Dewleta Îslamî Ya Iraq Û Şamê

Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ, an jî DÎIŞ; bi erebî: الدولة الاسلامية في العراق والشام‎, lat. ad-Dawlat al-Islāmiyya fi al-'Irāq wa ash-Shām), roja îro (2014) jî bi navê Dewleta Îslamî (DÎ; bi erebî: الدولة الإسلامية‎, lat. ad-Dawlah al-ʾIslāmiyyah) tê naskirin, rêxistineke tundîxwazên îslamî a ku bi taybetî li Iraq û Sûriyê şerê çekdarî li dijî gelê nefêrma dike.

Rêxistin, di sala 2004an de li Iraqê di bin banê Elqaîdeyê de hate avakirin. Rêxistin, ji Elqaîdeya selefî, Jaysh El-Fatiheen, Jund El-Sahaba, Katbiyan Ansar El-Tevhid Vel Sunnah û Jeish El-Taiifa El-Mansoura ve pêk tên[çavkanî hewce ye].

Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê
الدولة الإسلامية في العراق والشام
ad-Dawlah al-Islāmiyah fī 'l-ʿIrāq wa-sh-Shām
Dewleta Îslamî Ya Iraq Û Şamê
Çalak
8 nîsan 2013 – didome
  • Avakirin, di bin navê Jama'at al-Tawhid wal-Jihad: 1999
  • Tevlîbûna Elqaîde: çiriya pêşîn 2004
  • Daxuyaniya Dewleta Îslamî ya li Iraqê: 13 çiriya pêşîn 2006
  • Îdîaya li herêma di Levantê: 8 nîsan 2013
  • Veqetandî ji Elqaîde: 3 February 2014
  • Daxuyaniya xelîfeyê: 29 hezîran 2014
    • Îdîaya li herêmê di: Lîbya, Misr, Cezayîr, Erebistana Siûdî, Yemen: 13 çiriya paşîn 2014
      • Asyaya Başûr: 29 kanûna paşîn 2015
      • Nîjerya: 12 adar 2015
      • Qefqasa Bakûr: 23 hezîran 2015
ÎdeolojîSelefîzm,
Salafi jihadism,
Wahhabism
Kom
  • Parêzgeha Lîbyayê
  • Parêzgeha Sînayê
  • Parêzgeha Yemenê
  • Parêzgeha Cezayîrê
  • Parêzgeha Xuristanê
  • Parêzgeha Afrîkaya Rojava
  • Parêzgeha Qefqasê
RêberEbû Bekir el-Bexdadî
  • Rêberê Cîgirê li Iraqê: Abu Fatima al-Jaheishi
  • Rêberê Cîgirê li Sûriyê: Abu Ali al-Anbari 
  • Rêberê Cîgirê li Lîbyayê: Abdel Baqer Al-Najdi
  • Serfermandarê leşkeriyê: Abu Saleh al-Obaidi
  • Serokê Meclîsa Şurayê: Abu Arkan al-Ameri
  • Berdevkê Serokê: Abu Mohammad al-Adnani 
  • Serfermandarê Giştî yê operasyonên leşkerî yên Sûriyê: Abu Omar al-Shishani  (pêşnîyarkirin)
  • Wezîrê Şerê: Gulmurod Khalimov Nûradîn Rûstemov
  • Wezîrê Agahiyan: Wa’il Adil Hasan Salman al-Fayad 
  • Berdevk: Abul-Hasan Al-Muhajir (şervanekî bîyanî)
SergehBaqubah, Iraq (2006–2013)
Reqa, Sûrî (2013–2017)
Mayadin, Sûrî (2017–didome)
(paytexta de facto)
Qada operasyonêDewleta Îslamî Ya Iraq Û Şamê
Herêmên ji 16 gulan 2017'an ve tên kontrolkirin, li Iraq, Sûrî, û pevçûnên Libnan
Efsaneya Nexşeyê
  •      Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê
  •      Reveberiya Iraqê
  •      Reveberiya Sûrîyê
  •      Reveberiya Libnanê
  •      Başûrê Kurdistanê
  •      Rojavayê Kurdistanê
  •      Opozisyona Sûrîyê
  •      Eniya el Nusra
  •      Hîzbullah
  • Nîşe: Iraq û Sûriyê qadên mezin bi şêniyek bi sînor dihewîne. Van waran de bi yên ku di bin kontrola hêzên xweyîkirina rê û bajarên di nava wan nexşan de ye.
Mezinahî
Lîsteya hejmara şervanan
  • Di hundirê Sûrî û Iraqê:
  • 200,000 (Texmîna Kurdan di 2014)
  • 100,000 (Texmîna Cîhadîstan di 2015)
  • 20,000–31,000 (Texmîna CIA di 2014)
  • 19,000–25,000 (Texmîna CIA di destpêka 2016)
  • 15,000–20,000 (Texmînên ji aliyê karbidestên Amerîkî di dawiya dayîna 2016)
  • Derveyî Sûriyê û Iraqê: 32,600–57,900
  • Texmînkirin giştî: 47,600–257,900
Nifûsa Sivîl
  • Di 2015 (herî nêzikî berfirehkirinê) :
  • 6 mîlyon
Şer û ceng
  • Şerê Iraqê (2003–2011)
  • Serhildana Iraqê
  • Şerê Navxweyî yê Sûriyê
  • Şerê Navxweyî yê Iraqê
  • Duyem Şerê Navxweyî yê Lîbyayê
  • Aloziya Boko Heram
  • Şerê li Bakurrojavayê Pakistanê
  • Şerê li Efxenistanê
  • Şerê Navxweyî yê Yemenê
  • pevçûnên din

