Morfem an morfêm, di zimanzanistî da, biçûktirîn yekîna zimanzanistî ye ko ji aliyê ramanzanistî anko sîmantîkê ve xwedî ramaneka xweser e.
Di zimanê axivtinê da, morfem ji foneman anko biçûktirîn parên denganî yên ko dihên vavartin pêk dihên.
Têgeha morfemê ji têgeha peyvê cida ye. Morfem hindek caran bi tena serê xwe nahên (morfema vebestî) û hindek caran bi tena serê xwe dihên (morfema azad). Di koka xwe da, morfem bi morf-an xwe nîşa didin. Her ramana ko bi morfemekê dihêt pêşberkirin mumkîn e bi çend morf an şiklekan bit. Her yek ji van morfan alomorf anko alîmorfekê ji morfema xwe pêkdiînin. Jibo mînak, di zimanê înglîzî da, morfema s ko raman komê didit, carina wekî -s dihêt (mîna peyva cats [kets]), carina wekî -es (mîna peyva dishes [dîşiz]) û carina jî wekî -z (mîna peyva dogs [dagz]) dihêt. Hindek caran jî bi awayekê bitivavî guhartî wekî -ren (mîna peyva children [çîldrin]) dihêt. Ev hemî (-s, -es, -z û -ren) alomorfên morfema s ya ramana komê di înglîzî da ne.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Morfem, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.