Navdêr: Cureyê peyvê

Navdêr an jî nav tiştekî, lawirekî, an kesekî bi nav dike û ji cureyên din cude dike û ew bi navê xwe nêvnas dibe.

Rêziman
Navdêr (substantîv)
Lêker (verb)
Rengdêr (adjektîv)
Daçek (prepozîsyon)
Cînav (pronav)
Hoker (adverb)
Veqetandek
Jimarnav
Baneşan
Gihanek
Kitêbên rêzimanê
Zimannasî
Bêjenasî
Lîsteya zimannasan

Navdêr di nav xwe de dibin du par: hevenav û serenav.

Hevenav

Hevenav navdêrên gelemper in, ango ji yekî bêtir tişt, lawir, an kesan bi nav dike: mirov, hesp, çiya, çem, pirtûk, xanî, karmend, kevir...

Serenav

Serenav navdêrên taybet in, ango bi tenê tiştekî, lawirekî, an kesekî bi nav dike: Cegerxwîn, Evîn, Çavreş...

Raweyên navdêran

Navdêr ji hêla ray û avakirina raweyê ve dibin sê par:

Di navdêra xwerû de, tîpên bêjeyê tenê tîpên rayî û resen in, û ti tîp an pirtik bi ser bêjeyê ve nebûne: mal, defter, rê, dê, pê, ker, kevir...

Ew ji navdêrê xwerû û paşpirtikekê pêk tên û bêjeyekê bi wateyeka nû çêdike ango navdêreka nû ku tiştek an heybreka nû bi nav dike: gavan, şivan, rêvan, karker, nûser, girtî, gundî...

Ev nav ji du bêjeyên xwerû bi hev dikeve û navdêreka nû û bi wateyeka têvel pêk tîne. Helbet yek ji bêjeyan navdêreka xwerû ye, û dibe ku ew ya dî dîsa navdêreka xwerû be, an rengdêr, hoker, daçek, bernav an rayê lêkerê be: cegerxwîn, serhildan, keskesor, xwînmij... Renge ku navdêra hevbend ji sê bêjeyên xwerû jî saz bibe: berxwedan... Renge ku navdêra hevbend ji navdêreka darijtî û bêjeyeka dî pêk were: nêçîrvanî, rewşenbîrî,serokkomar, girtîgeh...

Çavkanî

Girêdanên derve

Navdêr: Hevenav, Serenav, Raweyên navdêran  Wîkîferheng: navdêr – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir

Tags:

Navdêr HevenavNavdêr SerenavNavdêr Raweyên navdêranNavdêr ÇavkanîNavdêr Girêdanên derveNavdêr

🔥 Trending searches on Wiki Kurdî / كوردی:

BavŞoreşa CotmehêNidwaldenLetonyaXelat (pirtûk)Seydayê TîrêjÇemHecî Bektaşê WelîAlaya KurdistanêKurdistanKawîs AxaÇiyayên ŞerevdînêSalBakurê KurdistanêBedirxan Beg1967Lîsteya êlên kurdanMerlin (rêzefilm, 2008)Partiya Karkerên KurdistanêHEden HazardÇanda kurdîUrfan AlparslanEzirganAzerbaycana Rojava (parêzgeh)GurcistanRoman (wêje)1914Zekiye AlkanMustafa Kemal AtatürkDomainRSSÇîrokMela Huseynê BateyîGerokên webêSelahedînê EyûbîRewşen BedirxanMêrdîn (bajar)NîjerGabar ÇiyanŞerê Cîhanî yê YekemPira DehderîÎmperatorInternet ArchiveTimes SquareBrusk ZanganehPeykerê ÎsaMeksîkNamîbyaKoma gezik, çay û çûxanMehmet Hayri DurmuşXelîlê BerfêÇemê Çetelê2ê tîrmehê1983Napoléon BonaparteJaponSerhadoLehiya Riha û Semsûrê 2023Zimanê erebîAdarHemîdê Hecî DerwêşEndamên derve yên koendama zaûzê ya mêyêSêmûçeLêkolînZimanê spanîStalînîzm1951SemsûrTenîs🡆 More