Zimanê Lîtvanî

Lîtvanî (lietuvių kalba) zimanê fermî yê Lîtvanya û Yekîtiya Ewropayê ye.

Li Lîtvanyayê nêzîkî 2,8 milyon kesên ku zimanê wan ê zikmakî lîtvanî ye dijîn û nêzîkî 170.000 kes jî li derveyî welêt dijîn. Lîtvanî zimanekî baltikî ye ku gelekî nêzîkî letonî ye. Ew bi alfabeya latînî tê nivîsandin.

Lîtvanî
lietuvių kalba
Welatên lê tê axaftin Zimanê Lîtvanî Lîtvanya, Zimanê Lîtvanî Letonya, Zimanê Lîtvanî Belarûs, Zimanê Lîtvanî Polonya
Axiverên zimanê zikmakî 3 milyon (2012)
Malbata zimanî Hind û Ewropî
  • Zimanên Hînd û Ewropî
    • Zimanên baltikî
      • Zimanên baltikî yên rojhilatî
        • Lîtvanî
Şiklê kevn
Kodên zimanî
ISO 639-1 lt
ISO 639-2 lit
ISO 639-3 olt (lîtvaniya kevn)
Zimanê Lîtvanî

Belavbûna zimanê lîtvanî

Dîrok

Zimanê lîtvanî bi rêjeyeke bilind şêweyê xwe yê ku ji zimanmalbata Hînd û Ewropî tê diparêze. Ji bo vê yekê lîtvanî bo lêkolînerên ku li ser zimanên Hînd û Ewropî lêkolînan dikin gelekî girîng e. Nivîsarên herî kevnare yên bi lîtvanî Wirda Yezdan û Silava Feriştehê (bi inglîzî: hail mary) ne ku di navbera salên 1503-1525an de hatine nivîsandin. Lîtvaniya wêjeyî ji hin aliyan ve ji lîtvanî diveqete. Mînak; qertafên ku diênine dawiya peyvan dirêjtirin. Ev şêwe heta sala 1650yî didome. Di sala 1864an de zimanê lîtvanî ji aliyê Mikhail Muravyov, fermandarê Lîtvanyayê yê hikûmeta Rûsyayê, ve hat qedexekirin. Lê dîsa jî çapbûna pirtûkên lîtvanî li DYAyê û Prûsyaya Rojhilatî berdewam kir. Di salên 1800î de sê zaravayên serekên yên lîtvanî hebûn; li derdora deryaya Baltik Zaravayê Jêrîn ê Lîtvanî, di zimanê helbestê de Zaravayê Rojhilatî yê Lîtvanî û li tixûbê Prûsyaya Rojhilatî Zaravayê Rojavayî yê Lîtvanî dihatin axaftin. Zimanê niha yê wêjeyî ji aliyê Jonas Jablonskis (1860-1930) ve bi 32 tîpan hatiye standartkirin ku ev ji zaravayê rojavayî yê lîtvanî pêk tê. Lîtvanî yek ji du zimanên baltikî ye ku li ser dinê tê axaftin. Yê din jî letonî ye. Prûsiya kevn, zimanekî baltikî yê ku di demên nêz de dihate axaftin; lê di sedsala 19an de hatiye jibîrkirin.

Belavbûna Herêmî

Lîtvanî di serî de li Lîtvanyayê, dû re li welatên mîna DYA, Estonya, Arjentîn, Kanada, Ûrûgûay, Îslenda, Danîmarka, Brezîlya, Fransa, Rûsya, Norwêc, Îrlenda, Awistralya, Brîtanya nêzîkî 4,000,000 kes vî zimanî dipeyivin.

Zimanê Lîtvanî 
Nivîsa herî kevnare ya zarê lîtvanî (nêzîkî 1503), ji ya orjînal/xwerû (sedsala sêzdemîn) ji nûve hatiye nîvîsandin

Rewşa Fermî

Lîtvanî zarê dewleta Lîtvanyayê û zimanekî fermî yê Yekîtiya Ewropayê ye.

