Nimêj yek ji penc ruknên ola Îslam ê ye û divê kesên bawer rojê pênc nivêjan bikin. Nimêj di dirokê da ji misilmanan ra li şeva Mîrac ê ferz bûye.
Curên nimêjê
Nimêjên ku ferz in: pênc nimêjên rojane û nimêja roja înê (ji bonî zilaman) yê.
Nimêjên ku wacib in: Nimêja witr (sê riket nimêja ku piştî eşayê tê kirin) û nimêjên cejnan.
Nimêjên ku nafile ne: Nimêjên ku xêçî ferz û waciban zêde tên kirin. Mînak: nimêjên sunnet.
Rekatên nimêjê
Rekat nimêjê de yek rabûn, yek xwar bûn û du secdeyan ra tê gotin.
Dema nimêjê
Sunnetên ku berî ferzan tên kirin
Ferz
Sunnetên ku piştî ferzan tên kirin
Witr
Tevahî
Sibe
2
2
-
-
4
Nîvro
4
4
2
-
10
Esir/Piştî Nivro
4
4
-
-
8
Mexreb/Êvar
-
3
2
-
5
Eşa/Şev
4
4
2
3
13
Ferzên nimêjê
Ferzên nimêjê 12 in. Şeş ferz bi xwe di dervayê nimêj da ne û ji vana ra "şertên nimêjê" tên gotin. Şeşê din jî di nav nimêjê da ne û navê wan jî "ruknên nimêjê" ne. Ji bona ku nimêj were bi cîh, gerê hemû ferzên nimêjê werin şindê.
Paqij kirina gemariyê li ser bedena xwe, kincên/cilên xwe û şinda nimêj kirinê.
Por kirina bedena xwe
Her nimêj gerê di dema xwe da were kirin.
Gerê di hêla qibleyê da were nimêj kirin. Qible di hêla xaniyê pîroz Kabe yê li bajarê Mekke yê ye.
Nêt kirin: Gerê mirov bizanî ku kîjan nimêjê dike û bi dilê xwe bînî bira xwe.
Ruknên nimêjê
Tekbîra destpêkirinê: Bi gotina tekbîrê dest bi nimêjê kirin
Qiyam: Di nimêjê da li ser nigan/piyan sekinîn
Qiraet: Li ser piyan hinek Quran a Pîroz xwendin (Sûreya Fatihe û hinek ji sûreyeke din a Qur'anê)
Rukû': Xwe xwar kirin
Secde kirin: Mirov di secdeyê da çokên xwe, herdû destên xwe û eniya xwe didin ser erdê. Du secde tên kirin û di navbera herduyan da hinekî tê rûniştin (qasê ku bêjî Subhanellah)
Qade (rûniştin): Di dawiya nimêjê da qasî xwendina duaya Ettehiyatû rûniştandin.
Selam: Bi gotina Esselamu 'eleykum we rehmetullah' li ser milê rastê û çepê nimêj bi dawî dibe.
Tiştên nimêjê xera dikin
Qise kirin
Xwarin yan jî vexwarin
Bi dengekî bilind kenîn
Ji yekî din re silav dan yan jî silava yekî din girtin
Guherandina hêla Qible yê
Girandin (lê ji tirsa Xwedê girandin nimêjê xera nake)
Bi zanebûn kuxîn (lê bi kuxika dest mirov nîne nimêj xera nabe)
Di nimêj da bi karekî din ra mijûl bûn
Pifê tiştekî kirin
Qurana Pîroz xera xwandin
Xerabûna destnimêjê
Gava di nimêja sibê da roj hil were
Bîrva çûn û dîn bûn.
Çavkanî
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Nimêj, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses. ®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.