Îslamabad, paytexta Pakistanê ye û nehemîn bajarê herî qerebalix ê welêt e ku nifûsa bajêr zêdetirî 1.2 milyon kes e.
Îslamabad ji hêla hikûmeta Pakistanî ve wekî beşek ji Qada Paytexta Îslamabadê bi rêveberiyek federal tê birêvebirin. Îslamabad di salên 1960î de wekî bajarek plansazkirî hatiye avakirin ku bajêr li cihê paytexta kevin bajarê Rawalpîndî yê wekî paytexta neteweyî ya Pakistanê hate destnîşankirin. Bajêr bi standardên jiyanê ya bilind, ewlekarî, paqijî û qadê keskahiyên zêde tê zanîn.
Îslamabad | |
---|---|
| |
اسلام آباد | |
Îslamabad li ser nexşeyê | |
Koordînat: 33°41′56″Bk 73°2′13″Rh / 33.69889°Bk 73.03694°Rh | |
Dewlet | Pakistan |
Li beşa îdarî | |
Paytexta |
|
Dema avabûnê | 1960 |
Îdarî | |
• Şaredar | Sheikh Ansar Aziz |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 906 km2 (350 sq mi) |
Bilindahî | 490 m (1610 ft) |
Nifûs | 1.014.825 (2017) |
Demonîm | îslamabadî |
Dem | |
Koda telefonê | 051 |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Mîmarê yewnanî Constantinos Apostolou Doxiadis plana sereke ya Îslamabadê sêwirand ku bajêr li ser heşt deverên wekî qada îdarî, qada dîplomatîk, deverên niştecîbûnê, deverên perwerdehî û pîşesaziyê, deverên bazirganî, deverên gundewarî û deverên kesk ên ku ji hêla Pargîdaniya Bajarê Mezin a Îslamabadê ve bi piştgirîya Desthilata Pêşxistina Paytextê ve têne rêvebirin, debaş kir. Îslamabad bi hebûna gelek park û daristanan tê zanîn ku di nav de Parka Neteweyî ya Girên Margalla û Parka Şakarpariyan heye. Bajêr malavaniya gelek nîşanan e ku di nav de Mizgefta Faysal heye ku pêncemîn mizgefta herî mezin a cîhanê ye. Nîşaneyên din ên berbiçav Bîrdarî û Qada Demokrasiyê ya Pakistanê ye.
Îslamabad ji hêla Gerdûnîbûn û Tora Lêkolînê ya Bajarên Cîhanê ve wekî Gamma + tê pênaskirin ku Îslamabad li Pakistanê xwedan lêçûna herî zêde ya jiyanê ye. Nifûsa bajêr him ji hêla hemwelatiyên çîna navîn û him jî hemwelatiyên çîna jorîn ve serdest e.
Îslamabad malavaniya bîst zanîngehan dike ku di nav de Zanîngeha Bahriyayê, Zanîngeha Quaydê Azam, Enstîtuya Endezyariyê û Zanistên Sepandî ya Pakistanê, Zanîngeha COMSATS û Zanîngeha Neteweyî ya Zanist û Teknolojiyê hene.
Di heman demê de bajar wekî yek ji bajarên herî ewledarê Pakistanê tê binavkirin û xwedan pergalek çavdêriyê ya radyofirekansê ya berfireh e ku bi 2000 kamerayan bajar herdem di bin çavdêrîkirinan de ye.
Ev gotara li ser bajarekî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Îslamabad, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.