Rûxandinên DAIŞê

Daiş li ser navê dînê Îslamê rû berdidin çekên reş li xwe dikin serçavê xwe vedişêrin û destdavên jinê misilman û êzidîyan, serê zarokên piçûk û mêrê mezin jê dikin, destdirêjiyê jina dikin, tiştên dîrokî xirab dikin, mizgeft û cihên bawermendan hildişînin, gorên pêxemberan û aliman bombe dikin, gora Yûnis pêxember û Weysel Qaranî bombe kirinê xirab kirin. Nêzikî 300 jinên êzdiyan û nêzikî 100 jinên misilmanan destdirêjî kirine, 50 zarok û 500 mêr serjêkirine û dane ber gula, Qurana pîroz a misilmanan şewitandin. Bûn sedemê mirina 211 hezar merivan. Her cîhên girtine xirab kirine îcar jî dest bi Başûrê Kurdistanê kirine û dixwazin bigrin lê Pêşmerge bi wan re şer dikin nahêlin kes bikeve axa kurdan.

Edward Snowden (ku berê di CIA (îstîxbarata DYE) dişixwilî) dibêje ku DAIŞ bi destê îstîxbarata Îngilîz, Îsraêl û Amerîkayê ve hatiye çêkirin.

Armanca wê

Armanca DAIŞê jî dewleteke erebî ya li ser tixûbê Iraq û Sûriyê ava bikin. Lê belê ji armanca dewletê bêtir êrîşî gelê nefêrma dikin û bê guman vê rêxistinê gelek kurdên Rojavaya Kurdistanê jî kuştine. Armanca sereka ya DAIŞê ew a ku derbeyekê li kurdan bixin. DAIŞê, hemû hêrîşên xwe di nava sînorê Kurdistanê de li civata kurd kirine. Wekî din, li ti kesekî û li ti deverên din ew hêrîşên wê nebûna. Alikariya rejîma tirk ji wê re heya. Cemaeta Gulan, ji temen ve alikariyê di çarçoveya dîtina endaman ji wê re û dane hêrîşkirina wê ya li ser herêmên kurdan de heye. Herêmên Kurdistanê, ên Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê û hwd bûna armanc ji hêrîşên DAIŞê re, hevdû herêmên Kurdistanê jî, herêmên Kurdistanê ên ku li wan rêveberiyên kurdan biava hene ne. Yanî, herêmên Kurdistanê ên weke Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê ku li wan rêveberîyên kurd hene, bi taybetî dikina armanca hêrîşên DAIŞê. Ji vê yekê, tê fahm kirin ku DAIŞ, şer li dijî statûya kurdan ya ku pêşiya û bi rêveber bûye dike.

Ji sala 2010ê û vir de serkirdeyê rêxistinê Ebûbekir el-Bexdadî ye.

Êrişên DAIŞê ser Iraq û Başûrê Kurdistanê, 2014

Mûsil

Di dest pêka Pûşbera 2014an de bajerê Mûsil ê bi temamî ketiye destê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê. Gelê Mûsil ê bi kom ber bi herêma Kurdistanê û parêzgeha Dihok ê ve rewîyan. Li parêzgeha Dihok ê sê wargehên penaberan ji bo vê hatine amadekirin.

