Heyvgirtin, hîvgirtin an girtina heyvê, gava heyv dikeve nava siya cîhanê û tîrêjên rojê nagihîjin ser rûyê wê pêk tê.
Bi vî gavî heyv ji bo demeke kurt tarî dibe, heya ku heyv dîsa ji siya cîhanê derket.
Ev bûyera rojgernasî an astronomîk tenê di dema heyva tijî de pêk tê, lê divê roj, cîhan û heyv wekî 'germiçank'ekê li piş hev bisekinin. Bi vî havî siya navendê (umbra) û siya nîvê (penumbra) ya cîhane dikeve ser heyvê. Gava heyvgirtinek pêk hat, heyvgirtina pêşîn piştî heyv şeş car li ser xulgeha xwe geriya pêk tê. Gava heyv hêdî hêdî derbasî hindirê siya cîhanê dibe û bi tevahî tarî dibe, guhertina rengê rûyê heyvê bi çavên tazî pir baş tê dîtin. Ji vê bûyerê re (ji tê ketina heyvê ya hindirê siya cîhanê re) îmersyon tê gotin.
Li Wiki Commons medyayên di warê Heyvgirtin de hene
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Heyvgirtin, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.