Pêçkeyên otomobîlan an pêçkeyên tirimbêlan ji çerxeyên otomobîlan re tê gotin.
Çerxeyên nûjen bi jant in. Pêçke ji çerxeyên nava wan bi giştî dagirtîne û dora wan bi metal, lastîk an formeke elementên din pêçandî re tê gotin. Erebeyên gayan ên çerxeyên wan ên darî bi hesinan hatine dorzexmkirin jî pêçke ne.
Lê ji ber ku êdî kêm tên bikaranîn, bêjeya pêçke ji bo yên otomobîl, firoke, erebokên destan ûêd tevan tê bikaranîn.
Pêçkeyên otomobîlan ji skeleta metalî, lastîk, jant, nepoxa nepixandî (pifkirî), sîbopa nepoxê, borxiyên wê pêk tên. Ev form standard e, pêçkeyên firokeyan jî di heman formê de ne. Helbet gorî giranî, leziya otomobîl û firokeyan tên guhertin.
Cara berê lastîkên ku nava wan ji kaûçukê tijekirî bûn, sala 1895'ê derdikeve firotinê. Ev lastîk nediteqîn, ajotina bilez gemgaz dikirin.
Sala 1903'an pêçkeyên di forma çerxeyên duçerxeyan de derketin. Sala 1906'an pêçkeyên nepoxkirî derketin ku bingeha lastîkên îro jî dihate avêtin. Her çû lastîk bipêşketin.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Pêçkeyên tirimbêlê, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.