Zarava

Zarê lîtvanî xwedî du zaravayan e ku ew; Aukštaičių (ango Okstatî:Li jor Lîtvanyayê tê axaftin) û Žemaičių/Žemaitiu (ango Samogetî, li jêr Lîtvanyayê tê axaftin) ye. Cudahiyên mezin di navbera lîtvaniya standart û zaravayê Samogetî de hene. Zaravayê samogetî yê nûjen di bin bandora zimanê Kurenî de (îng:Curonian language), ji sedsala sêzdemîn-şanzdemîn de gihîştiye rewşa niha. Her du zarava xwedî sê devokan e. Samogetî tê dabeşîn mîna rojava, bakur, başûr; okstatî jî mîna rojava (Suvalkiečiai), başûr (Dzūkai) û rojhilat hatiye dabeşîn. Lîtvaniya standart ji okstatiya rojavayî û zaravayekî lîtvanyaya biçûk pêk tê. Bandora zaravayên din di derbara peyvan de xwe dide nîşandan.

Alfabe

A Ą B C Č D E Ę Ė F G H I Į Y J K L M N O P R S Š T U Ų Ū V Z Ž

a ą b c č d e ę ė f g h i į y j k l m n o p r s š t u ų ū v z ž

Rêziman

Zimanê lîtvanî di nava zimanên Hînd û Ewropî de xwedî dewlemendiyên xwerû ye. Mîna kurmancî hebûna nêr û mê di nava xwe de diparêze. Bi piranî peyvên nêr di dawiyê de bi tîpa -s û yên mê jî bi -(i)a an jî -ė xelas dibin. Lê belê lîtvanî jî mîna kurdî ne xwedî ristek standart e. Ji ber ku gelek ciyawazî tên bikaranîn. Peyvên nêtarî di lîtvanî de tune ne, belam hin bêje xwedî herdu zayendan jî ne. Ev peyv bi piranî bêjeyên di derbara mirovan de û yên ku bi tîpa -a xelas dibin in. Mînak ;elgeta kesê parskirinê dike,naktibalda - kesê naraze. Di dema bikaranînê de peyv bi gelek şêweyên cuda tên hemberî mirov. Di lîtvanî de bêjeyên yekjimar an jî pirjimar hene. Lê hin peyv cot in jî di vê dabeşê de. Hin peyvên yekjimar; pienas- şîr ,laimė -şadî ; yên pirjimar ;miltai - ard , kelnės - şal. Peyvên di zimanê lîtvanî de ji wayên li jêr pêk tên:

1.Navdêr (Daiktavardis)

2.Rengdêr (Būdvardis)

3.Lêker (Veiksmažodis)

4.Hejmarkî (Skaitvardis)

5.Cînav (Įvardis)

6.Hoker (Prieveiksmis)

7.Bireser (Dalelytė)

8.Daçek (Prielinksnis)

9.Yekbûn (Jungtukas)

10.Baneşan (Jaustukas)

11.Peyvên dengvedan (Ištiktukas)

Zimanê Lîtvanî 
Pirtûka pêşîn ku bi Lîtvanî ye ji aliyê Martynas Mažvydas ve di sala 1547'a de hatîye nivîsandin

Kişandina Çend Lêkeran

Ajotin/Siwarbûn :Joti

  • Štai jis grakščiai joja ant asilo. :Li kerê pir baş siwar dibe.
  • Mes dar nejojome ant arklio! :Em hê li hêsp siwar nebûn.
  • Įsivaizduok! Mano tėvas jos kupranugariu! : Bifikire! Bavê min ê li hêştirekê siwar bibe.

Bûyîn : Būti

  • Jis yra mokytojas. : Ew mamosteyek e.
  • Mes jau buvome filme. :Em jixwe li wî fîlmî bûn.
  • Kaip čia bus? :Ma dê çawa li vir be?

