Tebaxa 2014an de cara yekê bi referandumê beşdarî hilbijartina serokomariyê bibû, bi rêjeya ji sedî 9,76 ê dengan stand û namzeta 3yem ya ku herî deng standiye.

Di dema kampanyaya hilbijartinê de TRT 1, TRT Turk, TRT Avaz û TRT Avaz û RTUK'ê serî li dadgehê da TRT Haber, TRT 1, TRT Avaz û RTUK'ê, Demîrtaş ani ziman ku di dema kampanya hilbijartinê de bi têrkerî wext jê re veneqetand, rexne kir. Di dema xebatên hilbijartinê de rexneyên xwe yên li ser dema TRT'ê ya ji bo namzetan bi gotinên "TRT xulamê we ye, bila bi şev û roj bixebite" anî ziman û rexne li Recep Tayyîp Erdogan kir ku jibo pêşniyara xwe ya ji bo bernameya televîzyonê ya zindî neda û got, "Eger hûn vê zilm dibînin ku destên xwe bidin destê me, silavê bide me, hûn ê çawa bibin serokê her kesî?" Jiber ku HDP bi awayekî diyarî mafê jinan diparêze, yek ji axaftinên Demirtaş ya balkêş ev bû; "Nîvê hilbijêran jin in. Ew ê ji sedî 50 û 1 ê qezenc bike. Pêdiviya me bi zilamekî heye. Ez ê dengê xwe bidim xwe" Ev gotin bû gotina herî navdar ên kampanya wî

Hilbijartina sala 2018an

Selahattin Demirtaş li ser biryara HDPê bû namzetê serokomariya sala 2018an hate nîşandan. Demîrtaş bi alikariya ya parêzerên xwe hemî kampanyaya xwe ya serokkomariyê li ser malpera xwe ya twîtterê û carek jî, di girtîgeha Edîrne yê de beşdarî bernameya TRTyê bû û di derbarê kampanya xwe ya serokkomariyê axivî. Selahattin Demîrtaş di axaftinekî xwe de di derbarê pirsgirêka Kurd wiha anî ziman; "Ne pêkane ku mirov li ser rê bimeşin û bi têgihiştinên ku HDP'ê ji nedîtî ve tên û weke bela li wan tê kirin, qala çareseriya pirsgirêkan bikin. Em di çareserkirina pirsgirêkên welat û civakê de xwedî helwesteke rêgez û exlaqî ne. Di vê çarçoveyê de deriyê me li kesî nayê girtin. Siyaset ne tolhildan e, çareserî ye."

Statîstîkên hilbijartinan

Hilbijartina serokkomariyê

Dîroka hilbijartinê Deng Rêjeya ji sedî ya dengan Partiya siyasî Nexşe
2014 3,958,048 9.76% Partiya Demokratîk a Gelan Selahattin Demirtaş: Salên destpêkê û xwendina wî, Kariyera siyasî, Hilbijartinên serokkomariyê 
2018 4,205,794 8.40% N/A

Parlementerî

Dîroka hilbijartinê Deng Rêjeya ji sedî ya dengan Hevserok Partiya siyasî Nexşe
Hezîrana 2015an 6,058,489 13.12% Figen Yüksekdağ Partiya Demokratîk a Gelan Selahattin Demirtaş: Salên destpêkê û xwendina wî, Kariyera siyasî, Hilbijartinên serokkomariyê 
Mijdara 2015an 5,148,085 10.76% Selahattin Demirtaş: Salên destpêkê û xwendina wî, Kariyera siyasî, Hilbijartinên serokkomariyê 

Herêmî

Dîroka hilbijartinê Deng Rêjeya ji sedî ya dengan Partiyên siyasî Nexşe
2014 2,611,127 6.29% Partiya Aştî û Demokrasiyê
Partiya Demokratîk a Gelan
Selahattin Demirtaş: Salên destpêkê û xwendina wî, Kariyera siyasî, Hilbijartinên serokkomariyê 

Girtina wî

Kampanyaya siyasî li dijî siyasetmedar û rêxistinên kurd

Di çarçoveya kampanyayeke siyasî ya giştî ya li dijî dijberên siyasî de - bi piranî li dijî siyasetmedar û çalakvanên kurd - Demirtaş, hevserok Fîgen Yuksekdag û 9 parlamenterên din ên HDPê di 3ê Mijdara 2016an de hatibûn girtin. Demirtaş bi "propagandaya terorê û endamtiya rêxistina terorê ya çekdar (PKK)" hat sûcdarkirin.

