Qoser (1928: قوجحصار Kauje hissare (Qoçhisar); 1946: Kızıltepe) navçeyek bajarê Mêrdînê ye.
Navên wê yên kevin Tilermen, Dunaysir û Qoser in. Bi tirkî navê wê Kızıltepe ye. Li gor sala 2008an serjimara navçê 198.672 ye.
Qoser Kızıltepe | |
Navçe | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Mêrdîn (parêzgeh) |
Serbajar | Qoser |
Qeymeqam | Erkaya Yırık |
Hejmara nahiyan | 2 nahiye |
Hejmara bajarokan | 5 bajarok |
Hejmara gundan | 145 gund |
Gelhe (2008) | 201.755 kes |
Rûerd | 1.403 km2 |
Berbelavî | 143,8 kes/km2 |
Bajarê navendî | |
Gelhe (2008) | 125.455 kes |
Koordînat | 37°11′32″Bk 40°34′53″Rh / 37.19222°Bk 40.58139°Rh |
Bilindayî | 480 m |
Koda postayê | 47400 |
Koda telefonê | (+90) 482 |
Di sala 1973yan de hejmara wê 21.000 bû, di 1990'î de 60.134 bû, di sala 2007'an de 127.148 hatiye hejmartin. Hejmara navçeyê îro li navendê 131.050 ye li gundên jî 82.251 bi temami serjimara wê 213.101 e.
Qoser hejmara xwe bi piranî ji kesên çiyayî yên ku gundên wan hatiye şewitandin û ji gundî yên derdorê pêktîne. Mînak: Xursî, Omerî, Sûrgiçî, Şemrexî û mînakek taybet Heseniyên koçberên Serhedê(Mûş)
Qoser bi qanûn vexweriya jinên tûtina revok jî bi nav û deng e. Gor nîşanan di demên berê de sermijara Qoserê ji ya niha bêtir bû. Mizgeftek mezin bi navê ku gel lê kiriye "Mizgefta Kevn" heye. Li vê mizgeftê bi carekê 800 mirov dikarin nimêj bikin. Ve yeka mirov li ser demên berê yê Qoserê difikirîne ku: gor kû mizgeftek bi vî rengî heye tê wê wateyê, ku serjimara Qoserê pir bû. Yek ji gundê Qoserê, gundên Xursê bi tûtina xwe bi nav û denge.
Gor ku tê zanîn navê Qoserê berê Dunaysir, dûre bûye Tilermen û dûre jî bûye Qoser. Dunaysir bi Zaravaya Kurmancî û Qoser bi Zaravaya Zazakiye û "Tilermen" jî bi Ermenîye. Piştî dewleta Tirk tê damezrandin navê wê dibe "Kızıltepe". Qoser navçeyek bi Mêrdînê ve girêdayîye, lê ji Mêrdînê mezintir e.
Di nava bajerê Kurdîstanê de Qoser ji aliyê Rewşenbîrê ve bajerekî serkeftî ye. Xwendevanên wê pir û serkeftînin ne. Ji helbestvanan heya wênesazan û heya dînê wê giştik di nava gel de ne. Dinê bajêr: Eledînê Dîn, Qomançêro, Dodo.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Qoser, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.