Mirov hestên xwe yên germ û gur bi alîkariya baneşanan dide der.Ew hest dibe ku gir û kîn an jî kêxweşiyekeke jidil be.Hin baneşan di binyata xwe de baneşan in.Mîna:ax!, wax!, hey!, lo!, hey lo!, lê!, erik!, ey!, ox!, oxweş!, hey wax!, de! û hwd.
Rêziman |
Navdêr (substantîv) |
Lêker (verb) |
Rengdêr (adjektîv) |
Daçek (prepozîsyon) |
Cînav (pronav) |
Hoker (adverb) |
Veqetandek |
Jimarnav |
Baneşan |
Gihanek |
Kitêbên rêzimanê |
Zimannasî |
Bêjenasî |
Lîsteya zimannasan |
Mînak:
Hindek peyvên ferman, hişyarî û hestên tund dema ku bi dengekî bilind û bi awayekî tund hate gotin, dibin baneşan.
Her wiha hinek peyvên ji dengên siruştî û teqlîdî jî wekî baneşan têne pejirandin.
Mînak:
Di kurdî de ligel rewşa xwerû û tewandî ya navdêran, rewşa banglêkirinê ya navdêran jî heye.Di rewşa banglêkirinê de navdêrên ku qertafên banglêkirinê digirin, dibin baneşan.Qertafên ku ew digirin li gorî zayend û mêjerê ji hev vediqetin.Navdêrên nêr qertafa -o digirin, navdêrên mê -ê û navdêrên pirjimar jî -ino digirin.
Dema ku em dibêjin; Hevalê!', em qala hevaleke keç, dema dibêjin, Hevalo!, em çêlî hevalekî xort û dema em dibêjin, Hevalino! jî em çêlî çend hevalan dikin.Bi şêweyekî din afirandina baneşanên pirjimar bi alîkariya peyva gelî û bi qertafa tewangê ya pirjimariyê -anê çê dibe.Mîna:Gelî hevalan!
Mînak:
Silavên Germ ji Mastfiroş
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Baneşan, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.