Duçerxe

Duçerxe, an jî bisîklet alaveke veguhastinê ya bêmotor e ku ji du çerxan (pêçke, taye, totik, dolav) pêk tê.

Navê vê alavê yê giştî çerxe ye, ango çerxeyên siwarbûnê.

Duçerxe
Duçerxeya jiyana rojane
Duçerxe
Êdî kevn bûye
Duçerxe
Pisporê pêşbaziyan Jan Ullrich û çerxeya pêşbaziyê

Wate û cudatî

  • Çerxe, bo duçerxe, çerxên klasîk ên firxûnan, çerxên lîstika qumarê, çerxên ku nava wan ne bi giştî tije, ne tevayî girtîne.
  • Tot(ik), ji bo yên kadî, kadokî, kûrewî, yên wekî guleyê. Bo mînak totikên kursîpalek, paldankan. Heger çerxeyên wiha hebin (hene jî) mirov divê ji wan re bêje tot, dutot(ik), sêtot(ik).
  • Pêçke, yên wekî otomobîlan in. Beriya ku lastîk hebe, dora wan ji bo neterişe bi hesin dihate pêçandin. Niha ji ber ku êdî ji lastîkê ûêd ne, divê ji bo yên otomobîlan pêçke bê bikaranîn.
  • Dolav, ji bo yên di mal de tên bikaranîn e. Bo mînak dolava bîrê, ku weris lê pêçandiye û mirov dema wê bigerîna avê dikişîne jor. An jî ên di darbendan de tên bikaranîn.

Di hin devokan de dudolav, baskîl, bîsîklet, dutotik, dupêçke, biskilêt ûêd jî tên bikaranîn, lê bêjeya herî lê tê çerxe ye. Mixabin ji ber ku tevahiya wan nêzîkê hev in, an jî ji bo heman armancê tên bikaranîn, carnan tevlîhevî derdikevin.

Çerxe herwiha di werzişê de tê bikaranîn. Çerxeyên pêşbaziyê, yên çiyageriyê, motorçerxe hwd gelek cureyên wê di werzişê de bikar tên.

Yekem car sala 1791'ê tê çêkirin ku badoka wê nebû. Sala 1818'yê yekemîn çerxeya bi badok tê çêkirin ji aliyê Karl Drais ve.

Hin cureyên sereke yên bisîkletê

  • Ferçerxe, yekçerxe
  • Duçerxe
  • Sêçerxe
  • Çarçerxe
  • Motorçerxe, motorbîsîklet
  • Çerxeya çiyageriyê
  • Çerxeya pêşbaziyê
  • Çerxeya gerînê (bo zarokan, duçerxe ne û pêlikên-pedalên wê nînin)

Not

Çavkanî

This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Duçerxe, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.

Tags:

Duçerxe Wate û cudatîDuçerxe Hin cureyên sereke yên bisîkletêDuçerxe ÇavkanîDuçerxeÇerxe

🔥 Trending searches on Wiki Kurdî / كوردی:

HawarEvdalê ZeynikêErzîrom (parêzgeh)AsyaHecî EmerEbû Kamil ŞucaNazmi KırıkCegerxwînEdibe ÇetinkayaKoma Berxwedan1991KulîlkMuzîkEnsîklopedîBêrîtanEnzîmMêrsînRoald AmundsenEbdurehman QasimloKurdîyi BaşûrîSêrtNîjadkujiya ermeniyanHevaltîAfrîkaJînenîgarîXelîl XemgînMistefa BarzanîRezik, AmedPîremêrdŞahmaranMiradxanê BazîdîGiravên KenariyêGurbet AydinManîfestoya KomunîstîNewrozSoranîSerdema kevirîSerhedKeleha HewlêrêBerûWîkîpediya17ê sibatêQehweya kurdîHesenê MetêSpanyaHozên KurdîHozan ŞiyarBalindeAlgorîtmaDîroka KurdistanêMedet SerhatSeyda PerînçekEgît VartoGerstêrkCristiano RonaldoSerhadoZimanSingapûrElewîHong KongWêjeErdhejXormekanFiliz YerlikayaHüseyin ÖzbeyCezayirKemal PirKawad IPêşdarazîKomarWiki CommonsQadir DîlanSankt Petersburg, Rûsya🡆 More