Rojname weşana rojane ya bûyeran e ku li ser kaxiz tê çapkirin û dû re tê firotin.
Rojnameyên hefteyî û mehane jî hene. Rojnameya pêşîn a bi zimanê kurdî Kurdistan bû ku di sala 1898'an de li serbajarê misrî Qahîreyê derketiye. Roja îro jî gelek rojname li ser înternetê derdikevin.
Rojname | |
---|---|
Dema keşf/îcadê | |
Pêk tê ji | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Ragihandin bi destpêbûna mejûya mirovan destpêkiriye. Pêwîstiya ragihandinê bi amûr û şêwazên cûda berdewam kiriye. Lê di nava amurên ragihandinê de herî bibandor ku hîma wî dema romayiyan hatîye avetin û di sedsala 17'an de bi awayê rojnemegerîye derketiye holê û her berdewame. Ber çemê Nîlê tabletên 3500 sal berê hatiye dîtin ku ser wan de buyerên rojane hatiye nivîsandin[çavkanî hewce ye] û her wiha tabletên ku ji dema imperatoriya Roma hatiye çêkirin ku ser wan de jî wekî rojnameyek bûyerên rojane heye jî[çavkanî hewce ye] em nekin nava hesabê rojnameyên bi navê "The weekly News From Italy and German", "La Gazette", "Avisa", "Gedenck Wurdige Zeitung" û çend rojnameyên din rojnameyên pêşîn a cîhanê ne[çavkanî hewce ye].
Rojnamevaniya kurdî bi rojnameya Kurdistan ku di 22'ê nîsana 1898'an de dest bi weşanê kiriye. 22'ê nîsanê lewma wekî salvegera rojnamegeriya kurdî tê pîroz kirin û li Kurdistana Başûr jî ev roj bi awayekî fermî wekî "Roja Rojnamegeriya Kurdî" tê qebûl kirin[çavkanî hewce ye].
Rojnameyên me piranî ne rojane ye û hinek wan jî ne vedorî derdikevin. Piraniya wan wekî rewşekê xwezayî li Başurê Kurdistanê derdikevin, wekî rojnameyên Evro û War (2012) li Duhokê. Rojnamegeriya kurdî her çi qas li bakur pêşketî be jî ji ber rewşa ziman a xirab rojnameyek rojane tûneye. Rojnameyên ku derdikevin jî ji ber polîtîkayên înkarê yên dewletê zêde nayên firotin. Ev rewş jî bi girêdayê rewşa sîyasî û perwerdehiya bakurê Kurdistanê ye.
Rojname Nûçeyên ji rojnameyên kurdî
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Rojname, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.