Bûyer
Kurdistan
- 1928 – Komara Tirkiyeyê yasaya "layiqiyê qebûlî destûra xwe ya bingehîn kir.
- 1930 – Hikûmeta Îraqî diyar kir ku zimanê kurdî li herêma kurdan zimanê fermî ye.
- 1956 – Li herêma Kurdistanê, Bêrecûkê pira herî dirêj a Tirkiyeyê li ser çemê Firatê hatiye avakirin. Pir, 720 metir dirêje û li ser 5 lingan hatiye rûnandin û 5 milyon lîreyê tirk (ên wê demê) mesref lê çûne.
- 1993 – Endamê HEP a Farqînê M.Halîm Yalçinkaya hatiye kuştin.
- 1993 – Reveberê HEP'a Qoserê Şeyhdavut Yalçinkaya di encama êrîşeke çekdarî de hatiye kuştin.
- 1999 – Gerîlayê kurd Mehmet…..yê bi navê xwe yê kod Harun Kato, li Xakurkê jiyana xwe ji dest da. (Harun Kato, di sala 1975an de li Basê ji dayik bû. Di sala 1991ê de tevlî nav refên gerîlla bû.
Cîhan
- 1938 – Yek ji serokên sosyalîzmê Troçkî enternasyonala çarem damezrand.
- 1946 – Li Japonê yekem car bi beşdariya jinan jî, anketek hatiye çêkirin.
- 1972 – Li Îranê li gorî pîvana Richterê bi mezinahiya 7.1ê erdhejek qewimî. Di erdhejê de 5.054 kes mirin.
- 1973 – Hêzên Îsraêlê êrîşî ser Bêrûtê kirin û yek ji serokên filîstînî Ebu Yusuf En-Neccar, Kemal Advan û Kemal Nasir kuştin.
- 1982 – Komek cihû yên ji aliyê Kahana, xwestin bi darê zorê bikevin Mescîdî Aqsayê.
- 1988 – Li Efxanistan Îslamabadê cebilxane teqiya, 90 kes mirin.
- 1993 – Yek ji serokên reşikan ê Afrîkaya Başûr Chris Hani hatiye kuştin.
- 1998 – Di navbera katolîk û protestanên li Îrlendaya Bakur de peymana aştiyê ya Belfastê hatiye mohrkirin.
Jidayikbûn
Mirin
Cejn û salveger
Çavkanî
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article 10ê nîsanê, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.