Şingal

Şingal, herêmek Kurdistanê ku navenda Kurdên Êzdî ya. Care pêşî DAIŞ di 19 tabaxê de bidest hêrîşê li şengalê Kurd û bi de hezaran Kurd bikuj kir û bi sed hezaran Kurdên Êzdî di encama wan hêrîşan de bûn koçber li cihanê û herêmên dîn ên kurdistanê. Care duyem, 19ê çiriya pêşîn a 2014an de cardin bidest hêrîşê li herêmên şengalê ên weke dahola, namze û hwd kir. Lê rastî berxwedana hêzên parastina Şingalê ên Kurd hat.

Berxwedana Kobaniyê û êrîşên çeteya DAIŞê, 2014

Çeteya DAIŞê êrîşên cara sê ye Kantona Kobaniyê. Ev êrîş, ji aliyê YPGê ve li cara sê li pijikandinên.

Anha hemî Daişên minafiq ji Kobanîyê paqijbûne. Kobanî Azad bû.

Alim li dijî DAIŞê (Fetwa)

Ji Erebistana Siûdî, Urdun, Filistin, Misir, Tûnis, Îraq, Sûdan, Yemen, Tirkiye, Îngilistan, Fransa, DYA, Swêd, Bosniya û Herzegovîna, Îtalya, Belçika, Bulgaristan, Arjentîn, Kanada, Hindistan, Çîn, Malezya, Îndonezya û Nîjeryayê 126 alimên Îslamê gotin ku ew tiştên DAIŞ dike di dînê Îslamê de tuneye û qedexeye.

Di gotinên aliman de: Li ser navê navê dîn Mirov kuştin, Zilum kirin, Destavtina jinê û mafê wî ji standin, Li gorî xwe kesan bike kafir, Kesê ku li ser dînekî dinbe zordestî lê were kirin hemî tiştên wisa di Îslamê de qedexe ne.

Çavkanî

Girêdanên derve

Tags:

Dewleta Îslamî Ya Iraq Û Şamê Rûxandinên DAIŞêDewleta Îslamî Ya Iraq Û Şamê Armanca wêDewleta Îslamî Ya Iraq Û Şamê Êrişên DAIŞê ser Iraq û Başûrê Kurdistanê, 2014Dewleta Îslamî Ya Iraq Û Şamê Berxwedana Kobaniyê û êrîşên çeteya DAIŞê, 2014Dewleta Îslamî Ya Iraq Û Şamê Alim li dijî DAIŞê (Fetwa)Dewleta Îslamî Ya Iraq Û Şamê ÇavkanîDewleta Îslamî Ya Iraq Û Şamê Girêdanên derveDewleta Îslamî Ya Iraq Û ŞamêAlîkarî:ÇavkanîElqaîdeTîpguhêziya latînîZimanê erebî

🔥 Trending searches on Wiki Kurdî / كوردی:

Feqiyê TeyranIraqDêrika HemkoMachu Picchu1999KomarEfoyê EsedFiliz YerlikayaJêdera kurdanDêrsimHozan ŞiyarMihemed ŞêxoHezewanQehweya kurdîGuherîna avhewayêZerika zerThomas BoisDewletên Yekbûyî yên AmerîkayêAzerbaycan18Lîsteya navên kurdîNewrozMehmet Şerif UnatRihaMyanmarNacîb MahfûzZarok TVPartiya Azadiya KurdistanêEhmedê NalbendXarpêt (parêzgeh)Ajansa Parastinê û Zanyariyê ya Herêma KurdistanêAçînaCezayirGermkirin, Hewakirin û BasarkirinLîza XanimGoogle ChromeŞêx SeîdZimanê kurdîElegezÎbrahîmê XelatîHewlêr (paytext)TazîbûnCegerxwînSala duşeşîGiravên KenariyêQazî MihemedTurîzmÎnglistan1989Arşak IÇandOmanGeliyê GûzanMişk (amûr)Herêma KurdistanêEnder BalkirLicêMîlanoNesimi ÇimenLîstika Elî CengizXwezaRiha (parêzgeh)PîremêrdEmer KeyaSêwasDihokFizîkEfrînHawarSelahattin Demirtaş🡆 More