Li gel sîtoplazma, tegîna protoplazma jî ji boy vî pêkhateyê tê bikaranîn.
Sîtoplazma dişibe spîka hêkê, nîvherikoyî û nîvruhnik e. Ji ber ku di nava wê de molekulên hûrik û gir hene û bi hev re tevdigerin, sîtoplazma madeyek kolloîdal e û hundirê xaneyê de, navbera endamok, navik û parzûnê tijî dike. Sîtoplazma bi parzûna xaneyê dorpêçî ye.
Xaneyên prokaryotî di nav sîtoplazmayê de ji bilî rîbozom, tu endamokok nahewînin. Pekhateyên ku di nav sîtoplazmayê de cih digirin û ji bo xaneyê hin karên taybet dikin, wekî endamok tên binavkirin. Beşa sîtoplazmaya bêendamok, wekî sîtozol tê bi nav kirin. Sîtoplazma 80% ji avê pêk tê. Ji bilî avê, gelek molekulên organîk û înorganîk ên wekî glukoz, asîdên amînî, asîdên nukleî, asîdên rûnê, sodyûm, kalsîyûm hwd.jî di nav sîtozolê de cih digirin. Ji xeynî vana, rîşalkên proteîn jî wekî torek di nav sîtoplazmayê de belav dibin û kakûtê xaneyê (cytoskeleton) pêk tînin.
Piraniya karûbarên xaneyê di nav sîtoplazmayê de pêk tê. Bi gelemperî, xaneyên ciwan, ên ku metabolîzmayê wan bi lez û bez in, sîtoplazmaya wan jî pir e.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Sîtoplazma, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.