Bûyer
Kurdistan
- 1994 – Reveberê DEP'a Şemzînanê Kazim Sîgîn hatiye kuştin.
- 1995 – Li Başûrê Kurdistanê, di dema operasyona artêşa tirk ya bi navê Çelik de 7 cotkarên kurd ku li ser rê bûn û dixwestin biçin navçeya Sersingê, ji aliyê leşkerên tirk ve hatin serjêkirin.
- 2001 – Gerîlayê kurd Müslüm Aslan yê bi navê kod Serkeftin ê ji Efrînê, li çiyayên Garê jiyana xwe ji dest da.
- 2002 – Damezirandina Partiya Çareseriya Demokratîk ya Kurdistan PÇDKê li bajarê Brukselê bi civîneke çapemeniyê hatiye îlankirin.
- 2016 – Li Nisêbînê di dema qedexeya derve de (roja 20.), hêzên YPSê bi vedana xefka bombeyî ya di avahiyekê de 6 leşkerên tirk kuştin. Di heman êrîşê de 4 leşker jî brîndar bûn.
Cîhan
- 1845 – Bezm-î Alem Valîde Siltan, ji bo misilmanên feqîr yekem nexweşxaneya sîvîl a bi navê "nexweşxaneya Gureba" ji xizmêtê re vekir.
- 1970 – Serxwebûna Qeterê hatiye îlankirin.
- 1902 – Yekemîn sînema hatiye damezrandin.
- 1922 – Stalîn bû sekreterê giştî yê Partiya Komînîst a Yekîtiya Sovyetê.
- 1948 – Çîroknivîsê tirk, Sabahattin Ali bi komployekê hatiye kuştin.
- 1962 – Yekem filîmê derhênerê rûsî, Andrey Tarkovskî, Zarokiya Îvan li Rûsyayê hatiye nîşandan. Ji awirê hûnera sînemayê ev filîm pir girînge û filîmê mezûniyeta Tarkovskî ye jî.
- 1973 – Leşkerên Îsraêlê li ser Bêrûtê operasyon lidarxistin. Di operasyonê de 3 serokê rêxistina Rizgariya Filîstînê hatin kuştin. Li ser vê yekê li Libnanê xwepêşandanên berfireh ên piştgiriya bi Filîstînê re hatin lidarxistin.
- 1982 – Piştî ku Arjentînê giravên Falklandê dagir kir, di 2ê nîsanê û 14ê hezîranê de di navbêra brîtanî û Arjentînê de şerê Falklandê derket.
- 1985 – Îsraêlê di berdêla ku filîstîniyan 3 leşkerên Îsraêlê serbest berdan 1100 filîstînî serbest berdan.
Jidayikbûn
- 1725 – Giacomo Casanova, nivîskar, leşker, sîxûr, dîplomat û maceraperestê îtalî
- 1805 – Hans Christian Andersen, nivîskarê danîmarkî
- 1840 – Émile Zola, nivîskarê fransî
- 1862 – Nicholas Murray Butler, fîlozofê xwediyê Xelata Nobelê
- 1897 – Soghomon Tehlirian, wezîrê Osmaniyan ê esilermenî
- 1899 – Peyami Safa rojnamevan, kunciknivîs û romannivîsekî tirk
- 1946 – Ebubekir Pamukçu, alîgirê MHPê û sîxûrê dewleta tirk
- 1975 – Fadime Şahindal, keçika kurd
- 1984 – Breanne Benson, pornostêrka albanî-amerîkî
Mirin
Cejn û salveger
Çavkanî
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article 2ê nîsanê, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.