Cûtin/mijîn : Čiulpti

  • Vaikas čiulpia saldainį. :Zarok şekirekî dicûwe.
  • Vampyras čiulpė kraują. : Duh vampîrê xwîn dimijt.
  • Ar vampyrai mums čiulps kraują? :Ma vampîr dê xwîna me bimijin?

Kirin : Daryti

  • Ką darai? :Çi dikî?
  • Vakar jie darė skrybėles. :Duh şewqe çêdikirin.
  • Ar jūs darysite man valgyti? :Ma tu yê ji min re tiştinên xwarinê çêbikî?

Ketin :Griūti

  • Kai jis girtas, jis visąlaik griūna ant grindų. :Dema serxweş e hertim dikeve.
  • Deja, pastatas sugriuvo. :Mixabin xanî hilweşî.
  • Negi griūsi? :Ma tu yê ji dil bikevî?

Beşdarbûn/tevlîbûn :Dalyvauti

  • Vyrai dalyvauja rinkimuose. :Zilam tevlî hilbijartinê dibin.
  • Ar jūs dalyvavote vakarėlyje? : Ma tu beşdarî partiyê bûyî?
  • Ar jūs dalyvausite mūsų pietuose? : Ma tu yê tevlî şîva me bibî?

Tirsîn : Bijoti

  • Kodėl jo bijai? Ma tu çima ji wî ditirsî?
  • Vaikystėje aš bijojau kaimyno. :Hinga ez zarok bûm ji cîranê xwe ditirsam.
  • Tikiuosi, manęs niekas nebijos. :Ez hêvî dikim ti kes dê ji min netirse.

Xapandin : Apgauti

  • Jis visuomet tave apgauna. :Ew (nêr) te hertim dixapîne.
  • Kodėl apgavai tą berniuką? :Ma te çima ew (nêr) xapand?
  • Rytoj ji manęs neapgaus. :Ew ê (mê) nikaribe min sibe bixapîne.

Strîn/Strandin :Dainuoti

Tevlîbûn : Dalyvauti

Ketin : Griūti

Ceribandin :Pabandyti

Domandin :Tęsti

xwarin :Valgyti

Vexwarin/Noşîn :Gerti

razan/raketin :Miegoti, Užmigti

darîkirin/temaşe kirin:Sekti, Stebėti, Žiūrėti, Budėti, Tykoti, Laukti

Şûştin :Nusiprausti

Meşîn :Eiti pasivaikščioti(derketine meşê)

Pêjandin/Kelandin :Virti, Kepti

Dîtin :Matyti, Žiūrėti, Stebėti

Guhdarkirin :Klausyti

Peyvên Sereke yên Axaftinê

Sveikas! Sveika! : Silav!

Labas! : Merheba!

Labas rytas! Labą rytą! : Roj baş! Beyanî baş!

Labas vakaras! Labą vakarą! : Êvar baş!

Laba diena! Labą dieną! : Roj baş!

Sveiki atvykę! : Bi xêr hatin!

Kaip kelionė? Kaip sekėsi kelionėje? : Rêwîtiya we çawa derbas bû?

Kaip sekasi? : Tu çawa yî?

Ačiū, gerai. : Spas, baş im.

Prašau, Prašom, Nėra už ką. : Spas xweş!

Puikiai. :Pir baş e.

Viso gero! Viso labo! : Bimîne di xweşiyê de! Bi xatirê te!

Iki ryt(ojaus)! : Heta sibe! (Bi xatirê te)

Labos nakties! Labanakt! : Şev baş!

Perduokite saviškiams linkėjimų. : Silavên min li malbata xwe bike!

Atleisk, Atsiprašau, Dovanok : Bibore!

Prašau, Prašom, Prašyčiau :Ji kerema xwe re!

