Her wekî ji navê wê jî diyar e, gihanek bi serê xwe ne xwediyê tu wateyê ne, lê bêjeyan, komek û hevokan bi hev ve girê didin, an jî peyvekê, komekê bi hevokekê ve girê didin.Bo nimûne, dema em dibêjin; Hogir û Evîn xwîşk û birayê hev in., û li vê derê gihanek e û her du navan digihîne hev.Dîsa gava ku em bibêjin; Piling çû malê, lê Zarîfe li bal xaltika xwe ma.
Rêziman |
Navdêr (substantîv) |
Lêker (verb) |
Rengdêr (adjektîv) |
Daçek (prepozîsyon) |
Cînav (pronav) |
Hoker (adverb) |
Veqetandek |
Jimarnav |
Baneşan |
Gihanek |
Kitêbên rêzimanê |
Zimannasî |
Bêjenasî |
Lîsteya zimannasan |
Dema ku em baş bala xwe bidinê em ê bibînin ku di warê wateyî de di navbera gihaneka û û gihaneka lê de cudahiyek heye.Gihaneka û ji aliyê wateyî ve tu bandorê li hevokê nake, lê belê gihaneka lê balê dikişîne ser nakokiyekê.Bi piranî gihanek bi tenê peyv û hevokan bi hev girê nadin, pê re ji aliyê wateyî ve jî wan tekûztir dikin.Çend heb gihanekên sereke yên di kurmancî de ev in:bes, çawa... wisa, jî, her çend... ew çend, çi qas... ew qas, lewre, dibe ku, heke na, nexwe, dema ku, heta ku, hew, mixabin, di ser de jî, ji ber ku, lê, lê belê, û, qet nebe, an... an jî, ango, çi... çi, hem... hem jî û hwd.
Mînak:
Silavên germ ji Mastfiroş. Bi hêviya hin sûd wergitina we, serwextbûna we.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Gihanek, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.