Şêx Mehmûd Berzincî (شێخ مهحمودی حهفید) şoreşger û siyasetmedarekî kurd ê Başûrê Kurdistanê bû.
Bavê Şêx Mehmûd Berzencî, Şêx Seîdê Berzencî li Mûsilê bi tehrîka Îtihad û Teraqî ji aliyê gel ve hatiye qetilkirin.
Key / şah |
---|
Jidayikbûn | |
---|---|
Mirin | |
Cihê goristanê | |
Navê rastî | محمود الحفيد |
Sernavê esilzade | |
Pîşe | |
Xwişk û bira | Sheikh Qadir Hafid (d) |
Zarok | Sheikh Raouf, Baba Ali and Sheikh Latif (d) |
Şêx Mehmûdê Berzencî kurê şêxê Qadirî Şêx Seîdê Berzencî ye. Şêx Mehmûdê Berzencî ji nesla pêxember Muhemmed e. Piştî ku bavê wî di sala 1908ê de, ji alî osmaniyan ve hate kuştin, Şêx Mehmûd dewsa wî girt. Di salên Şerê cîhanî yê yekê de, ji bo avakirina dewleteke serbixwe xebitî. Bi vê armancê, bi kurdên Îranê re tifaq danî û li hember brîtanî û ereban şer kir. Sê caran dewleta serbixwe "Keyaniya Kurdistanê" îlan kir, xwe jî şahê dewletê nîşan da. Li hember êrîşên ereb û brîtanî heta sala 1932ê li ber xwe da.
Hêjayî gotinê ye ku Şêx Ehmedê Barzanî jî alîkarî dida Şêx Mehmûd.
Şêx Mehmûd di 9ê çiriya pêşîn a 1956ê de li nexweşxaneya Heyderiye ya Bexdayê çû ber dilovaniya Xwedê.
Ev gotara li ser siyasetmedarekî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Şêx Mehmûdê Berzencî, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.