Gencîneya Peyvan

Pîşe/Kar/Şixul

Studentas Xwendekar/Qutabî
medžiotojas Nêçîrvan
Sekretorė Sekreter
Padavėjas Garson
Inžinierius, Mechanikas, Mašinistas Endazyar
Aktorius Niyarvan/Weyno/Aktor/lîstikvan
Artistė, Aktorė Niyarvan/Weynê/Aktrîs/lîstikvan
Daktarė Bijîşk/Tixtor
Žurnalistė Rojnamevan
Daininikė Stranbêj
Mokytojas Mamoste
Dailininkė Wênesaz
Sportininkas Werzîşkar
Lakūnas Pîlot
Auklė, Slaugytoja Hevşîre
Advokatas, Teisininkas Parêzer
Valdininkas, Klerkas Karmend
Mokslininkas Zanyar
Policininkas polîs (Mêr)
Policininkė polîs (jin)
Namų šeimininkė, Neseseras Kebanî/Kevanî

Hin Peyv

Kitik/Pisîk : Katė

Mal/Xanî : Namas

Biha/nirx : Kaina

Dara berûyê : Ąžuolas

Qaz : Žąsis

Zilam/Mêr : Vyras

Jin/Pîrek : Moteris

Kur/Law : Berniukas

Keç/Dot : Mergaitė

Lê/Belam : Bet

Şekir : Cukrus

Li vir : Čia

Kevneşopî : Tradicija

Bikarhêner : Naudotojas

Derî : Durys

Du derî : Dvejos Durys

Niha/êsta : Dabar

Ji ber ku/Çimkî : Nes

Qeşa/Cemed : Ledas

Gol : Ežeras

Winda : Pasimetęs

Roj : Saulę , Saulė

Wênekêşî : Fotografija

Xew : Miegas

Bext : Likimas

Piropind : Voras

Penîr : Sūris

Al : Vėliava

Kesk/Hêşîn : Žalias

Germ : Karštas

Sar/Cemidî : Šaltas

Ev : Šitas

Kêzik : Vabzdys

Cejna Zayînê : Kalėdos (bi piranî "sersal") , Noelas

Dara cejna zayînê : Kalėdų eglutė

Gora Cejna zayînê : Kalėdų savaitė

Diyariya Cejna zayînê : Kalėdų dovanos

Jimare/Hejmar : (Skaičius, Kiekis)

Sifir : Nulis

Yek : Vienas

Du : Du

 : Trys

Çar : Keturi

Pênc : Penki

Şeş : Šeši

Heft : Septyni

Heşt : Aštuoni

Neh : Devyni

Deh : Dešimt

Yanzdeh : Vienuolika

Dozdeh : Dvylika

Sêzdeh : Trylika

Çardeh : Keturiolika

Panzdeh : Penkiolika

Şazdeh : Šešiolika

Hivdeh : Septyniolika

Hijdeh : Aštuoniolika

Nozdeh : Devyniolika

Bîst : Dvidešimt

Bîst û yek : Dvidešimt vienas (dvidešimt vieneri)

Sî/Sih : Trisdešimt

Çil : Keturiasdešimt

Pêncî : Penkiasdešimt

Şêst : Šešiasdešimt

Heftê : Septyniasdešimt

Heştê : Aštuoniasdešimt

Nod : Devyniasdešimt

Sed : šimtas

Du sed : Du šimtai

Hezar : Tūkstantis

Du hezar û şeş : Du Tūkstančiai Šeši.

Deh hezar : Dešimt tūkstančių

sed hezar : Šimtas tūkstančių

milyonek : Milijonas

Roj(an) :(Diena)

Pirmadienis Duşem
Antradienis Sêşem
Trečiadienis Çarşem
Ketvirtadienis Pêncşem
Penktadienis în
Šeštadienis Sebt/Şemî
Sekmadienis Yekşem/Lehd

Cînavên Kesan : (Priklausomas įvardis)

Ez : Aš

Tu : Tu

Ew (Nêr) : Jis

Ew (Mê) : Ji

Em : Mes

Hûn/Win : Jūs.