Ev kampanyaya li dijî dijberên siyasî bi talîmata hikûmeta Erdogan pêk hatibû. Di heman demê de 15 dezgehên ragihandinê yên alîgirê kurdan, ku di nav wan de rojnameya rojane Özgür Gündem û ajansa nûçeyan a Dîcle Haber Ajansı (DIHA) jî hebûn, hatin girtin û bi sedan saziyên sivîl hatin qedexekirin

Biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê

Di Sibata 2017an de Demîrtaş serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabû. Ji ber binçavkirinên siyasî (û girtina saziyên kurdan) Demîrtaş di sibata 2017an de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Piştre DMMEyê daxwaza serbestberdana demildest a Selahattin Demirtaş û tazmînatê kir.

Li gorî ajansa nûçeyan a Reutersê di biryarê de wiha tê gotin:

"Dadgeh digihîje wê encamê ku sedemên ku ji hêla rayedaran ve ji bo girtina pêşdarazê hatine destnîşan kirin, di serî de ji bo veşartina sedemên siyasî bûn."

DMMEyê di biryara xwe de diyar kir ku binçavkirina Demîrtaş di dema referandûma sîstema serokatiyê ya sala 2017an a Tirkiyeyê û hilbijartinên Serokkomariyê yên sala 2018an de bi mebesta tepeserkirina pirdengiyê û sînordarkirina azadiya nîqaşên siyasî bû. Li gorî DMMEyê, di nav tiştên din de mafê azadiya îfadeyê û mafê azadî û ewlehiyê hatiye binpêkirin. Divê dewleta Tirkiye jî ji bo xisarên madî, zerarên ne madî û tazmînata lêçûnê bi giştî 60 hezar û 400 euro bide Demîrtaş. Biryara DMME ya Tirkiyê hê jî nehatiye cîbicîkirin.

Di 31ê kanûna paşîn a sala 2023an dema ku ew di girtîgehê de bû bavê wî Tahîr Demairtaş koça dawî dike. Hatiye ragihandin ku Selahattin Demirtaş şîna bavê xwe di hucreya xwe ya girtîgehê de digire û daxwaza beşdar bûna cinazeyê bavê xwe nekiriye.

Xelatên wî

  • Xelata bêtirsiya siyasî ya taybet a Progressive Alliance Awardsê (2019-Swêd)
  • Xelata mafên mirovan a Wimarê (2021-Almanya)

Jiyana taybet

Selahattin Demirtaş, di 2002an de bi Başak Demirtaş re zewicî û du keçên wan yên bi navê Delal û Dilda hene.

Çavkanî

Girêdanên derve

Tags:

Selahattin Demirtaş Salên destpêkê û xwendina wîSelahattin Demirtaş Kariyera siyasîSelahattin Demirtaş Hilbijartinên serokkomariyêSelahattin Demirtaş Statîstîkên hilbijartinanSelahattin Demirtaş Girtina wîSelahattin Demirtaş Xelatên wîSelahattin Demirtaş Jiyana taybetSelahattin Demirtaş ÇavkanîSelahattin Demirtaş Girêdanên derveSelahattin Demirtaş10ê nîsanê1973Bakurê KurdistanêFigen YüksekdağKurdPaloPartiya Demokratîk a GelanXarpêt (parêzgeh)

🔥 Trending searches on Wiki Kurdî / كوردی:

DînoAquileiaMehmet Akif ErsoyQoserMilkiyeta giştîMehabad (navçe)Zotika mirovMatematîkAlan TuringKendrick LamarArîn MîrkanFaşîzmErdheja Marakeş-Safî 202326ê adarêXwezaya mirovEfrînÎhsan Nûrî PaşaDêrika HemkoIPhone 1UnicodeNapoleon BonaparteInternet ExplorerGimgimLîsteya bajarên KurdistanêÇûkê mirovMalÎdirRoni MarguliesMinneapolisEşref AnyikWîkînûçeZerdeştOkyanûsa AtlantîkLéa SeydouxHakan FidanCengîz XanBRICSTransîstorFamîleya gloksînyayanÎmperatoriya BîzansêMeşa Rûmetê (LGBT)PiemontMahsum KorkmazAborîHobbit (pirtûk)LêkerRojbîn QizilTalat PaşaÎsaRomantîzmMihemed ŞêxoGirê MirazanErebê ŞemoAzerî (gel)NarniXinûsTara MamedovaFransayîPerû🡆 More