Asîdobakterî - Acidobacteria Aktînobakterî - Actinobacteria Aquificae Bacteroidetes Chlamydiae Chlorobi Chloroflexi Chrysiogenetes Siyanobakterî - Cyanobacteria Deferribacteres Deinococcus-Thermus Dictyoglomi Fibrobacteres Firmicutes Fusobakterî - Fusobacteria Gemmatimonadetes Nitrospirae Planktomiset - Planctomycetes Proteobakterî - Proteobacteria Spirochaetes Termodesulfobakterî - Thermodesulfobacteria Termomîkrobî - Thermomicrobia Thermotogae Verrukomîkrobî - Verrucomicrobia
Bakterî | |
---|---|
xaneya bakteriya Escherichia coli li vî wêne 25,000 caran mezinkirî ne | |
Dabeşandina zanistî | |
Sercîhan: | Bacteria |
Filûmên (fila) bakteriyan | |
Bakterî, (bi înglîzî bacterium, pirejimar bacteria), hûrjînewrên yekxaneyi ne. Bi giştî, ew çend mîkrometreyan mezin in û bi gelek form û şêweyan hene: girover, dirêjûdirêj, lûlwerpêç.
Zanistê lêkolînên li ser bakteriyan bakterîzanist e ko tayekê hûrjînewernasî ye.
Bakterî li hemî jîngehan hene: di nav axê da, di binê deryayan da, li serê çiyayan li her derê. Ew di cihên mîna paşmayên tîrêjçeleng (radioactive waste) jî hene. Bi awayekê mînakî (typical) 40 milyon bakterî di her grameka axê da û yek milyon di nav mîlîlîtireka avê da hene. Bi giştî nêzîkî 5 nonîlyon (5 × 10³°) bakteriyan li cîhanê hene.
Bakterî di çerxa zadî da gelek giring in û gelek qonaxên giring di wê çerxê da, wekî tesbîtkirina naytrojinê di atmosferê da li ser wan dimînit. Di laşê mirovan da hijmaran bakteriyan 10 caran ji hijmara xaneyên laşî zêdetir e û piraniya wan jî li ser pîstî û di nav koendama herisê da ne. Herçind e ko piraniya wan bakteriyan bêziyan in an hema bibêje mifadar in jî, lê hindek ji wan derdzê (pathogenic) in û dikarin mirovan nesax bikin. Bakteriya derdzê ya herî berbelav bakteriya nexweşî ya êşa zirav anko sillê an tûberkolosîsê ye ko her sal zêdetir ji 2 milyon kesan li seranserî cîhanê dikujit.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Bakterî, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.