Belavbûna Pandemî ya Korona Covid-19 pandemiyeke nexweşiya vîrusa Covid-19 e ku di dawiya meha kanûna pêşîn a 2019an de li bajarê Wuhana Çînê xuya bû û li pê re li seranserî cîhanê jî roj bi roj tê tomarkirin.
COVÎD-19 ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (RTC) ve pandemî hatiye îlankirin.
Di derbarê zêdebûna hêjmara Covid-19 pêşdîtinên cûrbecûr hatina hesibandin. Ev pêşdîtin navbera 2,13 û 3, 11 cîh digire jibo ku belavbûn bi xwe ji holê rabî ev hêjmar li ser 1 tê hesibandin. Di dîroka 22ê kanûna paşîn a 2019an de lêkolinerên bajarê Wuhanê li ser 425 pêketina kesên vîrusa Covid-19 analîzek lidarxis û divê analîzê de pêş hate dîtin ku ev vîrus ji mirovan jî tê wergirtin. Rojên berî de hêjmara wergirtina Covid-19 di nav 7,4 rojan carek derdiketa du caran. Temenê emrê wergirtinên vîrusê 59 sal û pêvajoya kurkketinê 5,2 roj bû.
Li gorî lêkolînekê ku ji hêla New England Journal of Medicine (NEJM) ve hatiye weşandin û hikûmeta Amerîkayê fînanse kiriye, vîrusa koronayê ya nû li derveyî bedena mirv jî, li rûzemînên cuda, li hewayê jî çend saetan dikare bijî.
Nivîskarên lêkolînê ragihandin vîrusa ku ji hêla Covid-19ê berpirs e, mîna vîrusa SARS li hewayê dikare bijî.
Encamên lêkolînê nîşan didin Covid-19 ji hêla hilgirê ku qet semptoman nîşan nade bi hêsanî di hine dî bigerîne. Rîska ku Covid-19 di ser rûzemanan re di mirova bigere ji ya SARSê zêdetir e.
Tecrûbeyan nîşan da ku vîrusa korona li ser plastîk an jî pola 2-3 rojan, li ser kartonê 24 saetan li ser sifirê jî 4 saetan dikare bijî. Dema ku vîrus nû derketî holê dihate gotin tenê çend saetan dijî.
Ji ber vê jî hewceyî pê heye ku destikên deriyan, bişkokên hilanokan, bûroyên şîrketan tim werin paqijkirin.
Her wiha tiwaleta hevpar jî dibe sedema ku nexweşî di mirov bigere.
Kesên ku bi Covid-19ê ketin çawaw ku semptoman xwe nîşan dan mirov dikare bigerîne. Ango dema ku kuxikê, sincîrîna laş û zehmetiya hilmstandinê derkete holê di mirovan digere. Hin nexweş li gel ku ti semptoman nîşan nadin jî digerînin. Ev jî dibe sedem ku mirov bi rehetî nikare pêşî li berbelavbûna vîrusê bigere. Her wiha karantînaya 14 rojan jî rîska ku vîrus di mirovan bigere ji holê ranake.
Lêkolêran ji bo ku vîrusa Covid-19ê li hewayê belav bikin nebulîzator bi kar anîn. Bi vê teknîkê li hewayê 3 setan bi rengê partîkulan şopên vîrusê hatin dîtin.
Lê pisporên din dibêjin nebulîzator kuxik û pişkandna nexweşxan bi rengekî rast pêk neanîne, berevajî vê jî rîska ku bi rengekî çêkirî bi rêya hewayê di mirov bigere zêde kirine. Ango tê diyarkirin nebulîzator ne modêlek e rast e.
Vîrus piranî dema ku nexweş dikuxin an jî dipişikin bi dilopên biçûk ên mîkro di mirovan digerin. Li gorî lêkolînên berdest ev partîtulên ku li hewayê belav dibin, tenê çend saniyeyan sax dimînin.
