Seîd Yûsif Mîrê Bizqa Kurdî 1947 - 2020
Seîd Yûsiv | |
---|---|
Jiyan | |
Bernav | Mîrê Bizqê |
Jidayikbûn | 1ê kanûna paşîn a 1947an Qamişlo |
Mirin | 26ê sibata 2020an (73 salî) Stembol, Tirkiye |
Netewe | Kurd |
Amûr | Bizq |
biguhêre |
Stranbêj û hunermendekî kurd e .
Seîd Yûsif di 1ê rêbendanê sala 1947an de, li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê jidayikbûye .
Seîd Yûsif yekem hunermend bû ku Bizq aniye Cizîra Rojavayê Kurdistanê û hemû temenê xwe da huner û muzîka Kurdî. Wî bi dehan kaset û bi sedan stranên nazik û xweş li pey xwe hîştin .
Seîd Yûsif ku wek mîrê bizqê dihat naskirin, bi hunera xwe li hemû aliyên Kurdistanê û li cîhanê jî deng dabû .
Ew ne bi tenê sazvan û dengbêje lê belê helbestvan û awazsaz e jî, ji destpêka wî ta roja koça wî rist û awazên stranê xwe bi xwe aferandiye û wisa jî daye bi dehan ji hunermendên din jî .
Di salên şêstî de wî berê xwe da Beyrûtê û li wir Koma Newroz damezrand û dest bi belavkkrina muzîk û filklora Kurdî kir, ku bala civaka, hunermend û siyastemedarên Libnanî kişand mîna Kemal Canpolat, Saib Selam û hinên din .
Awaz û stranên Seîd Yûsif li seranserî Kurdistanê Belav bû, û ta roja îro tên strandin mîna "Ez Keçim keça kurda me", "Çawa tê her e" ,"Oy Felek".
Ji ber berhemên wî UNSCO komek ji stranên wî çap kir li ser CD ya zêrîn , û li Nemsa polek bi navî wî çap kirin.
Seîd Yûsif di 26ê Sibata 2020an de li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî kir û li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê hate veşartin
Şervan Agirî
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Seîd Yûsiv, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.