Bûyer
Kurdistan
Cîhan
- 1793 – Li Japonyayê Volqana Unsen teqiya; 53.000 kes mirin.
- 1866 – Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê yekem peyka meteorolojiyê şande fezayê.
- 1889 – Yekem makîneya şûştina firaxan, li Şîkagoyê hatiye firotin.
- 1910 – Li Albanyayê, li hemberî dewleta Osmaniyan serhildan destpê kir.
- 1921 – Li Fîlîpînan agir derket: 15.000 kes bê mal man.
- 1939 – Nijadperestên di serokatiya Franco de ketin Madrîdê û bi awayekî fermî beyankirin ku wan şer qezenç kiriye. Di 17ê tîrmehê de di serokatiya General Franco de serhildaneke leşkerî ku weke tevgera 14ê tîrmehê ango şerê navxweyî tê zanîn, destpê kir. Serhildana leşkerî ya di serokatiya General Franco de, di 1ê nîsanê de bi merasîma felatê bi dawî bû û di 29ê îlona 1936an de jî Franco bû serokê rêvebiriya nijadperest.
- 1950 – Neteweyên Yekbûyî, plana ku dibêje bila Orşelîm bibe du beş qebûl kir.
- 1956 – Saziya sîxuriyê ya Almanyayê, Bundesnachrichtendienst, hatiye damezrandin.
- 1974 – Ayetula Xumênî, li Îranê banga Komara Îslamî kir.
- 1979 – Li Îranê Komara Îslamî hatiye îlankirin.
- 1979 – Li Îranê referandûm çêbû. Piraniya xelkê li Îranê ji bo rejîma Îslamî dengê xwe bi karanî û Îran bû komareke Îslamî.
Jidayikbûn
- 1815 – Otto von Bismarck, mirovê dewletê û ramyarekî alman
- 1908 – Abraham Maslow, psîkologê amerîkan
- 1932 – Mihemed Brahîm Arcomandî, pisporê psîkoanalîzê
- 1933 – Claude Cohen-Tannoudji, fizîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1937 – Yilmaz Guney, derhêner û lîstikvanê kurd
- 1939 – Abdullah M. Varlı, nivîskar û lêkolînerê kurd
- 1940 – Wangari Maathai, zanista xwediya Xelata Nobelê
- 1969 – Mahsun Kırmızıgül, derhêner û stranbêjê esilkurd
- 1974 – Mehmet Akbaş, stranbêjê kurd
- 1975 – Zelemele, stranbêjê kurd
Mirin
Cejn û salveger
- 1-7 nîsanê heftiya têkoşîna li hemberî nexweşiya Kanserê ye~!
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article 1ê nîsanê, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.