Hesenê Metê (jdb.
1957, Erxenî, Diyarbekir) nivîskar û novelnivîsekî kurd e. Berhemên wî ji kurdî hatine wergerandin ji bo zazakî, tirkî, swêdî û îngilîzî.
Hesenê Metê | |
---|---|
Jidayikbûn | 1957 (66–67 salî) |
Esil | Kurd |
Hevwelatî | Tirkiye |
Kariyera nivîskariyê | |
Zimanê nivîsinê | Kurdî |
Şêweyê wejêyî | Roman, çîrok |
Berhemên navdar | |
| |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Hesenê Metê di sala 1957an de li gundê Teiyê yê Erxeniya Diyarbekirê hatiye dinyayê. Ji ber sedemên malbatî di 11 an 12 saliyê xwe de ji gundê xwe derketiye. Çend salan li Nisêbînê û li Diyarbekirê jiyaye. Dibistana navîn û lîse li bajarê Mersinê yê Tirkiyeyê xelas kiriye.
Di geremolên salên 70-80an de ji ber sedemên siyasî çend caran hatiye girtin û di girtîgehê de maye. Di dema derbeya sala 1980an de ji welêt derketiye û çûye Îranê. Li wir tevlî pêşmergeya KOMELA Zehmetkêşê Kurdistana Îranê bûye. Piştî wê, çûye başûrê Kurdistanê. Li gelek gund û bajêrên başûrê pêşmergetî kiriye. Di vê demê de bi pêşmergeyên YNKyê re pîyeseke ku nehatiye weşandin nivîsiye û derxistiye sehneyê, ku ji hêla Celal Talebanî û jina wî Hero Xanim ve hatiye temaşekirin. Vê serpêhatiya xwe di hevpeyvînekê de wisa vegotiye:
“ | ...Tiştekî balkêş bû ji bo min, wek edebî. Ji bo min wekî bîranîneke xweş bû. Aniha reîsê Iraqê jî temaşeya vê tiyatroya min kiriye. Nivîskariya min li vê derê dest pê kir. | ” |
Wî sê sal pêşmergetî kiriye. Pişt re daketiye Sûriyê û ji wir jî bar kiriye Swêdê.Kengî, di çi salê de? Hesenê Metê hê jî li Swêdê dijî.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Hesenê Metê, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.