Xirokên spî an jî lêkosît navê corekî xaneyên xwînê ye.
Bi îngilîzî wekî white blood cells (WBCs) tê navkirin.
Xirokên spî li dij hokarên nexweşiyê, bergiriya laş dirist (ava) dikin. Xirokên spî jî wekî mîna xiroka sor, ji moxê hestî çêdibin. Di nav xwînê de hejmara xirokên spî li gor xirokên sor gelek hindik e. Di nav 1 mm3 (mîkrolître) xwînê de bi qasî 5-10 hezar xirokên spî heye. Xirokên spî ji xirokên sor girtir in. Xirokên spî xwediyê navik û endamok in. Temenê piraniya xirokên spî ji xirokên sor kintir e. Bi gelemperî temenê lekosîtan ji hefteyek kêmtir e. Dibe ku dema nexweşiyê de temenê hin lêkosîtan ji rojek kintir be. Xirokên sor li nav xwînê de, li gor gera xwînê cih diguherin, lê xirokên spî hem li nav xwînê hem jî li derveyî xwînê, di navbera xaneyan de bi awayekî çalak li hemû beşên laş de tevdigerin. Li kîjan beşê laş de birîn, kulbûnî an jî hokarên nexweşiyê hebe, xirokên spî xwe digihînin wê derê û li hember hokarên nexweşiyê bergirî dikin. Ne yek, lê pênc corên xirokên spî heye. Navê vana: nêtrofîl, êzonofîl, bazofîl, monosît û lîmfosît e. Lîmfosît jî du cor in, Lîmfosîta B û Lîmfosîta T.
Li gor hebûn an jî tunebûna danikên (hebikên) nav sîtoplazmayê, du komên sereke yên xiroka spî heye. Koma yekem wekî xirokên spî yên danikî, a duyem jî wekî xirokên spî yên bêdanik tê navkirin. Hemû beşên xaneyê di bin mîkroskopê de xuya nabe. Ji bo dîtîna endamok (organel) û madeyên nav sîtoplazmayê, divê xane di nav hin boyax (madeyen rengdan) de bê rengkirin. Eger madeye rengdan li ser xaneyên nêtrofîl, bazofîl û êzonofîlê bê dilopkirin, di nav sîtoplazmayê van xaneyan de gelek hebikên danikî xuya dibe loma ev xaneyan wekî xirokên spî yên danikî tên navkirin. Di nav sîtoplazmayê xaneyên monosît û lînfosîtan de hejmara hebikan gelek kêm e, loma van xaneyan wekî xirokên spî yên bêdanik tên navkirin.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Xiroka spî, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.