Ji ber vê tê pêşniyarkirin ku mirov metroyekê dûrî van peşkan be û tim destê xwe bişo.
Ev nexweşiya Covid-19 ji egerê vîrusa SARS-CoV-2ê ku yek ji vîrusên nêzîkî vîrusa nexweşiya SARSê ye peyda dibe. Vîrus ser bi destekeka vîrusan in ku jê re dibêjin koronavîrus. Ew vîrus balindeyan û memikdaran tûş dikin.
Nexweşiya Covid-19 bi rengekê serekî nexweşiyeka koendama pişyê ye û li destpêkê dikare xwe wekî Nexweşiya persîvê nîşan bide. Lê di kesên berataf da, rewşa nexweşî dikare gelek zû ber bi xirabbûnê ve biçe û bibe sedema bertengiya pişiyê ya demildest û rawestiyana gurçikan û mirinê.
Kesê ku vîrusa nexweşiyê werdigire dikare heta 14 rojan bê nîşanên nexweşiyê be. Li destpêkê nexweşî wekî tayê anko zêdebûna germî ya laşî, kuxik û behntengiyê xwe nîşan dide. Nîşanên edetî yên persîvê (wekî hatinexwara avê ji difinê anko pozê, û bêhnişîn) ne berbelav e. Kêmtir ji 4 ji sedê ji nexweşan jî tûşî zikçûnê dibin.
Vîrusa Covid-19 bi rengekê serekî nexweşiyeka koendama pişyê ye û li destpêkê dikare xwe wekî nexweşiya persîvê nîşa bide. Lê di kesên berataf da, rewşa nexweşî dikare gelek zû ber bi xirabbûnê biçe û bibe sedema bertengiya pişiyê ya demildest û rawestiyana gurçikan û mirinê.
Kesê ku vîrusa nexweşiyê werdigire dikare heta 14 rojan bê nîşanên nexweşiyê be. Li destpêkê nexweşî wekî tayê anko zêdebûna germî ya laşî, koxik û behntengiyê xwe nîşa dide. Nîşanên edetiyên persîvê (wekî hatinexwara avê ji difinê anko pozê, û bêhnişîn) ne berbelav e. Kêmtir ji 4 ji sedê ji nesaxan jî tûşî zikçûnê dibin.
Covid-19, koronavîrus 2019, korona 2019, vîrusa korona 2019, nexweşiyeka vîrusî ye ku bi sedema hewdana bi vîrusa SAR-CoV-2ê peyda dibe. Ev nexweşî sedema peydabûna pejîkekê li sala 2019ê ye ku ji welatê Çînê dest pê bûye û heta niha li zêdetir ji 60 welatên cîhanê belav bûye. Ev vîrus bi rengekê serekî koendama pişiyê tûş dike û li goreyê zanyarên heyî, dikare bi rêya peşikên ku ji koendama pişiyê ya kesên nexweş derdikevin û li derdorê belav dibin kesên sax jî tûş bikin. Ji dema wergirtina vîrusê heta peydabûna nîşanên nexweşiyê dikare 2 heta 14 roj derbas bibin.
Ev nexweşî ji bo cara pêşîn li Çînê hat dîtin, lê heta niha jî jêdera vîrusê cihê gumanê ye. Hindek ji salixên destpêkê amaje dida ku ji çekçekûlan derbasî mirovan bûbû. Lê salixên paştir behsa coreyekê mûrîxweran dikir. Jêdera pêşîn her çi bûbe, niha êdî vîrusa şiyana wê heye ku ji mirovekî derbasî yê dî bibe û tirsa wê heye ku ji pejîkeka xwecihî bibe panpejîkeka cihanî. Gelek welatan ji tirsa veguhastina wê vîrusê firrîna balafirên rêvîngan ji Çînê û ber bi Çînê rawestandine.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Pandemiya vîrusa Koronayê, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.