Mûsa Herdem ku bi navê Mûsa Sniper jî tê naskirin, şervanekî kurd ê YPGê bû ku di dema dagirkirina Kobanê de sala 2014an bala medyayê kişandibû.
Mûsa Herdem | |
---|---|
Jidayikbûn | Sedsala 20an |
Mirin | 7 April 2015 Bozanê, Sûrî |
Sedema mirinê | Death in battle |
Esil | Kurdistan |
Navê din | Musa the Sniper, Heval Herdem |
Hevwelatî | Îran |
Pîşe | Gerîlla |
Salên çalak | 2006 – 2015 |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Herdem ku li Rojhelat a Îranê, li bajarê Selmasê li nêzîkî Urmiyeyê ji dayik bûye, bi kurmancî û soranî, bi farisî û tirkî jî baş dizanibû. Li Selmasê, ku bajarekî têkel ermenî, suryanî, kurd û azerî ye, mezin bû . Zarokatiya wî bi qaçaxçîtiyê koleberîyê derbas bû ji bo debara jiyana xwe bike ji ber ku ew ji malbatek pir xizan bû. Ew kolber bû .
Di şerê Kobanî de, Herdem ji aliyê wênegirekî Kurd-Îranî yê AFP'ê ve hat nîşandan ku wêneyên wî di çapemeniya navneteweyî de cih girtine. Wî hevpeyivîn bi çend dezgehên ragihandinê yên navdewletî re kir û diyar kir ku çawa wî ji 400 metreyî bi tifingeke Dragunov a Rûsyayê gule li çekdarên DAIŞê reşandin. Ew di kurtefîlma Jos de Putter de, Çîroka Sniper, ku ji hêla Journeyman Pictures ve hatî belav kirin, hate pêşandan.
Herdem di 7'ê Nîsana 2015'an de piştî rizgarkirina navenda bajêr hate qetilkirin. Yek ji hevrêyên YPG'ê Herdem di rêzgirtinê de wiha got: "Eger sekvan li Kobanê padîşah bûn, wê demê Hardem Împarator bû."
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Mûsa Herdem, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.