Ewan/wan (Nêr) : Jie

Ewan/wan (Mê) : Jos

Rewşa Hewayê : (Oras, Oro stovis)

Audra : Bahoz

Dangus : Ezman

Debesis : Ewr

Debesuota : Bi ewr

Drėgmė : Hêw

Drėgnas : Hêwî

Dulksna : peşikîn/Bapeşk

Griaustinis : Dengê Ewran

Karštas : Germ

Karštis : Tîn

Ledas : Qeşa/Cemed

Lietus : Baran

Oras : Hewa

Rūkas : Mij

Saulė : Roj

Sniegas : Berf

Temperatūra : Germahî

Vėjas : Ba

Žaibas : Çirûsk

Dem/Wext: (Laikas)

Valanda : Saetek / Katjimêrek/ yek demjimêr

Minutė : Deqîqeyek/ yek xulke

Sekundė : Çirkek/ yek çirk

Diena : Roj

Šiandien : îro

Vakar : Duh

Ryt(oj) : Sibe

Užvakar : Pêr

Poryt : Dotir Roj

Šį vakarą : îşev

Savaitė : Heftî

Šią savaitę : Ev Heftî/Vê heftîyê

Mėnuo : Meh/mang/Heyv

Meh/Heyv : (Mėnuo)

Kanûna paşîn : Sausis

Sibat : Vasaris

Adar : Kovas

Nîsan :Balandis

Gulan : Gegužė

Hezîran : Birželis

Tîrmeh : Liepa

Tebax : Rugpjūtis

Îlon : Rugsėjis

Çiriya pêşîn : Spalis

Çiriya paşîn : Lapkritis

Kanûna pêşîn : Gruodis

Demsal : (Metų laikai)

Bihar :Pavasaris

Havîn : Vasara

Payîz : Ruduo

Zivistan : Žiema

Çavkanî

Tags:

Zimanê Lîtvanî DîrokZimanê Lîtvanî Belavbûna HerêmîZimanê Lîtvanî Rewşa FermîZimanê Lîtvanî ZaravaZimanê Lîtvanî AlfabeZimanê Lîtvanî RêzimanZimanê Lîtvanî Kişandina Çend LêkeranZimanê Lîtvanî Peyvên Sereke yên AxaftinêZimanê Lîtvanî Gencîneya PeyvanZimanê Lîtvanî ÇavkanîZimanê LîtvanîAlfabeya latînîLîtvanyaYekîtiya EwropayêZimanê letonî

🔥 Trending searches on Wiki Kurdî / كوردی:

1860Richard NixonLisa KudrowAslîka QadirŞerê Rizgariya TirkiyeyêAlbanyaXezeKereng1999Zimanê erebîRojnamegeriya kurdîŞûrMehmet Hayri DurmuşNeteweyên YekbûyîQersBedirxan BegAlîşêrDînKelhûrîTorî (devok)Xwecihên AwistralyayêMêrgKûruşê MezinHanna JaffAgirî (parêzgeh)18DubarekirinMela Huseynê BateyîMafên mirovanAhmed ArîfEndezyarîKemberMoşe BarazanîSuvmesraLolita (pirtûk)Hozan SerhadUBizûtinewey Îslamî le KurdistanFirdewsîSuryanîÎdirKnesset9ê adarêJean-Martin CharcotAlfabeya kurdî ya latînî1909TirbespîMelik (nav)EnsîklopedîZimanê swêdîSemsûrJiyanEzirganNîgarEsedîyeEbdulkerîm FindîAlfabePergala xebitandinêHerneKewerMiradxanê BazîdîFilîpînTirkiyeDayikDerwêşê Evdî (destan)🡆 More