Roni Margulies, (jdb.
5ê gulana 1955an li Stembol, m 2023) nivîskar, wergêr , weşanger û rojnamevanekî navdar ê Tirkiyeyê ye. Yek ji demokrat û sosyalîstan e.
Roni Margulies | |
---|---|
Jidayikbûn | 5 gulan 1955 |
Mirin | 19 tîrmeh 2023 |
Hevwelatî | Tirkiye |
Perwerde | |
Partiya Siyasî | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Piştî dibistana amadeyî li Robert Kolejiyê (Koleja Robert), diçe Brîtanyayê. Li wir li ser aborînasiyê perwerde dibe. Margulies ji aboriyê bêhtir xwe dide polîtîka û wêjeyê, bi taybetî helbestê.
Margulies çepa tirk rexne dike ku xwe ji kemalîzmê dûr nagirin, di babeta kurd de statukoparêz û di qada navneteweyî de neteweperwer in. Bi pêşketina tevgera kurd re, çepgir û sosyalîstên tirk pirranî xwe dan aliyê dewletê û bûn dijberên kurdan. Margulies viya wekî "çepa tirk nebûye, tirkê çep hebûye" şîrove dike.
27ê tebaxa 2009an li Stembolê ji aliyê alîgirên partiya çepgir ÖDPê, êrîş lê hate kirin. Margulies endamê partiya DSİPê ye û di rojnameya Tarafê de dinivîse. Margulies bi eslê xwe ji gelê cihû ye.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Roni Margulies, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.